Pêşmergeyên serxwebûnê!

Mehmed Salih Bedirxan

“Em di wê bawriyê de ne ku ev şer ne şerê parçeyekî Kurdistanê yê. Ev şer, şerê hemû kurda ye. Ev şer, şerê hemû cihanê ye li dijî dewleta terorîst ku navê îslamiyetê li xwe daniye. Hemû kurd divê rola xwe di vî şerî de bigrin. Îro Hevpeymaniya Navdewletî ya ku li dijî DAIŞ’ê şer dike heye. Em jî hevpeymanên wan in. PAK nûnertiya Rojhilatê Kurdistanê dike di şerê li dijî DAIŞ’ê de.”

“Li aliyê din jî em eşkere dikin eger Îran destêwerdana siyasî û leşkerî li Herêma Kurdistanê bike em ê li hember bisekinin û şerê wan bikin. Eger Haşdî Şabî be em ê şerê wê bikin. Eger Îran be em ê şer bibin Rojhilatê Kurdistanê.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi serperiştiya Alî Qazî û fermandariya Husên Yezdanpena û hevalên wan hatiye damezirandin, rengekî nû daye siyaseta Rojhilatê Kurdistanê. Pêşmergeyên PAK’ê bi destpêkirina şerê DAIŞ’ê re li sengeran amade bûn û cihê xwe di sengerên herî pêş ê şer de girtin. Bi serfermandariya Cihgirê PAK’ê Husên Yezdanpena heta niha Pêşmergeyên PAK’ê di şer de bi erka xwe rabûne û derbeyên giran li DAIŞ’ê dane. Baregeha Pêşmergeyên PAK’ê li Mîhwera Rojavayê Kerkûkê ye û sengerên wan jî 7-8 kîlometre dûrî sengerên DAIŞ’ê ne.

Fermandar û Cihgirê PAK’ê Husên Yezdanpena di derbarê şerê wan ê li dijî DAIŞ’ê, hatina wan a sengeran, polîtîkayên Îranê yên Rojhilatê, rapirsiya Kurdistanê de ji BasNûçe’yê re axivî. Yezdanpena tîne ziman ku PAK nerîteya serkirdeyên kurda ye û ew amade ne bi erka parastina Kurdistanê ve rabin. Herwiha Yezdanpena, da zanîn ku ew fişara Îranê ya li ser gelê kurd jî êdî qebûl nakin û ji bilî rahiştina çekan rê li ber wan nema ye.

-Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên ser Kurdistanê bi serperiştiya cenabê te, Pêşmergeyên PAK’ê cihê xwe di sengerên şer de girt. Çima we berê xwe da bere ya şer?

Di reftara her partiyê de û di tevgera her şexsiyetê de eleqeya îdeolojiyê heye. Partiya Azadiya Kurdistanê li ser hêmayê niştimanperweriyê hat damezirandin. PAK, partiyeke nasyonalîst û niştimanperwer e. Li gor nêrîna PAK’ê kurd yek netew in û Kurdistan jî yek parçe ye. Em hemû dizanin ew sînorên ku Kurdistanê dabeşkirine ne rewa ne sînorên siyasî ne. Divê ew sînorên hatine danîn ji holê rabin û Kurdistan vegere ser sînorên xwe yên siruştî. Em ev sînorên dabeşkirî nas nakin. Li kîjan parçeyê Kurdistanê xeterê û metirsî li ser xelkê me durist bibe em amade ne li gor derfetên xwe bi erka xwe rabin. Ev yek sunnet û nerîteya serkirdeyên kurdan bû. Şoreşa Şêx Ûbeydûllah Nehrî hem li Bakur bû û hem jî li Rojhilat bû. Dema Sîmko Axa ket tengasiyê hat Başûrê Kurdistanê û çû cem Şêx Mahmûd. Dema Şêx Mahmûd ket tengasiyê çû cem Simko.

