Ha wa hat û ha wa çû

Erdoxan, ev serê hefteyekê ye, her roj, rabû pesnê Muhamed Elî da, rûnişt pesnê Muhamed Elî da, di ser gû de pesnê Muhamed Elî da, di nav nivînan de pesnê Muhamed Elî da, da da da…
devlikenAxir, Erdoxan çû Emerîkayê û kortika stuyê xwe xwirand û di nig de vegeriya.
Hesabê malê û sûkê li hev derneket.
Di merasima koça dawîn a Muhamed Elî de dinya qûriya. Ji her hêla dinyayê cûrbecûr kesên navdar li wê merasimê hazir bûn.
Erdoxan bi forsa xwe bawer bû û wek dîkê qoqo ji ser xwe ve çûbû, lê wek difikirî neçû serî; şeytan pê keniya. Hahamê cihû bi terza Muhamed Elî kroşeyek li nav çavê Erdoxan xist, Erdoxan nakawt tûşî erdê bû.
Bi wê kroşeya xwe yî mûhteşem-bêhempa, Hahamê cihû yî dilpola, kîrê xwe heya kokê xist qûna Erdoxan û şêx û mele û heciyên Siûdiyê. Ez bawer im heya hefteyekê Erdoxan ê ji qesra xwe yî gewre dernekeve.
Ha wa hat û ha wa çû
Delîlo delîlo qurbanê
Siwar hat û peya çû
Delîlo delîlo heyranê
Çavê Erdo li Haham ket
Delîlo delîlo qurbanê
Qudûm şikest paş ve çû
Delîlo delîlo heyranê
Ax lê lê lê lê lê lê lê Ax lê lê lê lê lê Erdo
De em bi hev re namirin. Piştî hefteyeke din hûn ê bibînin, Erdoxan ê ji bo Muhamed Elî bibêje,“Jixwe ne tu qeşmer bû, rehmetî…“
Min go heta meytên xelkê şoreşger in!

About The Author