Ma kewnê wî ne kujtin e?

Bengîn Elegez

Hinek meriv hene nizanim yan kêmaqil in, yan tiredîn in, yan jî xwedê ji wan stendiye. Meselen wek Grigorgi Perelman.

Grigorgi Perelman ê Rûs, ji ber ku pirsgirêka herî zehmet û serêş a matematîkê çareser kiribû, wek xelat milyonek dolar qezenc kiribû. Lê xwedêjêstendê Grigorgi Perelman ew yek milyon dolar qebûl nekir û lingê xwe lêxist.

Lê hûn zanin xwedêjêstendê Grigorgi Perelman îro di çi hal û rewşê de ye?

Ehmeqê xwedê ji nêza, ji birçîna qurequr bi rovîkên zikê wî dikeve, parsê dike û bi wan çend qirûşên parsê dêya xwe ya 84 salî xwedî dike.

Di eslê xwe de matematîkzanê Rûs Grigorgi Perelman, pir şareza û wek rovîyekî kone û biaqil e. Lê çima lingê xwe li yek milyon dolar xist û çima di nav şerpezetî û belengazîyê de dijî, kes nizane, herkes lê mat û ecêb maye. Û tew rojane bi dehan nameyên evînîyê jê re tên û jinên Rûs doza zewalê jî lê dikin.

Îcar hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, ma tiştê ku Grigorgi Perelman kiriye ne ehmeqî û zirdînîtî be, naxwe çiye?

Wer yek milyon dolar qezenc bike, lingê xwe li wan peran xe û di nav jiyanek per perîşantîyê de bijî kuro…

Moskova

About The Author