YNK bû 41 salî û kamil bû

Belê, Yekîtîya Nistimanîya Kurdistanê (YNK) 41 salîya xwe tije kir û kamil bû. Helbet di van 41 salan de kabrayên YNK goştê gellek elokan xwarin. Li me jî dikeve ku em xwarina goştê elokan li wan pîroz bikin û ji wan re serkeftin û pêşketinê bixwazin.

Lotikxane

Aha ji we re naveroka beyannameya Mekteba Siyasî ya YNK:

Kes û karên şehîdên bi rumet

Heval, dost û alîgirên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê yên bi ser şopa şoreşa nû ya gelê me dimeşin, îro di emekê de ku em helkefta damezrandin û destpêkirina herudyan pîroz dikin. Em bi vê helkefta mezin bi silavên gerim her du salvegeran li we pîroz dikin, ta ev helkeft ji gelê me re herdem helkefta serberzî û rumetê be, û ji bo hemû gelê Kurdistanê helkeftek nîştimanî, netewî û demokrasiyê be, ji ber ku YNK`ê û şoreşa wê ya hemdem ji bo van nirxan herdemê li qadên xebatê bûn, YNK`ê dîroka 1/ 6 / 1975 di nav wijdana tevgera rizgarîwaz a gelê Kurdistanê de kir bi ezmûneke partîzane ya nû, û ji dîroka roja 1/ 6 / 1976 kir bi îstgeheke şoreşa hemçerx a demdirêj ku li ser hîma rêbazeke pêşverû ya siyasî û fikrî radibe û bi îrada gel a şoreşger ku hêza serkeftinê tekoşîna xwe de berdewam kir.

Dîsa bi helkefta salvegera damezrandina YNK`ê, em silavên xwe yên bê sînor arstey dengdêrên YNK`ê dikin, ew dengdarên ku aram aram û bi coş di 30 / Nîsanê de Kurdistanê hemû hejandin û dujmin tirsandin.

Havalên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi teybetmendiyên xwe yên netewî, demokrat û pêşverû ku di bernameya xwe ya netewî û civakî de hembêz dike û bi îradeya xwe ya pola bo destpêka xebata nû, û karî li bermberî astengiyan û zordariyên qonaxa piştî têkçûnê zal be, di demkê de ku rêjîma Baes di rojên şerê sar de ya di navbera hêzên mezin de bi peywendiyên xwe yên herêmî û navdewletî Kurdistanê dagirdikir, li dijî gelê Kurdistanê û tevahiya tevgara demokrat a li Îraqê pêkanîn xwe yên şovenîst bi kar tanî, hemû behremendên welat ên aborî, mirovî jib o bi hêzkirina desthilatdariya xwe ya Eskertî û şer bi kar tîna, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi xwendineke rast ji rastiyên hey re bi bergiriyeke şoreşgerî banga xwe ya şoreşgerî kir, hêzên Kurdî yên pêşverû yên belawala û hêz û morala cemaweên Kurdistanê bi mebesta berxwedanê komî serhevkirin, yekîneyên pêşeng li dijî Erebkirin, kocberkirin û Baesîkirinê avakirin, û xwe radestî rastiya dagirkerî û tarîtiya şovenizma Baes nekir.

Her çendê YNK`ê destpêşxûruta şoreşê kir çirûska wê pêxist û ala berxwedanê rakir, lê YNK`ê tu hewilneda qadên tekoşînê bi tenê di destê xwe de bigre, lê her dem û li ser hîma nirîneke demokrat a Kurdistanî hewil wê yekê dida ku li dijî rêjîma Sadam hemû xebat dikin yek bin, û bi vê bihna şoreşgerî weku hêzeke bereyî kar kir û ji roja damezrandina xwe û baga xwe ya Kurdewariyê de banga kargêtiya hevbeş û lihevhatina giştî û damezrandina bereya Kurdistanî kir, û YNK`ê bi tenê bi vê nirîna xwe ya stratejîk dît yekrêziya Gel merceke serke ya serkeftina vê xebatê ye û bi vê ruhî nexşa raperîna gelêrî danî rêberiya wê kir û agirê wê pê xist.

Îrada serhildêrên YNK`ê û nirxandinên wan yên rast ji qeyranên ku rêjîma Sadam dikete nav de û siyasetên wî yên çewt ya bi tenê hewla ferehkirina faşîzmê dikir û berve têk çûn û rêxandinê ve di çû, li gel îrada gelê Kurdistanê ya cara yekem di dîroka şoreşên Kurdistanê yên dem dirêj de karî bighîje îstgeha raperînê.. Kurdistana azadî diyarî xebatkar, tekoşeran û rizgarîxwaz bike û rêya ezmûneke demokrasiyê li ber gelê me veke ku ev 20 salin birêve diçe.