Ez dixwazim bêm ser Komara Kurdistanê jî. Ew ne tenê azmûneke Rojhilatê bû. Ew azmûneke Kurdistanî bû. Du serkirdeyên wê hebûn. Ji Başûrê Kurdistanê General Mele Mistefa Barzanî, ji Rojhilatê jî Qazî Mihemed bû. Parêzvanên Komara Kurdistanê ne tenê Pêşmergeyên Rojhilatê bûn. Ji herçar parçeyên Kurdistanê Pêşmergeyan rola xwe di parastina Komara Kurdistanê lîstin.Ji Bakûr binemala Cemîlpaşa di avakirina Komarê de cihê xwe girt. Kurdên Rojava jî her wisa beşdarî damezirandina Komarê bûn. Mamosteyên kitêbxaneyan gelek jê ji kurdên parçeyên din bûn. Di her konaxê de kurdan alîkariya hevdu kiriye. Lê nûmûneya herî mezin Komara Kurdistanê bû. PAK ew nêrîteya bavûkalan dîsa derxist pêş. Bi heman nefesê bi heman helwestê derket pêş. Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên ser Şengalê cenabê Serok Mesûd Barzanî ferman da û got ‘Kurdistan êdî ne di parastinê de ye. Wê êdî êrîş bike û DAIŞ’ê ji Kurdistanê derxe.’ Me jî xwe amade kir û keç û xortên me bi derfetên xwe berên xwe dan bereyên şer. Ji 5’ê Tebaxa 2014’an me cihê xwe di sengerên şer de girtiye.
Yezdanpena rop  (1)

Heta niha me di gelek mîhweran de şer kiriye. Em di wê bawriyê de ne ku ev şer ne şerê parçeyekî Kurdistanê yê. Ev şer, şerê hemû kurda ye. Ev şerê hemû cihanê ye li dijî dewleta terorîst ku navê îslamiyetê li xwe daniye. Hemû kurd divê rola xwe di vî şerî de bigrin. Îro Hevpeymaniya Navdewletî ya ku li dijî DAIŞ’ê şer dike heye. Em jî hevpeymanên wan in. PAK nûnertiya Rojhilatê dike di şerê li dijî DAIŞ’ê de. Bi beşdariya me ya şer Rojhilat jî di şerê li dijî de bi erka xwe ve radibe. Li Rojavayê Kerkûkê, Xazir, Mexmûr, Qeremûsilê me şer kiriye. 3 hêzên me yên taybet hene. Yek jê li Başiqê, yek jê li Rojavayê Kerkûkê ye, li Maniştê jî hêzeke me heye. Şêhîdên me, birîndarên me hene û em ji bo parastin û berevaniya xaka xwe şer dikin.

-Ez dixwazim bêm ser polîtîkayên Îranê. Hesenê Rûhanî serdana Kurdistanê dike û behsa hin reforman dike. Gelo mimkûn e ku Îran reformekê bike û maf gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê nas bike?

Heta niha jî li Rojhilatê Kurdistanê tu carî fişar ji ser gelê me kêm nebûye. Belkî zêdetir bûye. 20 endamên me niha di zindanê de ne û hukmê îdamê li ser wan e. Sêderekirina zindaniyan berdewam dike. Di warê aborî de fişar û serkutî berdewam dike. Tehran naxwaze kargeheke mezin li Kurdistanê çêbibe. Karsazekî kurd dixwaze li Kurdistanê kargehekê çêke Tahran rêgiriyê dike û qebûlnake li Kurdistanê kargeh çêbibin. Bi tu awayî xebatên cotyarî nahêle çêbibin. Ev babatên aborî bûn.

Di warê komaleyetî jî de texrîbkariyê dikin. Planeke dijî însanî birêve dibin û mixabin heta radeyekê serkeftî jî bûne. Giyanê komeleya kurd ji nav dibin. Heşîş, tiryak, eroîn, şîşe û gelek maddeyên din ê hoşber li nava civaka me bi cih kirine. Ji sedî 70’ê lawanên Rojhilatê Kurdistanê bûne tiryakkêş.

Kurdistan dewlemend e. Bi neft e, bi gaz e, bi av e, bi altûn e, hemû xêr û bêra welatê me Tahran dibe. Milletê me di nava xizaniyê de ye. Li Îlamê sala borî malbatekê xwekujî kir ji ber xizaniyê. Rabûna ambargoya ser Îranê jî tu tesîrê li ser rewşa Îranê nake. Komelgeha navdewletî nikarîbû pirsa atomê jî ligel pirsa kurdan gotûbêj bike. Fişara li ser kurdan roj bi roj zêdetir dibe. Ji bo ku beşdarî Newrozê bûne 20 kes hatine destgîrkirin û ew niha zindanî ne. Çarenûsa wan diyar nîne.

