Qey ewên hatin kujtin ne insan bûn

Ehmed Beyan

Heyfa me Kurdên xwelîser ku hefsarê me ketiye destê neKurdan, destê berjewendperest û Tirkmancan. Wek dibêjin „Serê dêr bi gû ye, binê dêr bi gû ye“. Em ji ku pê bigirin, gû bi me ve dizeliqe. Xwezî gûyê Kurdan bûya dîsa xem nedikir. Lê gûyê xelklerên Tirkîyê ye û ev gû wek zemq û şîrêza Nursel Aydogan e, ku bi meriv digire, hew berdide, meriv jî pê diherime.

Axir…

Mesela me li ser wekîla HDP xaltîka me Selma Irmak bû.

Li Sûr a Amedê, Cizîrê, Şernex, Silopî, Hezex û Nisêbînê heta îro bi hezaran keî û xort, jin, zarok, pîr û kalên me hatin kujtin. Ji ber siyaseta xendek û bîr û koncalên PKK û HDP, bajarên me yeko yeko hatin wêrankirin, kevir li ser kevir nehiştin. Kurd derbeder bûn , koçber bûn û li çar alîyên dinyayê pijiqîn. Ne mal ma, ne can ma, ne jî war. Û navê vê malwêranîyê jî kirin „serkeftin“ û „qezenckirin“. Wax mala minê wax….

Ji bo kujtina bi hezaran mirovên Kurd, kesekî/kê dev ji kursîyê xwe, dev ji mûçe û meaşê xwe berneda, derneket kuçe û kolanan û dilopek hêsir ji bo Kurdên xwelîser nerijand. Lê ku kursî û berjewendîya wan dikeve û ket xeterê, wek ku tu tirşo û leymûnê têxe devê wan, vediciniqîn û li xwe hay dibin. Aha yek ji wan jî xaltîka me Selma Irmak e. Selma Irmak a ku gellek caran êrîşî PDK û Barzanî dikir, îro jî ketiye heyra kursîyê xwe, wekîltîya xwe û 17.000 lîreyên ku ji meclîsa Tirko werdigire.

Çi gotiye xaltîka me Irmak?

Ji çapemenîyê re gotiye:

„Em dixwazin di zemîna meclîsê de kar bikin û naxwazin terka meclîsê bikin. Heke em terka vê zemînê bikin (yanî terka meclîsa AKP bikin), wê gellek insan jiyana xwe winda bikin û bimirin“ filan û fîstan.

Yanî çi?

Yanî, „heke hûn naxwazin zêdetir Kurd û Tirk (bi taybet jî Kurd) bên kujtin, divê hûn me ji meclîsa AKp dernexin, me ji kursîyê me yê çermê xezalan nekin, me bê pare nehêlin û birçî nekin“ filan û bêvan.

Bi kurt û Kurmancî; tu dibê qey ew Kurdên ku heta îro hatin û tên kujtin, ne insan bûn.

Heke Selma xanim ji meclîsê bê avêtin (hem jî meclîsa ewê ku ji sibê heta êvarî êrîşî wî dikin û ji xwe re kirine dijminê sereke), wê zêdetir insan bên kujtin. Û helbet herî zêde jî dîsa wê Kurdên reben bên kujtin.

Îcar ji bo xwedê ya Erdogan!

Ji bo xwedê û pêxember ya Bahçelî!

Ji bo xatirê Kemal û Ismeto, ya CHP!

Law xaltîka me Selma Irmak ji meclîsa xwe navêjin bavê min!

HDP ji meclîsa xwe navêjin bavê min!

Yaw em hew dixwazin zêdetir Kurd bên kujtin babam!

Êdî bes e wî!

Enqere

About The Author