Ateîst difirin

Kevîn Kurdson

Dibêjin li gor lêpirsîn û lêkolînekê, hejmara kesên ateîst (xwedanenas) her ku diçe zêdetir dibe. Li gor rojnameya Ingilîz Daîly Maîl ragihandiye, halîhazir li seranserê cîhanê hejmara ateîstan gihaye 1,5 milyarî. Ango, li dinyayê milyar û nîvek ateîst hene û ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe.

Li cîhanê endam û bawermendên ol û dînên herî xilbe û zêde mesîhî û îslam (misilmanî) e. Piştî mesîhî û îslamê jî ateîzm, anfgo ateîst tên. Yanî, xwedanenas, kesên ku ji hebûna xwedê bawer nakin.

Li gor ku fitne û fesadên rojnameya Daîly Maîl dibêjin, îslam pêşde naçe lê paşde diçe. Bi taybet piştî derketina zîtirkvanên DAÎŞê û rêxistinên radîkal, piştî çalakîyên terorîstî, qetlîam serjêkirina insanan, îslam di çavê xelkê de reş bûye û gava qala îslamê tê kirin, xelk zikêşî û virikî dibe.

Li gor agahdarîya rojnameya Daîly Maîl ê, heke bi vî awayî biçe, wê hejmara ateîstan roj bi roj zêdetir bibe û roj bê ewê ji mesîhî û misilmanan zêdetir bibin. Yanî, di pêşerojê de belkî jî ateîzm bibe ol û dînê yekemîn û mezintirîn.

Niha tê meraq kirin bê ka wê xwedayê erd û ezmanan, melkemot û melayîketên ezmanan di vê derbarê de çi bêjin û çi nebêjin.

Ê de ya bi xêr lo…

Wek hûn zanin, kî xurt be xelk hevalê wî/wê ye.

Ê me jî kîjan ol û dîn xurt be, emê jî şorba xwe di beroşa wan de bikelînin û hûn sax..

Ma dinya ne li ser berjewendîyê ava bûye babam!

About The Author