Wê Başûr û Rojava bibin yek

Mehmed Salih Bedirxan

“Ji bo şandina nefta Rojhilata Navîn bo Ewropayê xetên nû lazim in. Yên heyî kar nakin û bûne hokara nakokiyan. Mimkun e ji aliyê Hesekê, Dêrazorê, Raqqayê û heta ser Deryaspî bernameyek bê danîn. Lê divê ew navçe ji destê DAIŞ’ê bên rizgarkirin. Helbet plan û stratejî hene. Ew ê Ewropa û Amerîka ji bo xwe korîdorekê vekin û rêyan hemû bikin yek. Ez wisa dibînim ku ew ê li bakurê Sûriyê herêmek bê danîn.”

“Amerîka petrolê dixwaze. Projeya Amerîkayê ew e ku neftê bibe Deryaspî. Wê neftê ji ku derê bîne? Aniha ji Iraqê tîne, wê ji Sûriyê ve, ji Başûrê Kurdistanê ve bîbe. Li gor zanyariyên me aniha li Rîmêlan û li herema Kobanê 2 balefirgehan ava dikin.”

Hevpeymaniya Navdewletî ya bi dîplomasiya Herêma Kurdistanê dest bi piştgiriya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kir û bi hemahengiya hêzên kurd di şerê Kobanê de derbeyên giran li DAIŞ’ê da niha li Rojava bi cih dibe. Beriya bi çend mehan hatibû zanîn ku Amerîka li navçeya Rimêlanê û li Kobanê balafirgehên leşkerî datîne. Niha jî hat zanîn ku Artêşa Fransayê jî li Girê Miştenûrê yê Kobanê bi cih bûye û ew ê jî li heemê baregeheke leşkerî deynin. Li aliyê din tê ragihandin ku leşkerên Brîtanya û Rûsyayê jî li Rojava ne û rahêneriya şervanên YPG’ê dikin.

Rojnameger û nivîskarê kurd Siyamend Îbrahîm ku li Almanyayê dijî û geşedanên li Rojava rû didin ji nêz ve dişopîne ji BasNûçe’yê re axivî. Îbrahîm rexneyê li Rêveberiya Xweser a Rojava digre û eşkere dike ku divê rayedarên Rojava berjewendiyên xwe bifikirin û ji bo destkeftiyên kurdan hesaban bikin. Herwiha Îbrahîm dide zanîn ku zilhêzên cihanê ji bo danîna xetên neftê xwedî stratejî ne û ew ê nefta Rojava û Başûrê Kurdistanê jî bigihê ser Deryaspî.

-Leşkerên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya û Rûsyayê li Kurdistanê bi cih bûne û dest bi danîna baregeh û balafirxaneyên leşkerî kirine. Ev yek ew ê çi tesîrê li Rojava bike? Ew ê ji bo îdareya Rojava çi bi xwe re bîne?

Niha di şer de kurd nehatine şikandin. Lê di warê siyasetê de, di warê rêzaniyê de, bi rastî kurd tên xapandin. Bi tu bingeha siyasî soz nedane kurdan. Dewletên Rojava berjewendiyên xwe yên leşkerî û siyasî ji ser kurdan dimeşînin. Mixabin weke peyman nivîsandin tuneye. Di nava xwe de, di nav hêzên ewlekariya kurdan an jî rêveberiya xweser, yanî tiştek fermî tuneye. Çekan didin, pereyan didin şêvirdariya leşkerî didin hêzên kurd ê li ser êrdê. Lê tiştekî kurdan li ser êrdê tune ye.

Nêzî 3-4 milyon kurd li ser xaka xwe dijîn tû îhtiras di komarê de tuneye ji bo Beşar Esad û Hikumeta Sûriyê û wan hêzên ku alîkariya wan dikin. Mixabin rastî di warê leşkerî de kurd xurt in, kurdan welat paqij kir ji DAIŞ’ê li Hesekê, li Qamişlo,li Raqqayê, li Minbicê. Lê tiştekî nivîsandî yê mafê kurdan yê paşerojê biparêze tune ye. Ew rastiyek e ber biçav e û divê em xwe nexapînin. Di warê leşkerî de kurdan gelek qurban û şehîd dan. Gelek xebatên kurdan hene ji bo rizgarkirina Kurdistanê. Ji roja Fransa hatine Sûriyê heya îro kurdan doza welatê xwe kiriye. Aniha dibistanên kurdî, pirtukxaneyên kurdî, programên kurdî li Qamişlo hatine danîn. Lêbelê ku rejîm xurt bibe dikarin di rojekê de werin girtin û bêjin ‘tiştekî kurdan tune ye.’