Gelê Kurdistanê

Xûşk û bira

Serbilindiyeke ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê berhema tekoşîna tevgera rizgarîxwaz a gelê me û şoreşa nû, gula azadiyê û riya demokrasiyê û hilbijartinan, gula parleman û hikûmeta Herêmê werbigre, ev bo YNK`ê serweriyeke ne minete, ku gele qurbanî dan û ji bo mafê çarenûsî tekoşîn da, di encamê de Kurdistan ji qedera mafê otonumî ya kûr rizger kir û berve mafê otonumiya rasteqîne ve bir, nexşriya federaliyetê kir diruşma sereke ya hilbijartinên adara 1992`an ku yekem pêngavbû berve serkeftinê û mafên rewa li ser riya çarenûşa netewa Kurd e, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê divê îstgehê de weku hemû îstgehên berxwedana zîndanan û qehramtiya pêşmerge û şehîdbûna fermandar û hêzên pêşmerge, xwîn û qurbanî dan, ta ezmûna hikûmraniyê li Kurdistanê lidar be, û karî bi planên çi navxweyî be yan herêmî be vê ezmûnê weku nimûneyekî serkftî ya erkên demokrasiyê pêk tîne ava peyt bike, di nav navçeyekê de ku tu carî azadî û demokrasiyê di nav xwe de ranake û tu ranake ku Kurd serbilind bin, ev yek temeneke bihua dixwest û YNK`ê bê nirx ev yek da.

Dost û hevalên YNK`ê

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û bi sebreke şoreşgerî mezin heya qonaxa rûxandina rêjîma Sadam di xebarê de meşa xwe dewam kir, di vê qonaxê de Gelê me ne bitenê ji kul û derdê Enfal û kîmyabaranê rizgar bû, lê di heman demê de ji nîgeraniya ku destkeftiyên Raperînê, hikûmet û parleman jî ji dest biçin rizgar bû ku herdem heya ku rêjîma Baas heba dê di metirsiya windabûnê de bane, bi rûxandina rêjîma Erebkirin û bi darvekirinan, YNK`ê bi hêz berê xwe da wê yekê ta federalî di destura demokratîk a Îraqê de bête peyt kirin, bigre ji riya xebata hevbeş a Kurdistanê de, Rêberê şoreşa nû û sekreterê giştî ya YNK`ê serok Mam weku yekem serokê hilbijartî yek serokkomarê Kurd Celal gihîşte serê desthilatdariya desturî li Îraqê û bo şahidê guhatina mezin di giranî û cihê Kurdan de çûbûye di v qonaxa siyasî ya nû de li Kurdistan û Îraqê û têde hevkêşeya peywendiyan di navbera Gelên Îraqê de hate guhartin, ger di demên bihurî mafên Kurd di nav otonumiyeke teng de bi danûstandineke ligel rêjîmeke ne demokrat diyar bibûn û gihîşte çariyeke ku Kurdistaniya deverên ji Kurdistanê hatine derbirîn înkar kir û bin pê kir, di destua Îraq a federal a hilbijarde de, federaliyet û mada 140 û hevkariya wekhev hatin misoger kirin, bê guman em`ê hikûmeta Îraqê ji ber wê hişayar bikin ku ji vir û pêve polîtîka dem windakirinê di cibicîkirina mada 140 de dê ney pejrandin, ji bo biryara girîng bête girtin dem nêz bûye, yan divê Îraq weku çawa di diruşma sereke ya YNK`ê di hilbijartinên 30 Nîsanê de 2014 de daye pêş vê mad cîbicî bike ,yan dê gelê riya xwe ya berve mafê çarenûsî avabike.

