Xanima germik bû qasid

Kevîn Kurdson

Komîserîya Bilind a Penaberên Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), biryara xwe da û stêrka Hollywoodê Cate Blanchett wekî qasida nû ya karên qencîyê hilbijart.

Xanima germik û nermik, stêrka sînemayên erd û ezmanan, delala ber dilê xort û kalên 14-80 salî Cate Blanchett, ji îro û pêde qasida qencîyê ya Neteweyên Yekbûyî ye û wê karên pir qenc ji penaberan re bike.

Belê, xanima xweşik û rindik û mindik, wê ji îro û pêde li welatan bigere û li hal û rewşa penaberan bipirse, wê destê xwe di ser serê wan re bibe û dilê wan xweş û geş bike. Heke pirsgirêkên penaberan hebin, wê Komîserîya Bilind a Penaberên Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) agahdar bike û bide lotikan.ç

Ez serê we neêşînim gelî penaberno, wa xanimek spehî û bedew bû qasida we. Hay ji wê û qencîyê hebin, xwe li ber dilê wê şîrîn bikin da ku xêra wê bigihê we. Hew we dît belkî xanimê we bike mêvanê Hollywoodê û hûn jî bibin stêrkek ji stêrkên sînemayên erd û ezmanan, kî zane..

Amerîka

Cate Blanchett

CATE2

About The Author