Gulbaharê jî diz derket

Ne li ser bextê min be, li ser bextê diz û destdirêjên Sûr a Amedê be. Dibêjin Seroka Komela Çaksazîya Alternatîf û kevneseroka şaredarîya Sûr ê Gulbahar Ormek, pareyên...

Ne li ser bextê min be, li ser bextê diz û destdirêjên Sûr a Amedê be. Dibêjin Seroka Komela Çaksazîya Alternatîf û kevneseroka şaredarîya Sûr ê Gulbahar Ormek, pareyên ku bi vir û derewan ji bo komelê dabûn hev revandiye û terq û dinya bûye, xwe ji ber xelkê daye alî û winda ye.

Li gor xelkê Sûr a Amedê dibêjin, komele girtî ye û Gulbahar Ormek jî tevî pareyên komelê reviyaye û nebedî ye, kes nizane li ku ye. Yanî, Gulbahar Ormek xanim efendî dizî kiriye, pareyên ku li ser navê kolemê ji xelkê dabûn hev, revandiye û xwedê zane bê li kîjan welatî kêfa li ser kêfê dike.

Gulbahar Ormek endezyara çandinîyê ye. Di hilbijartinên 2009an de ketibû meclîsa şaredarîya Sûr ê. Piştî girtina şaredar Abdullah Demîrbaş, Gulbahar Ormek bûbû cîgirê şaredar û piştre jî bûbû şaredara Sûr ê.

Bi kurt û Kurmancî gelî lotikvanan, heçê tê pelûlê bi serê Kurdên reben dadike û heçê diçe jî mîrkutekî li nav serê Kurdên xwelîser dixe. Li ser navê Kurdên xwelîser hinek bûn holdîng, hinek bûn wekîl û şaredar, hinek bûn mîr û wezîr û hinek jî wek Gulbahar Ormek bûn diz, gendel û bertîlxur.

Û Kurdên wek min xwelîser û ehmeq çi kirin?

Bi xirrê min girtin, ji bêaqilîya xwe dîsa li rastê man, ne mal ma û ne can wesselam…

gulbahar ormek

Categories
Cilêtçî MihêKadînQuncik
No Comment

Leave a Reply

*

*

RELATED BY

  • STRANA MEZRA BOTAN

    Mezra Botan.. Tu karî bêjî berî niha bi çend hezar salan tiliyên me di zeviyên te de şûn vedane. Ka bihêle ku dîroka derewîn li berxwekeve, bê ji hewdikê...
  • Kız Kereçi Xatun Olmaz!

    Mêro boxboxakî mêran bû, çû dil ket qîza qereçî, wek yê ku heft salan dil ket çavên beqê! Di bîr û baweriya wî de, wê keçika qereçî jê re...
  • Amerîka bi mastê Kurdekî têr dixwe

    Hesen Almas Nebêjin mast bi kêrî tiştekî nayê û meriv bi firotina mast dewlemend nabe. Kurdê Ezircanê û paşayê eşîreta mastê “Chobanî” ê AmerîkayêHamdî Ulukaya, bi firotina mast bûye...
  • Ekolojîk hevaller

    Hevallerên me ji bo go serê Kurdan bişon û wan ji bîr û hizrên netewayetî dûr bixin, ji 101 bîran avê dikêşin, wan bi fikir û îdeolojîyên berî hezar...
Lotikxane