Welatiyên Kurdistanê

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, bi xebata xwe ya şoreşgerî û pêşmergeyetî, xebata cemawerî û siyasî, demoratîk û sîvil bo çepsandina mafên kesayetiya Kurd bi hemû çîn û beşên civaka Kurdî, ji bo wekhevuya jinê û dabînkirina geşûhewaya xebata sendîkeyatî û dadweriya civakî, bi mebesta avadan û jiyaeneke bi rûmet dabînkirin di xebata xwe ya birêvebirina hikûmeraniyê de, her serwere, bi ev demburiya bi destkeftiyan dagirtî, pê ne were ku her tişt temam bûye û ev ezmûn bê kurt û kêmaniyan ye, lê ji aliyê xwe ve û di hemû qonaxan de rexne li ezmûna xwe û kêmû kurtiyên xwe girtiye, bê ku ji ber dane baca ew zamîne ku ji bo rexeneyan bo azadiyê û geşûbayê demokraiyê amadekiriye pûşman be, lê vê yekê hêjayî qurbaniyên xwe yên bi rumet dibîne, û tu hêz û sedemek yan êrişa terora fikrî û siyasî ya bi ser alîgir û dostên YNK`ê de bi kar hatine dê wê neçarnekirin ku ji ber hilbijarteya xwe ya demokratîk pêşman bibe, lê tersî vê yekê dê bi wêrekî parastina hilbijarteya xwe bike, ji ber ku YNK`ê ji ber tiştê pê bawer tu carî pûşman na be.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di çarçoveya ezmûna xwe de kêmaniyan ji nêz ve dibîne, û kêmaniya herî baş li ber çav diyar bû, ku ne Partiyên di desthilatdariyê de bûn û ne yên di opozisiyênê de bûne, nekarîn baş ligel xalên hevbeş û yên rêkeftin li ser hatine kirin ji bo birêvebirina qonaxa bihurî bidin û bistînine, her çendê di vê dawiyê de hemû alî beşdarî kabîna pêş dibin, rastiyê derxiste holê ku teza YNK`ê ya dibêje ku partî di serî de ji bo ku cihê xwe di desthilatdariyê de bigre têne avakirn, ne ji bo ku herdem opozisyon bine, ji ber ku rastî û dirustiya bernameyan di desthilatdariyê de derdikevine pêş, û derkete holê ku ji rexne li kêmaniyên desthilatdariyê girtin derketin û berve hewldana rûxandina desthilatdariya Demokratîk ve çûyîn şaştiyeke stratejîk û çavreştî bû û ji bilî vê yekê ne tiştekî dine !

YNK`ê pê dilxweşe ku nexşeriya hikûmeta bingefereh û yekrêziya nîştimanî îro riya hemûyane, û ji ber ku soz daye cemawerên Kurdistanê dê ew bê kêmanî û aktîv beşdarî hikûmetê be û cudahiya ramanî û siyasî biparêze, û bi xebateke bê hempa li ser hîma nirîna rexngir dê beşdarî hemû qonaxan be, û li ser hemû astên birêvebirina hikûmraniyê ji bo parastina yekrêziya Kurdî û bi destxistina encamên ku gelê me li hêviyê ye û pêşxistina destkeftiyên gelê Kurdistan, ji bo diyalokê amade ye: çi li ser asta Parêzgehan be, Herêm yan Baxdadê be.

Yekîtiyên serberz

Keç ş kurên xebata dûr û dirêj

Nifşa siyem a YNK`ê

We di vê îstgha nû de ji xebata demokratîk a Yekîtiya we, rihê xwe ya şoreşgerî parast, û bi îrada pola ya pêşmerge we pişta xwe da hev û rihê xwe we da ser destê xwe di mefrezeyên pêşeng d, we destana rabûna Yekîtiya we ( Yekîriya Nîştimanî ya Kurdistanê) di nav rûpelên xebata hemû nifşên YNK`ê de nivîsand, ji mafê we ye hun bi hevrêtiya YNK`ê serbilind bin, yê ku ji 41 salî ve bi hemp rêberên xwe, endamên û dostên xwe ve ji bo Kurd û Kurdistanê bûye sermayeke ji qurbaniyan li her çar perçeyan, di vê qonaxa siyasî ya nû de nifşa siyem ji niha ve dest pêkir erkên giran ên dikevin ser bi milê wê ve cîbicî dike û dê YNK`ê vê qonaxê jî bibe serî.

Ji mafê hemû xebatkarên YNK`ê ye berhemên sebr, tekoşîn û berxwedana xwe wergirin, di dawî de siyaseta terora cesedî ne karî bû çoka YNK`ê dayîne erdê û serî xawr bike, û YNK`ê karî di vê qonaxê de ew terora siyasî, fikrî, ruhî û nexşeriya nedirustan û planên wan têk bibe, û rastî û rawatiya rêvbaza YNK`ê weku rêbazeke rasteqîne bi giştî derkete holê ku rêbazeke sosyal demokrate, rêbazeke sererastikirna şaştiyan e û ji rexneyan ne tirsîn be û lêborîn ji Gelê me xwestine, di demkê de ku YNK`ê gelê kaniyeke bê dawî ji hêz û sermaya xwe dibîne, di heman demê de Gel jî YNK`ê eyneya ku rastî têra dibîne nas dike.

