Gava xwedê aqil belav kir

Li ber televizyonê me. Oldarekî tirk î emrê wî sê tirên keran maye di kadrajê de ye.

Ji xêndî wî du beradayiyên din jî hene; yek jê pêşkêşvan e, yê din jî her du destên xwe heta enîşkê lê qulipandiye li benda dîrektîfên mele ye.
devliken
Li ber wan firaxek tije ax…

Pêşkêşvan dipirse:

„Mele! Heger av tune be em ê çawa destmêj bigirin?“

Mele bi cilûbergên xwe dişibe aktorekî Holîvodê. Bi awayekî qure û berdûş dest pê kir.

Wî got û pê re pê re beradayiyê din jî ew ax peland û bi xwe da…

La hewle wela û quzilqurt û nizanim çiqas bela!

Pêxemberê wan ji bo wan ji wê qirêjî û gemarê xelas bike nimêj îcat kir, ev xwelîser di sedsala bîst û yekê de hîn jî xwe di nav qirêj û gemarê de pîrozwer dikin.

Xwezî pêxemberê we berî paqijiya bedena we ji bo paqijiya mejiyê we jî rê-rêbazek îcat kiribûya.

Av tune ye neke wê nimêjê. Heger tu yê bibêjî na pêwist e ez nimêj bikim jî, xwe bike qurbana min bi wê gemarê xwe nelewitîne û nimêj bike ezbiheyran.

Gelo dema Xwedê aqil belav dikir, musliman di ser gû de bera mêşên dora xwe didan?

About The Author