Planên dewletê û xapandina kurdan

Selim Acar

bawer03@hotmail.com

Berî demekê min nivîsek bi sernivîs ‘sözse’ (qaşo) nivîsandi bû. Nivîsa min di derheqa hinek nivîskar, rewşenbîr û siyasetvanên tirkan de bû, ku bêja “qaşo” dixistin pêşiya her tiştên kurdewarî de. Despêka nivîsandina min wisa bû: ”Ka îro têkevin internetê û çend meqalên ku nivîskarên dewleta tirkan nivîsandinin, bixwînin! Bê hûn ê çend mealên bi qaşo (sözde) bibînin? Sözde komkujiya ermeniyan, sözde komkujiya suryaniyan, sözde demokrasî, sözde ala kurdan, sözde federasiyona Kurdistan, sözde parlementa Kurdistan, sözde Kurdistan, sözde kurd, sözde hemwelati, sözde zimanê kurdî, sözde serokê Kurdistan Mesud Berzanî, sözde Serok Komarê İraqa federel Celal Telebanî, sözde…., sözde….sözde sözde…û her sözde…..!!!!!

Ku mirov vê sözde (qaşo) ji meqalên wan û ji programên wan ên televiziyonan derxîne, tu tiştek ne di zimanê wanî propaganda û ne jî di naveroka nerîna wan namînin. Mirov matmayî dibe û dibêji: Ev çiqas qaşo (sözde) di vî zimanî de heye ya rebbî?!!” www.lotikxane.com/selim%20acar.htm

Îroj jî ku mirov “divê kurd hesassîyeta tirkan fam bikin” ji nivîs, meqale û axaftinên wan tirkên bêja qaşo tixistin pêşiya her tiştên kurdewarî, derxîne, wê tu tişt di nivîs û axaftinên wan de nemîne. Di wan rojanan de, bêja “qaşo” mode ya propaganda resmî ya dewleta tirkan bû. Lê di van rojanan de, di dewsa bêja qaşo de, bêja “Türk hassasiyeti” (heassîyeta tirkan) buye mode ya propoganda resmî ya dewleta tirkan. Ji bo kurd xwestinên xwe yên xwezayî û rewa kêm bikin, kî dest bi axaftina xwe dikin, yan jî kî dinivîsînin, hevoka “kurd divê hesassîyata tirkan bistîne ber çawa, û tiştên maqûl bixwazin.” her dubare dikin.Yanî divê kurd xwestinên xwe daxin bin minîmûme (her kêm). Bi gotinek din divê kurd dev ji xwestin û mafên xwe yên xweazayî û rewa berdin, da ku dilê hinek tirkan rehet bikin û tirk bi “xwestinên” kurdan razî bin.

Ku mirov numûnak wisa bide wê ne şaş û çewt be. Em bêjin,100 Dolarên yekî wek dehn (qerz) li gel yekî din he ye û xwedîyê dehn ji dehnarê xwe perê xwe bixwaze, dehdar bêje “Divê tu hesassîyeta min bistîne ber çavan, 100 dolarên xwe nexwaze ji dêvila 100 dolaran 10 an bixwaze” Mirovê qerfên xwe bi dehndar bike. Ji ber ku ew 100 dolar mafê xwedîyê dehn e. Ku ji dehndar neqede, ango dehndar feqîr be nikani be 100 dolarên xwe bide, mirovê, wî fam bike û mirov dikane bêje “dehndarê delal, mafê xwedîye qerz heye lê ji te naqede qasî ji te biqede, tê qusa dehnê wî bide “Lê dehndar milyoner be mirov ne dikane xwestinek wisa jî ji dehndar bike. Mafê xwedîyê dehn 100 dolare û divê 100 dolarên wî bê dayin. Mirov ne dikane bahsa hesassîyata dehndar bike. Mafê kurdan çuqas be divê qusana dawa mafê xwe bike. Xwestina ”divê kurd hesassîyata tirkan bistîne berçavan”, xapandine.

Bi xwe ew şanoya (tiyatro) tê lîstin ji bo xapandina kurdan e. Min hîn jî “’vebûna’ kurd” famnekirîye. Ez nedizanim kesî ev fam kiriye ya na! Yên fam kirinin fermo derin pêş! Ne bi zimanê tirkî û ne jî bi yê kurdî ”‘vebûna’ kurd” manak xwe heye; têgehek vitûvala ye. Bigotana “pêvajo ya çareseriya pirsa kurd”, vê manak wê ya zimanî heba. Lê em dev ji mana vê ya zimanî jî berdin, naveroka “’vebûna’ kurd” jî hîn nediyare. Ka em li ser naveroka wê jî ranewestin….

Ev proja binav bêmane û bê naverok, proja dewletê ye. Ez bawerim piranîyên rewşenbîrên kurdan di vê yekê de hem fikirin ku ev proja proja dewletê ye. Ev ne hew proja AKPyê û hikumetê ye. Ku em hem fikirin, ev proje ya dewletê ye, wê gavê bê maneye mirov bêje “MHP û CHP li dijî vê projê nin.” Ka MHP û CHP partiyên dewletên bûn? Piraniyan, siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan doh wisa digotin. Ya gotina me ya doh çewt bû yan jî MHP û CHP ne li dijî vê proja dewletê ye.

Li gorî nerîna min ev proje proja dewletê ye û MHP û CHP di bingeha xwe de ne li dijî proja xwedîye xwe ye. Lê wan di şanoyê de rol sitendinin wek li dije, rolê xwe dilîzin, dewletê ev rol daye wan, ji bo ji hêla dine de ji kurdan re bêjin “xwestinên xwe kêm bikin ya na hesassîyata hinek tirkan heye. Divê hûn me fam bikin, ku em jî muhalefeta heye memnûn bikin.” Û ji hêla din re derbekê li partiya Erdogan dadin. Bi hevokekî kurt AKPyê jî, kevirê di destê xwe de li gozîka xwe dada, ji ber ku ew ne xwedîyê vê projê bû.

Ku hinek kurd jî derkevin li himberî raya giştî û bêjin “divê em hessassîyeta muxalefetê bistînin berçavan, û wisa dawa xwestinên xwe bikin” ya wan jî di vê şanoyê de rol sitendinen, yan jî hatinin xapandin.

Berî çend salan digotin “kurd nîne, kurd bi eslên xwe tirkin”, piştre mecbûr man hebûna kurdan qebûl kirin, lê gotin “em tirk û kurd, goşt û nenûk kin”. Ew jî ne bû ”nasnama ser û bin ya Tirkîyetî yê” derxistin mazatê, ew jî nebû îja ji her tiştên me re gotin “qaşo”, bi wê jî ser neket, îja despêkirinin ”divê kurd hessassîyeta wan fam bikin.” Hemû ev planana ji yek serî dertênû ew serê jî xwedîyê dewletê ye. Planên wan ên A, B, C, D….. henin bi planek xwe sernekevin ya din dixin dewrê û bi her planek xwe hinekî kurda nerm dikin daku kurd dev ji xwestin û mafên xwe yên xwazayî û rewa berdin.

Kurd divê dev ji xwestin û mafên xwe yên rewa bernedin. Ew jî ev e: Divê kurd ji bo pejde rojên xwe biryara xwe bi xwe bidin; bi zimanê ingilizî “self determination” e

Kurdinfo

About The Author