Li aliyê din hêza taybet a Îranê Hêza Quds, destêwerdanê li navçeyê dike. Bi taybet destêwerdanê li Iraqê dikin. Hewldidin destêwerdana siyasî û emnî li Kurdistanê jî de bikin. Sedema vî şerî li Rojhilata Navîn Îran e. Meleyên Îranê dixwazin li herêmê şer hebe û ew jî li Tehranê bi rihetî bijîn.

-Ew ê helwesta li hember vî karê Îranê çi be?

Xebat û berxwedana me ya li ber Îranê bi dawî nebûye. Ne weke Pêşmergeyên Kurdistanê ne jî weke komeleya Kurdistanê em li hember polîtîkayên Îranê bêdeng nebûne. Ji dirêjeya dîroka Kurdistanê xebata komeleya kurd berdewam kiriye. Di Newrozê de me biryareke nû li hember Îranê da wergirt. Bi xatirê seqamgîrbûna Herêma Kurdistanê û duristbûna xebatên medenî me xebata çekdarî ragirt. Me dawa li xelkê xwe kir ku çekên xwe bêdeng bikin û piştgiriya vê proseyê bikin. Niha em dibînin Îran bûye hokara herî serekî ya seqamgîrnebûna Herêma Kurdistanê, herwiha tu xebatên siyasî û qanûnî li Îranê pêk nehatin. Em niha ji gelê xwe re dibêjin hûn radihêlin çekên xwe hûn dizanin. Hûn dîsa dest bi xebata çekdarî dikin hûn dizanin. Em ê piştgiriya we bikin.

yezdanpenah1

Li aliyê din jî em eşkere dikin eger Îran destêwerdana siyasî û leşkerî li Herêma Kurdistanê bike, bi rêya hêzeke weke Haşdî Şabî em ê li hember bisekinin û şerê wan bikin. Eger Haşdî Şabî be em ê şerê wê bikin, eger Îran be em ê şer bibin Rojhilatê Kurdistanê û ew ê Pêşmerge derbasî Rojhilat bibin.

-PDKÎ’yê jî biryara xebatê daye û hêzeke Pêşmerge li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ne. Di navebera we de hemahengî heye gelo?

Heta niha tu hemahengiya me li gel partiyên din ê Rojhilatê Kurdistanê tune ye. Em gelekî dixwazin hemahengiyek hebe û em bereyeke kurdî deynin. Di Newroza îsal de me ragihand û me bang li hizbên din ê Rojhilatê jî kir û me ji wan xwest ku werin û em bereyeke li Rojhilat ava bikin. Me daxwaz kir ku em hêzên xwe di bin yek fermandariyê de kom bikin û bikin yek. Bi wî awayî Pêşmerge di bin yek fermandariyê de wê kombibûna. Siyaseta me ev e. Bangawaziya me jî li hizbên siyasî ev e. Em bibin yek bere emê bihêzti bibin. Ji vê zêdetir em nema dikarin wê fişara Îranê qebûl bikin.

Kêçên me, zarokên me wenda dibin. Li Rojhilatê yekcar fişar û tadeyeke zêde li ser gelê me heye. Ji bilî xebata çekdarî tu rê li ber me nema ye. Mimkûn e partiyên me yên siyasî jî gihiştibin wê qeneatê û wan jî biryareke bi vî rengî girtibe. Em zulma li ser gelê xwe êdî qebûl nakin. Stratejî û teknîka vê proseyê ew ê çawa bi rêve biçe em ê di rojên pêş de bibînin.

-Ez dixwazim bêm ser hewldanên Haşdî Şabî. Pisporên siyasî amaje li ser wê yekê heye ku Haşdî Şabî karta Îranê ye û ew ê li hember serxwebûna Kurdistanê wê bixe dewrê. Hûn beşdarê vê fikrê dibin?

Beriya Haşdî Şabî ez dixwazim bêm ser DAIŞ’ê. Guman tê de ne nîne ku destê Îranê di duristbûna DAIŞ’ê de heye. Herwiha Îranê berê DAIŞ’ê da Kurdistanê da ku şerê Kurdistanê bike. Qezenca dewleta Îranê di şerê DAIŞ’ê de gelekê zêde bû. Îranê ji ber vê rewşa Iraqê gelekî bi qazanc bû. Dewleta herî bi qazanc guman têde nîne Îran e. Hem di warê siyasî de û hem jî di warê serbazî de Îranê qezenceke baş bi destxist. Temaşe bikin DAIŞ şerê Artêşa Iraqê nake. Şerê Pêşmerge dike. Bi hezaran fermandarên Artêşa Îranê şêwirmendiya leşkerî didin Artêşa Iraqê.

