Mîztin

Mesela; dema bi otobozê ji bajarekî diçim bajarekî hîç naxwazim biçim bi heq bimîzim. Ne ji bo wî yek tlyê ku ez ê bidim dergevanê tuwaletê; nizanim hema zora min diçe dema çalakiyeke xwezayî li devereke nexwezayî diqewime. Vê pêla dawî, xalê me Mûrad Karayilan dîsa fitêz guheriye. Berê tirimbêla xwe bi Kurdistana serbixwe vekiriye. Û heval û hevalên li ber tîna şoreşê carina germ, carina dicemidin, dikelin dikelin dipejiqînin…
devliken
Doh bi şev ji Antalyayê ber bi Stenbola xopan ve herikîm. Min tenê yek quriş jî neda dergevanê tuwaletê û kêfa wî neanî. Otoboza me li ku sekinî, min berê hespê xwe li xwezayê qewimand û bi haweyekî xwezayî xweza av da. Jixwe siyaseta kurdan, li ser xwelîserî, belengazî û nezaniya kurdan dimeşe. Biharî em kurdistanî, havînî demokrat û biratîparêz, payîzî ekolojîst û kantonîst, zivistanî jî em xweserî û xwelîserîparêz in. Mîna margîse em her xwe diguherin…

Mîz esasê her ramanê ye û mîzîstên mîzîzmê karin di nav her ramana bi îzmê diqede de bimîzin. Xwezaîstên resen mîzîst in. Û bimîzin…

Rast derew xêr û guneh di stuyê Nayîf Saribatûrê çapemenîst de be, dibêje, Idrîsê HDPyî di heqê biryara parlamentoya Elman de ku komkujiya ermenan hatibû qebûlkirin, nerazîbûna xwe aniye zimên û gotiye, „Bûyerên sed sal berê qewimîne birayên me yên tirk eleqedar nake.“ Û li parlamentoya Elman parlamenterekî tirk ji bo Talat paşa, Enwer paşa û Cemal paşa got, ew qesab in, kujer in. Lê heger rêya we bi Antalyaya xopan ket û dilê we û ketina bahrê çêbû, temiya min li we, heger mîza we hat jî, li malê yan jî li devereke ne ekolojîk nemîzin; xwe bigirin û biçin di bahrê de bi haweyekî ekolojîk bimîzin. Mîzkirina nav bahrê û orgazbûna pevşabûneke şehwetîk wek hev in.

Gelo xalê me Mûrad Karayilan heya bigihêje Kurdistana serbixwe, wê fitêza tirimbêla xwe biguhere yan na? De maşalê di vê rêya pîroz de fitêz û firêna tirimbêla wî biteqe û çi kartonîst, çi biratîst, çi eşmeîst, çi xweserîîst hemû astengîstên ku derkevin ser rêya wî bi tekerên tirimbêla wî ve bibin nanik û bieciqin. Mîza min hat; ez biçim bimîzim…

About The Author