Kî dibê mela qûnektîyê nakin

M. Cemîlê Mûşî

Diyaneta Tirkîyê û misilmanên Tirk ewqas behsa îslam û misilmantîyê dikin ku nayê gotin. Tu dibê qey wan îslam û misilmantî afirandiye û ji wan pê ve kesek misilman tuneye. Roj namîne ku li ser navê îslam û misilmantîyê fitûyên dûrî edeba û adetê dernexînin û zinê nekin. Wek dibêjin, „di bin her tayek rîha wan de şeytanek heye“. Çi şeytanî û xirabî, çi zinêkarî, dizî û destdirêjî hebe, hemû ji bin serê wan sextekaran derdikeve.

Axir…

Mesela me li ser qûnektîyê bû. Her çiqasî qûnektî, ango homoseksuelî, ji demên kevnare, berî îslamê û heta niha berdewam e jî, îslamîst û misilmanên rîhdirêj û şaşikmezin wê wek gunehkarîyek mezin didin nîşandan û qûnektîyê heram dikin. Lê çi hikmet be, ew dolheramên ku qûnektîyê heram dikin, tecawiza zarokên nêr helal dibînin û dengê xwe ji zewaca keçên 6 salî re nakin. Û dîsa çi hikmet be, ew dîyaneta ku qaşo xwe wek dezgeha îslamê dibîne û li Tirkîyê dezgeha herî dewlemend e, di nava xwe de jî qûnekan dihimîne. Di nava wê diyaneta qaşo misilman de belkî bi sedan mela û seydayên qûnek hene. Yek ji wan jî Mela A.O ye.

Li bajarê Kirşehîr ê Tirkîyê, Mela A. O (31 salî) qûnek e. Ango homoseksuel e. Rebeno belkî ji zayendê ve qûnek e, belkî jî piştre kîrê wî li zilaman rabûye û qûna wî li kîrê zilaman xurîyaye. Insan e, tê serê her kesî. Divê meriv ecêbmayî nemîne.

Mela A. O, di Fisbokê de têkilîyê bi B.Y ê 21 salî re datîne, wêneyên xwe jê re dişîne, wî dawetî mala xwe dike û pêşniyaza nîhandinê lê dike.

Xwendevanê zanîngehê B.Y ê 21 salî pêşniyaza Mela A.O qebûl nake. Mela jê aciz dibe, pê de diqîre û diçe. Ew roj ev roj e xwendevanê zanîngehê B.Y ketiye bohranê û psîkolojîya wî bûye wek şorba nîskê.

Axir, piştî ku mesele diteqe û aşîna dibe, xelk û alem pê dihese ku Dezgeha Diyaneta Tirkîyê ne tenê dezgeha îslamê, lê herweha dezgeha qûnektîyê ye jî. Û aşîna û eşkere bû ku melayên dîyanetê jî karin bibin qûnek û qûna xwe bidin.

Îcar henekê xwe bi kesekî nekin qurban. Bawer bikin hûn ji çi bitirsin, wê ew tişt bê pêşîya we û hûn sax..

Diyaneta dewleta Tirk hingî henekê xwe bi qûnekên Tirkîyê kir, aha melayên wê jî qûnek derketin wesselam..

Mûş

About The Author