-Yanî ne mimkûn e ezmûna Başûr ya sala 1991’ê li Rojavayê Kurdistanê dubare bibe?

Ez ne di wê baweriyê de me. Li gor tiştên li ser xaka Sûriye çê dibe û bi taybetî li herêmên Kurdistana Sûriyê tiştekî wisa zehmet e. Em vegerin dîroka Rûsyayê, pişgirtiya wan ji bo Beşar Esad xûrt e. Rûsyayê piştgiriya Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî jî kir. Lê roja hat ser berjewendiyên wan, dev ji piştgiriya kurdan berdan. Dî dîroka xwe de rojekê jî Rûsyaya Sovyet mafên gelê bindest nas nekiriye û piştgiriya wan nekiriye. Sovyet li ava germ digerin wekî ku dibejin li Deryayêspî digerin.

Rûsya û Amerîka û bi hev re îro Sûriyê dorpêç dikin. Ji rêveberiya Demokratên Amerîkayê jî re tiştek nemaye. 2 -3 meh ji Obama û desthilatiya wî re maye. Bi rastî Obama, ji roja destpêka Şoreşa Sûriyê û heta niha ew helwesteke wisa xurt û bihêz nîşan neda. Desthilatiya Obama qels bû. Divê kurd tu hêviyê ji Obama nekin. Lê mimkûn e Komarxwaz bên ser desthilatê û ew tiştekî bêjin, û rola ku Demokratan bi cih neanî ew bi cih bînîn.

Eger metirsiyek mezin hat ser Kurdistana Sûriyê û bombeyên Artêşa Sûriyê hat Qamişlo xira kir, yan jî Amûde, Dirbesiyê bi xurtî bombebaran kirin wê demê mimkûn e Kurdistana Rojava jî bibe weke Başûrê Kurdistanê. Wê demê mimkûn e ku sîwanekî balkêş çêbibe, mafekî balkêş were pêş. Heta niha jî Rûsya yan jî Amerîka naxwazin tiştekî bikin. Ez ne di wê baweriyê de me, di wan sê mehên dawiyê de Obama û Amerîka tiştek bikin. Bernameya Rûsya û Amerîka aniha li ser wê yekê ye ku DAIŞ’ê ji Tirkiyeyê qut bikin. Rêya DAIŞ’ê zuwa bikin, pêyvendiyên wan û tirkan bibirin.

Divê em wisa bi riheti xewnan nebînin, ne mimkûn e Sûriye bibe Sûriyeya berê. Ew ê tiştek li Rojava pêk were. Ew ê ev yek çi be? bi ser kê ve be? Gelo di pêşerojê de wê Sûriye federal be? Lê mimkûn e konfederalî jî be. Kurd hene, durzî hene, elewî hene. Aliyê Dêrazorê û Helebê ew ê bidin kê? Ew ê herêmên elewiyan çawa bên diyar kirin? Li Helebê û li Raqqayê, em hêvî dikin ku kurd hişyar bin û nekevin bin berjevendiyên tu kesî. Rejîma Tirkiyê hesaban dike, rejîma Îranê jî welatên li herêmê ne li ser Sûriyê hesaban dikin. Hewce ye em sûdê ji dîroka xwe ya kevn û herifandina hemû şoreşên kurdan sûdê bigrin. Şêx Seîd û Şoreşa 61’ê ya Nemir Barzanî, şoreşên din ê kurdan li ber çava ne.

-Wisa xwiya dike ku Hevpeymaniya Navdewletî ji hebûna Esad ne raziye. Gelo mimkûn ew hêzên navdewletî piştgiriya kurdan bikin PYD û YPG li hember Beşar Esad derxin pêş?