Em bên ser Haşdî Şabî. Armanca sereke ya duristbûna Haşdî Şabî jinavbirina destkeftiyên kurdan bû. Em hemû dizanin. DAIŞ bi dawî bû. Me DAIŞ têk bir. Bi xweragirî û berxwedana Pêşmergeyan û alîkariya Hevpeymaniya Nadewletî dawiya DAIŞ’ê hat. Di sala 2016’an de DAIŞ bi dawî nebe wê di sala 2017’an de bi dawî bibe. Lê piştî DAIŞ’ê wê Haşdî Şabî bixin dewreyê. Haşdî Şabî yekser ji aliyê Îranê ve hat duristkirin. Hêza Quds a Artêşa Îranê serperiştiya Haşdî Şabî dike. Hemû taîfe û komên şîe beşdarî nava Haşdî Şabî bûne. Komên Xorasanî, Bîzûtneweya 12 a Şaban, ji aliyê Îranê ve lihev hatin komkirin û weke Grûba Besîc hatin rêxistinkirin. Îran dixwaze Haşdî Şabî mezin bibe û emrê xwe ne ji Bexdayê yekser ji Îranê bistîne. Qasimê Sûleymanî Fermandarê Hêza Quds a Îranê Haşdî Şabî kordîne dike.

-Beriya bi çend mehan baregeha we jî aliyê hin firokeyên şer hatin bordûmankirin Kê ew êrîş pêk anî? Çima baregeha PAK’ê hat armanckirin?

30 Îlona 2015’an bû. Li Mîhwera Rojavayê Kerkûkê me operasyoneke berfireh li dijî DAIŞ’ê dabû destpêkirin û 4-5 gundên gelekî stratejîk ji aliyê me ve hatin kontrolkirin. Ew gelekî giring bû. Me pişta DAIŞ’ê di encama wê operasyonê de şikand. Di 10 Çiriya Pêşîn a 2015’an de hin firoke hatin ser wan gundên ku Pêşmerge azadkiribûn û dest bi bordûmanê kir. Me peywendî kir ligel navenda mîhwerê û me pirsî gelo çi zanyarî hene yan na. Mîhwêrê ji me re got; ‘Tu agahiyek bi me re nîne. Haya me jî ji van firokeyan tune ye.’ Me peywendî bi rayedarên Amerîkayê re kir wan ji me re got; ‘ew balafirên Iraqê ne’ sê caran ew êrîş dubare bûn. Di 27 -28’ê Çiriya Pêşîn jî de li baregeha me dan. Pêşmerge nêzîkî wir bûn. Lê ne di baregehê de bûn. Me ligel fermandarên Rojavayê Kurdistanê hemahengî duristkir û me biryar stend ku kîjan firokeya bêyî hemahengiyê bê ser mîhwera me, em ê lê bidin. Di 1’ê Çiriya Paşîn de dîsa hatin ser me. Me amadekariyên xwe kiribûn û bi dokça me li wan da. Nikarîbûn xwe nêzîkî me bikin.

Du xwendinên min li ser vê bûyerê hene. Yek jê ev e; bi fermana Îranê, êrîş li hember PAK’ê hat kirin. Wisa be ev operasyon dibe operasyoneke Îranê yanî berpirsê vê operasyonê Îran e, nêviyê din jî Iraq e. Yanî firoke yên Iraqê bûn, lê ferman a Îranê bû. Mimkûn e pîlot jî Îranî be. Xwendina min a din jî ev e; piştî rizgarkirina wan gundan Iraq êdî naxwaze Pêşmerge DAIŞ’ê têk bibe. Dixwaze DAIŞ bimîne û Pêşmerge zêdetir bi pêşve neçe. Destê Bexdayê di vî karî de hebû. Piştî zanîn ku me biryar daye û kîjan firoke bê em ê lê bidin nehatin ser me. Firokeyeke bêyî hemahengiya me bê ser mîhwera me em ê teqeyê lê bikin. Firokeya kîjan dewletê be ferq nake. Li hemberî me her cûre çek hatine bikar anîn. Bi hezaran sivîlên kurd û Pêşmergeyên kurd şehîd bûne. Mirina li ser bihostek ax ji bo me şanazî ye. Miletekî wisa ew ê ji kîjan çekê bitirse, ew ê ji firokeyê, ji kîjan dewletê bitirse?

