Oxlim bihuşta xwedê kir kerxane

Evan dolheram û zinêkarên ku li ser navê misilmantî û ola îslamê gûyê dêya xwe dixwin û vir û derewan dikin, misilmantî jî, îslam jî li ber çavê me reş kirine. Zinêkarên heram ewqas vir û derewan dikin ku ne hatiye bihîstin, ne jî hatiye dîtin. Tu dibê qey şirîkê xwedê û pêxember in û di dema wan de, li kêleka wan jiyane. wek liba tizbîyê çîrok û çîvanokên Mihemed pêxember dibêjin, geh diçin bihuştê û vedigerin, geh diçin berî 1400 salî û vedigerin û çîrokên ku zarok jî pê dikenin dibêjin.
ciletci-mihe
Meselen nivîskarê Tirk û îlahîyatçîyê virek Alî Riza Demircan.

Alî Riza Demircan, bi serê xwedê, pêxember û melkemot sûnd xwariye, jina xwe ji xwe berdaye û behsa bihuştê û zilamên ku biçin bihuştê kiriye.

Çi dibêje virek Demircan?

Dibêje:

– Li bihuştê herî kêm wê 72 horî bibe para zilaman. Kesên ku mumînek baş û sadiq be, wê 100 horî bibe qismetê wî. Jinên li bihuştê piştî seks û nîhandinê, wê dîsa bibin keç û vegerin ser keçkanîya xwe.

– Li bihuştê wê her zilamek bibe xwedîyê hêz û qiweta sed (100) zilamî. Kesên biçin bihuştê wê vegerin ser 33 salîya xwe. Zilamên bihuştî wê bê pirç bin, wê pirç bi laş û bedena wan ve tunebe, wê bi rîh û simbêl bin, wê çavkilkirî bin.

– Jinên ku biçin bihuştê wê bibin qismetê zilamên ku di ber ol û dîn de şehîd ketine. Wê jin pênc zilaman nexwaze, tenê zilamekî bixwaze. Û ew zilam jî wê xwedîyê hêz û qiweta pênc zilaman be, wê jinikê têr bike (têr nîhandin bike) wê bextewar bike.

– Zilamên ku biçin bihuştê kîrê wan sist nabe, wê kîrê wan tim û tim repkirî be. Zilam, wê karibe hem bi jina xwe re, hem jî bi horîyên xwe re ji sibê heta êvarî seks û nîhandinê bike

Filan û fîstan û quzê kerê..

Hûn dibînin ne?

Evan bêbavan bihuşta xwedê jî kirine kerxane. Tu dibê qey çûne bihuştê, her tişt jiyane, dîtine û vegeriyane.

Ez serê we neêşînim kezebno, li gor van bêbav û zinêkarên dolheram, rebbê alemê her tişt ji bo kîrê wan ava kiriye û tew kerxana herî mezin jî li bihuştê ye.

Wey tifûûûûûûû li we be, li fikar û ramana we be, li oldarî û dîndarîya we be û hew!

ali riza

About The Author