Îcar wê têr goştê elokan bixwin

Cemîl Cewher

JI bo ku referandûma serxwebûnê neyê lidarxistin û ji bo ku Kurdistan serbixwe nebe, ji her alî de êrîşî PDK û Barzanî tê kirin. Cehş, nîvcehş, çep û rep, misilman û kominîstên her çar dewletên dagîrker ha ha êrîşî PDK û Barzanî dikin da ku rê li ber Barzanî û armancên Barzanî bên girtin û Barzanî ji çap bikeve.
cemil-cewher
Di serî de sofîk û melayên Tehranê, fitne û fesadên her çar dagîrkerên Kurdistanê, bi rêya lotikvan û zîtirkvanên xwe xefik û kemînan li pêşîya Barzanî datînin û dixwazin qeyd û bendan têxin dest û lingên wî, wî ji desthilatdarî û serokatîya Kurdistanê dûr bixin. Helbet armanc ne tenê kesayetîya Barzanî ye. Armanca mezin rêlibergirtina referandûma serxwebûnê û serxwebûna Kurdistanê ye. Serxwebûna başûrê Kurdistanê bixwazî nexwazî wê bandora xwe li parçeyên din jî bike û wê serê dagîrkerên Kurdistanê bêşîne. Ji ber vê jî, xêrnexwaz bi rêya hinek kesayet, partî û dezgehên Kurdî ve hewl didin ku kam û merama dilê xwe bînin cîh.

Axir…
ynk goran

Ne li ser bextê me be, li ser bextê hinek zikmezin û porreşên nava YNK be, dibêjin bi hewl û daxwaza sofîk û melayên Tehranê, serok û merokên YNK û Goranê li hev civiyane û li mala Mam Celal dest bi lotikên tifaq û hevkarîyê kirine. Li gor fitne û fesadên nêzîkî xaltîka me Hêro Îbrahîm radigihînin, dibêjin ev tifaq û hevkarîya ku li ser daxwaza sofîk û melayên Îranê çêbûye, du-sê-çar- pênc armancên wê hene.

1- Bi tifaq û hevkarîya YNK, Goran, PKK, Yekgirtû û partîyên din, cçh bi Barzanî bê tengkirin, di parlamentoya Kurdistanê kursî û dengên zêdetir bên bidestxistin da ku referandûma serxwebûnê ne ji alîyê gel ve, lê ji alîyê parlamentoyê û dengan ve bê kirin. Gava deng û rayên van partîyên Îranî ji yên PDK zêdetir bibin, helbet wê parlamentoya Kurdistanê têkeve destê wan û wê rê li ber referandûmê û serxwebûna Kurdistanê bê girtin. Bi vî awayî wê dilê dagîrkerên Kurdistanê xweş û geş bibe û ewê bigihên armancên xwe, ewê temenê peymana Sykes-Pîkotê dirêjtir bikin.

2- Hêro Îbrahîm, ango xaltîka YNK û Goranê Hêro Talabanî, ji roja roj de kîndara malbata Barzanî ye û dixwaze heyfa bavê xwe Îbrahîm Ehmed ji Barzanîyan hilîne. Û helbet vê jî bi rêya sofîk û melayên Îranê dike. Bedel û berdêlê vê alîkarîyê jî helbet ne belaş e. Xelat û berdêl, Xizmetkirina ji bo Îranê û armancên Îranê ye.

3- Hz. sofîk û melayên Îranê dixwazin bi rêya beşek ji YNK, Goran, alîgirên PKK û grûpên li dijî PDK û Barzanî, herêma Silêmanîyê ji Kurdistanê cuda bikin, PDK û grûpên xwe bera hev din, aramîya Kurdistanê serûbinê hev bikin û alozîyan di nav Kurdan de derêxin.

4- Di serî de Îran û dewletên din, dixwazin bi çêkirina Kongreyek Netewî (ku PDK û Barzanî ne di navê de be, di navê de be jî bê hêz û bi tenê be) rêxistin, partî û dezgehên her çar parçeyên Kurdistanê têxin bin xizmet û bandora xwe. Ji ber vê yekê jî, piştî tifaq û hevkarîya YNK û Goranê, PKK bi lezgînî ji bo Kongreya Netewî bi partîyên derveyî PDK re ( wek Yekgirtû û yên din) dest bi hevdîtinan kiriye.

5- Hinek jî bi namûsa xwe sûnd dixwin ku Îran ne ji bo xirabîyekê van lotikan davêje. Li gora wan, Îranê xwestiye ziyafet û şahîyekê ji YNK û Goranê re çêke, bi xwarina goştê elokan wan li hev bîne.

Wek hûn zanin gelî lotikvanan, berî ku lotikvanên YNK û Goranê goştê elokan bixwin û bi daxwaza Îranê tifaqa xwe çêkin, berpirsekî bilind yê paraztin û mixabarata Îranê serdana Mesûd Barzanî kiribû û ji bo Iraq parçe nebe, hinek pêşniyazên dewleta Îranê danîbûn ber Barzanî. Wek „zêdekirina pişka Kurdistanê ji %17 bibe %30, herêmên ku niha ne girêdayî Kurdistanê ne, dîsa vegerin ser Kurdistanê“ û filan. Û piştî vê serdanê bi demek kurt, civîn û tifaqa YNK û Goranê, û ji bo Kongreya Netewî hevdîtinên PKK dest pê kir. Û ji bîr nekin, Kevneserokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, bi rêya Twîtterê peyamek belav kir û kêfxweşîya xwe ji tifaqa YNK û Goran re anî, lotika wan ji bo yekîtîya Iraqê wek lotikek pîroz qebûl kir.

Gelo ev tev lihevrasthatin in, yan dek û dolabên sofîk û melayên Îranê ne?

Yan YNK, Goran û PKK ji betalî û acizî van lotikên lezgîn davêjin?

Ez serê we neêşînim kezebno, wek RSeydayê Tîrêj gotibû, „Çar hawîr me diz û keleş in tev dane dijmin. Me ji hev re diqetînin bir bi bir heyf û mixabin“.

Bi kurt û Kurmancî; kek Mesûd Barzanî ketiye nav diz û çeqelan û çar hawîrên wî dijmin in. Ka ewê çawa xwe ji nav dest û lepên wan çeqel û keftaran xilas bike, xwedê zane.

Xwedê alîkarê wî be wesselam…

Hewlêr

About The Author