-RHK’ê amadekariyan ji bo rapirsiya serxwebûnê dike. Herwiha rayedarên RHK’ê bangawaziya piştevaniya referandûmê dikin. Dema wê yekê hatiye ku serbixweyî bê ragihandin?

Kurdistan divê bibe dewlet demildest divê ev yek pêk were. Her çi bi serê me de hatibe ji ber bêdewletiya me pêk hatiye. Temaşe bikin. Li Bakurê Kurdistanê, li Dersîmê, li Raperîna Agirî, li Serhildana Şêx Seîd, li Başûrê Kurdistanê jî, li Enfalê, li Şengalê, li Helebçe, li Rojavayê Kurdistanê jî li Qamişlo, li Rojhilatê Kurdistanê li Mahabadê, li Qelatanê, gelê me qetilkirin. Êrîşên niha yên DAIŞ’ê li Rojava û Başûrê Kurdistanê qetlîam in li ser gelê me. Ji fêmkirina problema Kurdistanê re felsefeyek xurt û îdeolojiyeke qewî ne pêwîst e. Eger weke kurd serweriyeke me hebûya wê komkujî bi ser me de nedihat. Problema me ya sereke ew e ku dewleta me tuneye. Pirsa me ev e. Çareseriya pirsa kurd jî bi dewletbûnê mumkune, ne bi tiştekî din. Bi awayên din meseleya kurd çareser nabe. Meseleya kurdan bi kantonan, bi federaliyê bi konfederaliyê çareser nabe. Meseleya kurdan wê bi serweriyeke gewre bi dewletbûnê çareser bibe û divê ew dewleta kurd jî bibe endamê Netewên Yekbûyî.

-Helwesta PAK’ê ji bo referandûmê û serxwebûnê çi ye?

Di sala 2014’an de cenabê Mesûd Barzanî ji Parlementoya Kurdistanê xwest ku ji bo rapirsiyê amadekariyên qanûnî bikin, piştî biryara Barzanî DAIŞ’ê êrîşî Kurdistanê kir. DAIŞ bernameyeke ji bo têkçûna Kurdistanê. Ew dewletên ku nedixwestin Kurdistan referandûmê bike DAIŞ duristkirin û bi ser Kurdistanê de şandin. Hem xwestin proseya serxwebûnê bi dawî bibe û hem jî xwestin destkeftiyên kurdan ji holê rabin. Weke PAK, me ji roja destpêkirina proseya rapirsiyê piştgiriya xwe anî ziman. Em Pêşmerge ne. Heta ew prose bi dawî bibe û kurd bigihên xeyala xwe em ê her xebatê bikin. Serxwebûn xeyala kurda ye.

Referandûm jî şêwazekî demokrasiyê ye. Di nava şert û mercên guncav de birêve diçe. Lêbelê mixabin îro ew şert li Kurdistanê tune ne. Mimkûn e îro partiyeke siyasî ji layangirên xwe re bêje piştgiriya rapirsiyê nekin. Eger ez di şûna cenabê Barzanî de bim ez ê ligel xelkê ku piştgiriya dewletê dikin bisekinim û pişta xwe bidim wan. Ez ê biçim Parlementoya Kurdistanê yan jî li Meydana Hewlêrê ji xelkê jî re bêjim; ‘îro dewletê radigihînim’ kî dijberiyê bike bila bike. Eger prose bi serkeftî bi encam bû wê dewletên li herêmê jî eleqeyê ligel Kurdistanê bikin. Kî dijberiyê jî bike dibe rûreşê wê proseyê. Eger em têk jî biçin ji bo serxwebûnê têk diçin û ew ê neviyên me wê proseyê berdewam bikin û xewna kurdan bi cih bînin. Em her wisa danişin û di halekî ne diyar de bisekinin ew jî xetere ye li ser me. Rapirsî giring e. Eger bû baş e. Eger rapirsî nebe jî divê Serok Mesûd Barzanî dewleta kurdî ragihîne. Rêber bijardeyan hilnabijêre ew biryaran distîne. Qazî Mihemed yekser biryara dewleta kurdî da. Ji ber wê çendê jî xelkê jê re digot; Pêşewa. İro Mesûd Barzanî li ser vê biryarê ye û em Pêşmergeyên wî ne. Em piştgiriya wî dikin. Kî ji bo dewleta kurdî kar bike em Pêşmergeyên wî ne.

Rûdaw

About The Author