Redaksiyona leşkerî ya Artêşa Azad têk çû. El Nûsra, DAIŞ û yên din ne bi destê xwe ne. Tirkiye, Qeter û Erebîstana Siûdî wan di dehfînin û alîkariyê didin wan. Lê ji bo kurdan, kurd di alî leşkerî de hêzek xurtin. Rêveberiya Rojava jî piştgiriyê ji dewletên Ewropî distîne. Almanya, Fransa, Amerîka, Îngîltere ev piştgiriyê didin kurdan. Bi taybet di warê çekan de çekên baş didin kurdan. Lê di dawiyê de kurd neyên xapandin baş e. Ew dewletên niha li Kurdistana Rojava ne ji bo berjewendiyên xwe li wir in. Niha hêza herî zêde alîkariya kurdan dike Amerîka ye. Lê bi taybetî divê kurd bi wan alîkariyên Amerîkayê nexapin. Eger Rûsya û Amerika li hev bikin jî wê ji Beşar Esad re jî tiştekî federal hebe. Pirsa te di cih de ye. Pirseke cewherî ye. Kurd nikarin bi serê xwe nexşeya heyî li Sûriyê biguherînîn. Kurd bi xebata siyasî nikarin bibin hevsengî. Kurd di bin siya dewletên zilhêz de dimînin. Hesabên dewletên herêmê jî li ser Sûriyê hene. Hesabên Amerîka, Ewropa û Rûsyayê jî li Sûriyê hene. Aniha bûye weke maçeke futbolê kî kê bibe.

Li aliyê din hevbendiya di navbera Beşar Esad û PYD’ê jî dewam nake. Dîroka Beşar Esad û bi taybet dîroka Hafez Esad bi kuştina kadroyên kurd tijî ye. Niha îro diyalog û hevbendiyek heye. Divê hişê kurdan li serê wan be. Nasname ne didan me. Gundên kurdan, malên wan hemû wêran kirin. Ew koçber kirin. Ew maf nedidan ku em pirtukeke kurdî çap bikin. Ez ne di wê baweriyê de me ku Esad û rejîma Baasê tiştekî bide kurdan. Ew xeyal in. Bila kurd wan xewn û xeyala nebînin.

Erebên Sûriyê hêj di wê baweriyê de ne ku kurd jî ereb in û tiştek wan li ser erdê tune ye û dibejin mafê wan ê ziman û tiştekî din tuneye. Hêj ew rewşenbîriya wan ya demokrat û bi prensîb azadiyê û adaletê û wekheviyê li Sûriyê ji kurdan re naxwaze. Miletê Sûriyê ne kêfxweş in ku li Sûriyê tiştekî kurdan çê bibe.

-Operasyonên dawî yên li rojavayê Çemê Feradê ew ê çi guhertinan bi xwe re bîne? Ew ê korîdorek di navbera Kobanê û Efrînê de vebe gelo?

Ew ê korîdorekê vekin, Amerîka, Almanya, Fransa, Rûsya û yên din jî wê destekê bidin HSD’ê. Operasyona Minbicê ecêb e. Minbic bajarê ereba ye, Cerablus bajarê ereba ye, li bajar bi xwe hebûna kurdan kêm e. Li derdora van bajaran gundên kurdan hene. Wê karibin bi operasyonekê wê korîdora di navbera Kobanê û Efrînê de vekin. Pirs li ser wê ye; Çima wê korîdorê vekin? Ji ber ku petrol heye. Amerîka petrolê dixwaze. Projeya Amerîkayê ew e ku neftê bibe Deryaspî. Wê neftê ji ku derê bîne? Aniha ji Iraqê tîne, ji Suriyê wê bibe. Wê ji Başûrê Kurdistanê bîbe. Li gor zanyariyên me aniha 2 balefirgehan ava dikin. Li Rîmêlan û li herema Kobanê balafirgeh tên danîn. Herwiha wê hêzên ereb hevkariya hêzên kurd bikin û Kantona Efrînê û Cizîrê wê bibe yek. Ev plana Amerîka û Ewropayê ye. Ew ê van kantonên heyî bi giştî bikin yek û rê bê vekirin ji Kurdistana Başûr heya Efrînê wê rê bê vekirin.

