Ma dengê min hat te Osmên?

Devliken Kelogirî

Osman Baydemîr:
„Madem em nikarin bi hev re bijîn, wê çaxê em bibin cîranên hev…“

devlikenGelo Osmên ê heta dawiyê li pişt vê gotina xwe bisekine anku ew ê li vê gotina xwe xwedî derkeve?
Dewleta tirk eşkere piştgirî û destek da DAÎŞê; DAÎŞê bi wê piştgirî û destekê Kurdistan kir dojeh, Osmên qala cîrantiyê nekir.
Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê kevir li ser kevir nehişt, biçûk-mezin, jin-mêr bi sedan kurd kuştin, Osmên qala cîrantiyê nekir.
Polîsên tirko, bi xwîna kurdan li ser dîwarên kuçe-sikak-kolanên bajarên kurdan „BIRATΓ nivîsand, Osmên qala cîrantiyê nekir.
Bi rojan mêytên kurdan li ser kolanan bêxwedî man, Osmên qala cîrantiyê nekir.
Dêyekê zaroka xwe yî mirî bi rojan di sarincê de hilanî; ji ber zulma tirko nikarîbû zaroka xwe bibe veşêre, Osmên qala cîrantiyê nekir.
Bi şer û stratejî û siyaseteke beradayî Kurdistan bû Xerabistan, Osmên qala cîrantiyê nekir.
Lê…
Dema dewletê gef li wan xwar, go em ê parlamenteriya we betal bikin, êdî nigê we hew bi parlamentoyê dibe; em ê qoltixên we, mersedesên we ji bin we bikişînin; meaşê we li we çû gilî, Osmên aciz bû, hêrs bû, dixanê di firnikên wî re avêt, xwînj ji rehên canê wî kişiya û bi dengekî „pere“lementerî û welat“pere“werî go:
„Madem em nikarin bi hev re bijîn, wê çaxê em bibin cîranên hev…“
Helal be ji te re! Yanî min dixwest ji te re bibêjim helal be ji te re, lê mixabin ev jî zirderewek e û ji geflêxwarinê pê ve ne tiştek e…
Ma dengê min hat te Osmên?

About The Author