Wê bigota „Çeto“ lê got “ Çete“.

Bavê Cengo

Belê, girgirekê PYD-Tev Dem û PKK li rojavayê Kurdistanê Aldar Xelîl, ji bo pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê got: „Ew çeteyên rojava ne, qebûl nabe ew derbasî rojava bibin, eger ew derbas bibin wê bibe sebeba şer…“ filan û fîstan.

Di derbarê vê lotik û zîtirkê de herkes tiştekî dibêje.

Hinek dibêjin: “ Bi allahwekîl zimanê wî li hev herbilî, bê hemdî wî gotina çete ji devê wî derket“ filan û bêvan.

Hinek dibêjin: „Jina min ji min berdayî be, ji dilê safî got lo“ û pêde diçin.

Hinek jî dibêjin: „Yaw bi şeş telaqên jinberdanê Aldarê me nedixwest bêje çete. Dixwest bêje „Çeto“ lê bêhemdî „Çete“ ji devê wî derket wî“ filan û fîstan kiras û xeftan.

Axir..

Ma di derbarê lotika Aldar Xelîl de bilbilê rojavayê Kurdistanê Seîd Gabarî disekine?

Ka binerin bê Seîd Gabarî çi mîrkutan li nav serê Aldaro dixe.

https://youtu.be/Vclqat56j_8

About The Author