Başûr deyndarê Rojhilat e

Nasır Babagani

Sala 1974an û beriya kongreya sêyem a partiyê, şehîd Doktor Qasimlo bi vegerandina têgeha serxwebûnê bo nav Partiya Demokrat û serxwebûna biryarê, hîmên teorî û fikrî yên vê partiyê jinûve dariştin. Ev yek ku prestîja Partiya Demokrat li Îran û Kurdistanê bir jor, di heman demê de şokeke derûnî ya bihêz bû ji wan kes û aliyan re ku dilê wan bo Partiya Tûdeya Îranê lêdida. Vêga Partiya Demokrat, partiya piraniya şêniyên Kurdistana Îranê ye û tekane hêz û piştevanê partiyê, gel bi xwe ye!

Ev destpêka avakirina fondasyoneke bihêz û mantiqî bû bo partiyekê ku dixwaze xwe di nav xeleka cemawerê xwe de bibîne û bêyî mineta hêz û aliyên siyasî yên din “bi wateya serxwebûna siyasî” bername û programa xwe birêve bibe û di dawî de ji ber şoreşa gelên Îranê û peydabûna valahiya desthilata siyasî li Kurdistana Îranê, bibe mezintirîn partiya herçar parçeyên Kurdistanê.

Ev qonaxa Qasimlo bû. Ev qonax piştî şoreşa gelên Îranê di sala 1979 heta 1989an berdewam bû û tevî hemû kêşe û pirsgirêkên navxwe yên partiyê, têgeha serxwebûnê bi tundî di nav pêkhateya partiyê û xelkê de praktîze bûbû û cih girtibû.

Piştî terorkirina Doktor Qasimlo û xilasbûna şerê Îran û Iraqê û guherînên navxweyî yên Îranê û xuyabûna yarîkerekî navçeyî wek Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrat hem di warê siyasî de û hem jî di warê rêxistinî de rastî têkçûneke sosret hat. Bi derbasbûna demê re giraniya vê têkçûnê li ser milê xelkê zêdetir dibû. Bêguman gelek sedem hene ku bûn fakterê derketina vê rewşa niha. Lê sedemê herî girîng dîsa meseleya serxwebûnê bû.

Dema em dibêjin Partiya Demokrat nebû dûv û dûvelanga partiyên parçeyên din ên Kurdistanê, nayê wateya nebûna têkiliyên dîplomatîk. Herwiha nayê wateya ku li hember hevkêşeyên siyasî yên din pasîv be yan alîkariya parçeyên din neke. Lê tê wateya ku xwediya gotara xwe be û serxwebûna xwe biparêze.

Eger niha Partiya Demokrat di warê qebare û pêkhateyê de biçûk jî bûbe û kêmhêz jî be, lê serxwebûna xwe wek partiyeke Rojhilat di nav dilê xelkê Kurdistanê de biparêze, ewqasî din mezin dibe û piştevaniya wan di siberojê de ji xwe re misoger dike. Lewma şehîd Doktor Şerefkendî digot: Em siyaseta xwe ji xwe re destnîşan dikin, çimkî em partiyeke serbixwe ne. Çi em biçûk bin û çi mezin, çi em bêhêz bin û çi bihêz, em siyaseta serxwebûna xwe naguherin!

Ez dixwazim li ser bingeha gotinên li jor, mijara xwe bi lênihêrîna partiyên parçeyên din li Rojhilat ve girê bidim û YNKê wek mînak bigirim. Beriya demekê du endamên serkirdatiya YNKê Ferîd Eseserd û Seidî Ehmed Pîre derbarê têkiliyên YNKê bi parçeyên din re gotin: Hevkariya YNKê bi her parçeyeke Kurdistanê re, girêdayî radeya geşbûna tevgera siyasî ya wî parçeyî ye û dûre wek mînak qala tevgera siyasî li Bakur û Rojava kirin ku karîbûn statûyeke bihêz û bi ked û têkoşîna xwe pêk bînin. Herwiha Mela Bextiyar jî carekê qala nemana şoreşê li Rojhilatê Kurdistanê kiribû!

YNK azad e çawa berê xwe bide parçeyên din û partiyên wan û ji ber şêweya têkiliyên wê bi Îranê re, duyemîn parçeyê Kurdistanê piştguh bike. Lê gelo YNKê bi kîjan pîvanê “radeya geşbûna tevgera siyasî” ya Rojhilatê Kurdistanê pîvaye! YNK baş dizane desthilata Îranê çawa li hember Rojhilatê Kurdistanê tevdigere, baş dizane tevî zor û stema vê rêjîmê û rabûna wê bi îdam û girtin û îşkencekirina girtiyên siyasî yên Kurd, lê dîsa jî Rojhilat rojekê jî nesekeniye. Ma YNKê nizane şêniyên Rojhilat di bin desthilata dîktator a Îranê de jî, çi ji bo parçeyên din ên Kurdistanê kirine?

Gava birêz Ocalan hat girtin, kurdên Rojhilat bi hezaran daketin ser cadeyan û dengê xwe bilind kirin û şehîd jî dan. Dema li Başûr, federalîzm hat pejirandin, kurdên Rojhilat bi hezaran daketin ser cadeyan û dîlan û govend gerandin. Gava karesata Şingalê qewimî, tevî rewşa wan a aborî ya xirab dîsa kurdên Rojhilat alîkarî ji koçberên Şingalê re kom kirin. Ji bo piştevaniya Kobanê jî, Kurdên Rojhilat texsîrî nekirin. Gelo ev hemû ne nîşanên zindîbûna vî gelî ne ku li jêr guşara desthilata zordest a Îranê ye? Li Rojhilatê Kurdistanê, Kurd li hember xweşî û nexweşiyên parçeyên din ên Kurdistanê ne xesandî ne û xwedî helwest in.

Di dawî de ez dîsa vedigerim ser gotina xwe ya destpêkê: Serxwebûna Partiya Demokrat tê wateya bidestxistina baweriya gel û derketina ji bin mineta partî û parçeyên din ên Kurdistanê. Jixwe Başûrê Kurdistanê deyndarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye ku ji ber wê gotina kelevajî ku parastina destkeftên herêmê ye, neheqî li xwe û gelê xwe jî kirine.

Rüdaw

About The Author