DÎLANA ŞOREŞÊ

Medenî Ayhan

Kîja rêheval
Tewaf dike axa welat
Sed hezar dil bi dengekî stranê dibêje
Û bi dûve dimeşe
Li zindan Çiya
Û bajara bi hevra dilîze agirê şoreşê
Seknandin li dila tuneye
Ku risasê li ser riha bihelînin
Tahtilerd û korîma Ehriman be
Dîsa çîrokê mirinê bêje çi ye?
Kî lê dihishise?
Mirin jibo jiyana nû û azad be
Li ser sera û çava tê
Bila heya heya bê: “ Pejka baranê li erdê nayê û siberok li axê dernayê”
Ev hesreta Mem û Zîn’ê ye
Yorî lê nare
Ji dilekî tê û bi dengekî tê gotin
Strana eşqa mezine
Qêrîn li ezman nasekine
Ev dîlana şoreşê ye
Geş dibe
Gel bi hûrizî hildikşe çiyê
Û dizivire bajêr
Deng li wê stranê qut nabe

About The Author