Jin û sîyaset

Roza Kurd

Di sîyasetê de hema bêje li her welatî hêjmara jinan kêm e. Ev di statîstîkan de jî xuya dibe. Û em di fotoyên di civînên siyasî yên li her derên cîhanê de dibînin ku herdem jin ji mêran hindiktirin.

Di dîroka şaristaniyê de , jinan herdem bi mêran re xebat kiriye. Lê herdem ev pirs tê kirin ku jin çima di siyasetê de kêm in.

Dema serokwezîrên Yekitiya Europa dicivin em dibînin ku xatûn Angela Merkel di nav wan mêran de pir balê dikşîne.

Çend roj berê li Stockholmê, Kongreya Hevkarî yê çêbû. 12 partîyên endamên Hevkariyê , her yek bi sê kesan beşdarî civînê bibûn. Hemû kesên ku hatibûn mêr bûn bi tenê ez jin bûm û di heyeta PAKê de beşdar bûm.

Bê guman ev hêz û partiyên siyasî gelek ji wan bi dehan salane di siyasetê de çalakin û gelek ji wan jî zêdeyê 40 salî ye di seheyê de ne. Dil dixwest ku nêvî yê beşdaran jin bûna.

Li bajarekî wekî Stockholm bi hezaran jinên kurdan lê hene û gelek ji wan xwedî xwendina bilind û xwedî karîyer in. Hin jin di siyaseta Swêdî de çalakin, hin jî di ya kurdî de, lê di ya kurdî de jin pir kêm in.

Li welatekî wekî Swêdê ku cara yekem jinan di sala 1921an de karîbûn mafê dengdanê bikarbînin, salek berê ji sedî 47 parlementerê meclîsa wan jin bûn.

Ev nimûneyek baş e ku dema mirov li ser pirsgirêkan bisekine û di pozîsyonên bilind de li çareserîyan bigere, biserdikeve. Dema di qada siyasetê de jin wekî mêran cîh bigirin, her bê guman wê rengê civatê û ew zagonên ku bi biryara mêran tên girtin bi rengekî din bin, ango bêhtir wekhev û demokratîk bin!

Di civatê de jin û mêr li gel hev dijîn. Lê heger ku di biryarên siyasî de mêr serdest bin, bê guman wê mafê jinan zêde neyê pêş .

Heger mafê jin û mêran ne di eynî astê de bin , ne bawerim ku tu carî , di tu başên jiyanê de, demokrasî û wekhevî jî di asta bilind de pêk were .

Hemû kesên kû dixwazin bi rastî jî guherînê di civatê de bikin, divê alîgirê wê yekê bin ku, dezgehên civatê li gorî esasên demokrasîyê bê hûnandin. Û alîkar bibin ji bo kû jin di sîyasetê de bi awayekî aktîf cîh bigrin û xwedî desthilat bin.

Jin bêguman dikarin roleke mezintir di sîyasetê de bilihîzin. Mixabin, gava em li civata me ya sîyasî dinêrin, em dibînin ku beşdariya jinan di nav partîyên Kurdistanî de gelekî kêm e.

Lê belê, divê em ji bîrnekin, bi çi rê û rêbazê be jî, di van salên dawîyê de rêxistina kurdan ya ku ‘’Tirkiyeyî ”bûnê diparêze, di beşdarîya jinan ya di sîyasetê de, gavên gelek baş avêtine. . Gelek jin di siyasetê, di nav van partîyan de pir aktiv kar dikin. Lê mixabin piranîya hêz û rêxistinên kurdan di warê wekheviyê de hîn jî divê gelek kar û xebatê bikin.

Ji bo civat pêş bikeve, divê dezgeh û rêxistin li gorî esasên demokrasîyê û wekhevîyê bimeşin. Pir gring e ku jin di her beşê civatê û di siyasetê de bi awayekî bi şexsiyet cîh bigrin û ev mafê wan e jî. Jin çalak in û rengekî taybet didin guhertinan.

Dezgeh û sîyaseta bê jin, nîvçe ye û tu carî ne biserkeftîye. Divê em rê li ber jinan vekin.

Bi teybeti di van 40 salên dawî de , Jinên kurdan di warê xwendin, civakî û di warê karê bilind de pir pêş de ketine. Loma jî ew zemîn heye ku jin di siyasetê de jî rola xwe bilizin.

Ez di wê baweriyê deme ku ji bo guhertinan û wekhevî yê, çi sîyasî, çi civakî bin, dê jinên kurdan di nav siyasetê de bêhtir bibin, hêzên xwe xurtir bikin û dengên xwa bilindtir bikin. Divê rêxistin û partiyên kurdan piştgiriyek pir mezin bidin wan

Ne bes bi gotinan, lê di rastî û pêwîstîya jîyanê de jî, jin heykelê bingehîn e .

Jin berîya her tiştî divê bi xwe bawer be, bi girîngîya xwe qani be.

Nûjenî û vejîna nû ya siyaseta Kurdistanî ya li bakurê Kurdistanê, dikare di rêlêvekirin û piştgirîya jinan de xwe îspat bike.

Rûpela Nû

About The Author