Xwedê kesî bê war nehêle

Mahmûdê Qop

Xwedê kesî bê cîh û bê war neke. Yan ji meriv re dibêjin ev qereçî ye, yan jî dibêjin nanê wî li ser çonga wî ye. İja carinan her çiqasî xwedî mal û milk û erd û gund be jî, meriv li xwe diheyire. Meriv mecbûr dimîne li cîhekî rakeve.

Mahmud Qop KopieCarinan meriv bi nezanî li cîhna radikeve, piştre bele têne serê meriv. Meriv dibêje bera ez li neqeba bûma û di xew de kûçika di ser min de bimîztaya çêtir bû ji vê minnetê û ji vê xewê. Lê wek ku me got, meriv carinan bêserî xwe lê dixe.

Ettehyatû çawa lê hatû.

Wekî meselâ mêşa li we neyê îja.

Hûn ê bipirsin gelo mesela mêşa çiye ?

Ji qewla Hecî Fikretê cîranê me ve : Yabo ez ji efendimê xwe re bibêjim. Rojekê sê heb mêş hebûn. Hevalê hevdu bûn. Cîh û warê wan tuneye. Kîdera germ hebe ew der mala wan e. Îja rojekê li van hersê mêşa dibe êvar. Mêşê min û we dîsa ji xwe re li cîhekî germ digerin. Bi wura de diherin, bi vira de tên. Taliya talî xwe li malekê digrin.

Welhasilîkelam, hersê mêş jî dikevin odeya herî egzotîk û şehwetîk. Odaya ku dê weledê xwe diavêje, mêr miriyê xwe ji bîr dike.
De hewce nake em dirêj bikin.

Dibe şev. Mêşê min û we herkê ji xwe re dikevin cîhekî. Radikevin. Dibe sibe, dîkê sibê bang dike. Hersê mêş ji xew radibin û tên cem hevdu.

Mêşek ji wan dibêje: De ka qal bikin. Şeva we çawa derbas bû.

Mêşa yekem dibêje : Welleh yê min ez ketim cîhekî ku dişibiya teşta hevîr. Erê hinekî hişk û mişk bû lê dîsa îdare dibû.

Dor tê mêşa duduwa.

Ew jî dibêje: Welleh ew cîhê ku te qal kir ez jî di aliyê te yê dinê bûm û di wê teştê de raketim.

İja ji hevdu re gotin: Bi şeref em di guhê jinikê de raketine.

Dor hat ser mêşa sisêyan.

Herdu mêşa çav lê ketin ku mêş a me çav lê sor bûne. Xuyaye xweşikayî xew bi çava nebûye.

Jê pirsîn û gotin: Xewa te çawa bû îşev?

Mêşê çavê xwe girt û devê xwe vekir û got: Law ne ez bim û ne ew cîhê ku ez ketimê. Yaw pêşî ez çûm ketimê çiqas xweş bû. Germ bû û nerm bû. Ji xwe min ji devê derî xwe çerixand ez bi xweber çûm heta dawiya wê. Şimatok bû. Lê ma piştî bû derengê şevê, tam ez xewlimaj dibûm, min dît ku seriyekî gurrî û hate ser min. Mîratmayo min dawiya odekê de dikira bifetisanda. Min li ber halê xwe da. Min wî dahf da wî min dahf da. Min wî dahf da wî min dahf da. Taliya talî bêxwediyo dît ku wer nabe, hima çi girêz di deva de hebû avêt û tif kir ser çavê min û çû… İja ji xwe piştî wê nema hat. Nizanim çi mesele bû…

Mêrdîn

About The Author