Nawshirwan Mustafa, an Iraqi Kurdish Politician and the head of Kurdish "Change" opposition movement, shows his ink-stained finger after voting in Sulaimaniya, 260 km (160 miles) northeast of Baghdad March 7, 2010. Explosions killed 24 people as Iraqis voted on Sunday in an election that Sunni Islamist militants have vowed to disrupt, in one of many challenges to efforts to stabilise Iraq before U.S. troops leave. REUTERS/Jamal Penjweny (IRAQ - Tags: POLITICS ELECTIONS) - RTR2BBPU

Mamê me bû „Brayê Gewre“

Mistefa Kerkûkî

Wek hûn zanin, rêketin û lihevhatinek di navbera YNK û Tevgera Goran de çêbû.

Hinek dibêjin : „Li hev banîyan, bêrîya hev kiribûn û ji ber wê li hev hatin“.

Hinek jî dibêjin:„Ez bi serê Mam Celal kim ne rast e. Sofîk û melayên Îranê ew li hev anîn da ku cîh li PDK û Barzanî teng bikin û referandûma serxwebûnê nedin çêkirin“ filan û fîstan.

Lê mesela me ne li ser vê ye, li ser mezinbûna mamê me Newşîrwan Mistefa ye.

Li ser bextê fitne û fesadên nava Rûdawê be, dibêjin piştî rêketin û lihevkatina YNK û Tevgera Goran, lotikvanê mezin, mamê me Newşîrwan Mistefa ji alî YNK û Goran ve wek „Brayê Gewre – Brayê Mezin“ hatiye qebûlkirin û payebilind bûye. Yanî, ji îro û pê de piştî Mam Celal, di nav YNK û Goran de kesê herî mezin û xwedî gotin, mamê me Newşîrwan Mistefa ye.

Dîsa li ser bextê Rûdawê be, dibêjin Şêwirmendê Politburaya YNK Dilşad Ebdruhman jî gotiye ku „mijara brayetîya gewre (mezin) ya Newşîrwan Mistefa di nav partîya wî YNK de nabe cihê nîqaşan kaka“ û mezinatîya Newşîrwan Mistefa ne tiştekî ecêb e.

Ez serê we neêşînim, wer xuyaye ji îro û pê de wê goştê elokên YNK û Goranê tev ji mamê me Newşîrwan Mistefa re bin û wê zikê xwe bi goştê elokên YNK jî bike meşk.

Ê de mezinatîya mamê me Newşîrwan Mistefa li ser xêrê be, rebbê alemê goştê elokên YNK, Goran û Tehranê ji sifreya wî kêm neke rebbî…

Kerkûk

newsirwan2

About The Author