Ji ber vê YNK`ê li pêşberî Gel û li gorî bernameya xwe ya hilbijartinan a nû soz da papend be bi soz û peymanên xwe yên giran, YNK`ê bi îrada xwe karî ji bin bandora encamên hilbijartinên 21 / Îlonê 2013`e, terora fikrî û siyasî yên dijberan derkeve, û encamên ne baş û bandorên ku ji ber derketine holê di nav bernameya xwe ya zelal û zane ya hilbijartinên 30 Nîsanê 2014`e de ber alî bike, û ligel vê jî daketina rêjeyên dengan di hilbijartinên 21/ 9 / 2013`e de û gumanên li ser dihatin avakirin jê bir û kire bi serkeftineke mezin ku ew ji aliyê xwe saşûmaşo bimînin, YNK`ê yê ku şerê piskolojî, şerê teroa fikrî û siyasî li pey xwe hêşt û derbas kir, soz dide dost û dujminan ku dê her ew Yekîtî be ku her kes wê dinasê, kevoka spî û bayê xweş a qonaxa aştiyê be, şikestinek dê wê ji îradeya demokratîk dûrnexîne û ne dê serkeftnek armancên netewî pê bide ji birîkirin, di herdu rewşan de dê parêzvanê demokrasiyê û mafên gelê me be, û dest berê azadî û wekheviya di navbera Jin û Mêr de be.

Hevalên YNK`ê yên li her organekî xebat dikin

Di bin siya rewşa nû de ji rabûna YNK`ê, em careke din û ji her demekê bêtir li ber îstihqaqên mezin de ne ji nûve xwe ji bo qonaxa pêş ve birêxstinkirin û peykeririnê dene ji bo tekoşîna pêş a YNK`ê, em li ber îstihqaqa dekomrasiyê, netewî û birêvebirina hikûmraniyê de ne ku ji me hemûyan daxwaza Yekîtiyeke nîştimanî ya Kurdistanê bê hêztir û nûtir dike, û ji ber vê yekê YNK`e ya bi hêz û serxwe, pêdiviya me bi kongireyeke ( Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanî ) bi hêz heye, kongireyek ku yekrêziya di nav YNK`ê bêtir xort bike û YNK`ê ji bo erkên pêşerojê bi bernameyek û birêveçûneke yekgirtî bi cih bîne amadebike.

Em di wê baweriyê de ne ku helmercên geşbînî ên piştî hilbijartinên Nîsanê derketine holê ligel xwe jînegehek bêtir bi serhevhatî avakir û heya astekî ew metiriyê bi ser YNK`ê û nevxwe ya YNK`ê de dan aliyekî, hêviya me ew hemû Yekîtiger ( alîgirên YNK`ê bi riheke lêbûrîner ji serkeftina amadekariyên kongirê kar bikin, ji bo yekîtiya nevxwe ya YNK`ê û hêvî û baweriya ku cemawer ji nû ve pê anî kar bikin, zemînek baş ji bo kongireyeke serkeftî ligorî dîrok, rewş û pêşroja YNK`ê avabike.

Ji bo yekîtiyan ev qonaxa nû ji bo her kesî qonaxa fedekariyê ye, ji bo berjewendiya yekrêziya navxwe ya YNK`ê qonaxa fedekariyan ne, ji bo Yekîtiya Nîştimanî ku gelê me jê hêvî dike rêberiya qonaxa pêş bike, qonaxa biryara dawî ya çarenûs a bi nexşeriyeke yek sal bo vegerandina Kerkûk, Xaneqîn, Mexmor, Şengal û deverên din yên ji Herêma Kurdistanê hatin birîn.

Ta ew armanc pêk bên

Silav li YNK`ê û salvegera damezrandina wê û şoreşa wê ya nû.

Di vê salvegera mezin de silav li Rêberê şoreşa nû Mamê Kurd û Yekîtiyan, ku em çav li rêne hêviya gelê vegerê.

Silav li şehîdên Kurdistanê yê bi rumet, şehîdên serkirde, fermandar, pêşmergeyên şoreşa nû û raperîna serberz.

Silav li kes û karên şehîdan , zîndaniyên siyasî û pêşmerge, kêmendamên kozikan û pêşmergeyên niha di kozikin avadanê de cih digrin.

Silav li Yekîtiyan, li cemawerê YNK`ê û dengdêrên wê.

Silav li nifşa pêşerojê.

Salvegera 41`mîn ya damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya pêr, îro û pêşerojê pîroz be.

Pukmedia

About The Author