Ta vî sînorî û bes!

Yanî qaşo min gotibû ku êdî nema dinivîsim, lê carna tiştin nû têne rê ku mirov ji toba xwe vedigere û cardî dest bi lotikên kurmanckî dike.
bazo
Îro di malperên fis û tirbûkê de, cardî tiştekî balkêş min xwend, ew jî lotika birakê me Salih Muslim bû, ku gotibû dema netewbûnê derbasbûye û êdî pêwîst nake kurd serên xwe bi kurdistanek serbixwe re bêşînin. Ango pêwîst nake ev çil melyon kurdên ku hezarên salane, di nav destên Çirto û Virto de, qêr û hawara wan e, xwe bi vê xewnê mijûl bikin û dilên xwe pê xweş bikin. Bi gotineke din, Rêberê Kantonên Rojava, wê wan ji gunehên wan bişo, di ser Pira Selatê re derbaske û wan bighêne Komara Demoqratîk!

De bajooo, berxê bavê mino bajoo! Welleh we demoqratî jî li ber çavên me reş kir haaa!, ma çima tu nabêjî ku dema dîktatoriyetê û biryara takekesî dawiya wê hatiye û biryar, biryara gel e, wî çilo xwest, bera wilo be! ma tu ê di ber me de sond bixwe ku me dewlet navê kakacan? ma ew ne Inglîz in ku niha bi biryara gel dixwazin bizanibin, ka wê di Yekîtîya Ewrûpayê de bimînin yan na? ma çi ji wan kêm e birakooo? Naaaa, ta vî sînorî û bes!

Dibêjin ku, di şerê cîhanê yê duwem de, rojekê Hitler û Jamal Abdunnasir li ser avahiyeke heft qatî hevdu dibînin.

Jamal Abdunnasir ji Hitler dipirse: Erê, hûn bi çi îradeyê şerê vê cîhanê hemî dikin?

Hitler dibêjê: Ezê niha nîşanî te bidim.

Ew radibe çend leşkerên xwe kom dike, wan dike rêz û dibêje: Marş!

Leşker dimeşin, dighên qiraxa avahiyê, narawestin û yeko-yeko xwe têwerdikin.

Hitler li Jamal dinêre û dibêjê: Em bi vê îrade û hêzê şer dikin.

Îca Hitler heman pirsyarê ji qûnreşo dike, qûnreşo jî dibêjê: Ezê jî niha nîşana te bidim yaxûyî.

Ew jî bang li çend eskerên xwe dike, wan rêz dike û dibêje: Maaarş! Yek-du, yek-du, dighên ber qiraxê û yekser radiwestin. Alrayis ji wan re dibêje: Maarş! Lê eskeran lêvegerand: Nahnû nihub Misir lihad kada û bes! (em ta vî sînorî hez ji Misir dikin û bes).

Ez bawer im, ew şervanên ku îro xwîna xwe dirjînin û lotikên bê îman, li qûna wan daişên mejîqirêj dixînin, wê ji Salihê me re bêjin: Em ta vî sînorî ji te hezdikin û bes!

Kurdistan, 14.6.2016

About The Author