-Behsa xetên neft û gazê jî tê kirin li ser vê yekê raya cenabê te çi ye?

Durust e. Ji bo şandina nefta Rojhilata Navîn ji bo Ewropayê xetên nû lazim in. Yên heyî kar nakin û bûne hokara nakokiyan. Mimkûn e ji aliyê Hesekê, Dêrazorê, Raqqayê û heta ser Deryaspî bernameyek bê danîn. Lê divê ew navçe ji destê DAIŞ’ê bên rizgarkirin. Helbet plan û stratejî hene. Ew ê Ewropa û Amerîka ji bo xwe korîdorekê vekin û rêyan hemû bikin yek. Ez wisa dibînim ku ew ê li bakurê Sûriyê herêmek bê danîn. Beriya wê ew ê metirsiya, xetera DAIŞ’ê zûwa bikin, qut bikin ji Tirkiye û ew ê kantonan jî bibin yek.

Li aliyê din amaje li ser wê yekê heye ku rejîma Şam û Tirkiyeyê li Cezayîrê danûstendinan dikin. Gelo mimkûn e Şam û Enqere li ser rêgiriya pêşketina kurdan nêzîkî hevdû bibin?

Nêzîkbûna wan ya herî muhîm û girîng wê di warê kurdan de be. Naxwazin kanton an jî hebûnekî kurdan li Cezîrê rêveberiyek xweser hebe. Herwiha naxwazin dibistan di wî warê de hebin û perwerdeya kurdî bidin zarokên kurdan. Naxwazin li wê heremê de navendên kurdan hebin. Duristbûna îdareyekê xurt li Rojava metirsiyê tîne ser Bakur jî. Bakur û Rojava digihên hevdû. Lê ez dikarim wê bêjim ew ê Beşar Esad û Erdoğan ne wek berê bi hev û din re pêywendiya çêkin û balyozê xwe sefaretên xwe vekin. Tenê wê di warê leşkerî û îstîxbaratî de bihev re kar bikin. Ew ê di warekî hindik be nehêlin kurd tiştek bikin. Ew ê hewl bidin dawiyê li hebûna kurdan bînin. Her dû rê jî ne ya Esad û ne jî ya Erdoğan ne cihê baweriyê ne. Lê aniha ketine aloziyên mezin. Tiştekî mezin li serê me hatiye, dive em miletê xwe biparêzin. Em doza xwe biparêzin ka ew şerê hanê digihe kuderê? Me çi sûdê kir? Dive lêvegerek xurt a kurdan hebe, lêvegerek siyasî dûrî rejîmê û Tirkiyê û Îranê hebe û mafê kurdan biparêze hebe.

-Lî aliyê din Deriyê Sêmelka ku girtî bû hat vekirin û tê niqaşkirin ku wê di demekî nêz de Pêşmergeyên Rojava jî vegerin. Tu vebûna derî û nîqaşên di wê çarçoveyê de çawa şîrove dikî?

Pêşmergê Rojava perwerdeyeke baş stendine û hêja ne. Qabîliyeta wan a leşkerî jî baş e. Şer kirine û hatinê perwerdekirin. Ji aliyê Almanya, Amerîka, Îtalya û gelek cihê din hatine perwerdekirin. Lê ez bawer nakim ku PYD wan qebûl bike. Em ji bîr dikin ku PYD partiyeke Stalînî ye. Li ser yek ramanê ye û tu kesî qebûl nake. Divê herkes di bin siya wan de be. Ew dibêjin, ‘Pêşmerge bila werin, lê divê dibin di bin xizmeta me û li gor biryarên me şer bike.’ Wê rewşê ne Hikûmeta Sûriyê qebûl dike ne jî şirîkên wan. Ez ne di wê baweriyê de me ku Pêşmergeyên Rojava vegerin Rojava. Rejima Sûriyê û hevbendên wê jî nahêlin.

Deriyê Sêmelka vebû ew hêja ye. Tiştên xwarinê, alîkariya mirovî ji Kurdistanê derbasî Rojava dibin. Nabe Deriyê Sêmalka bibe deriyê nakokiyên di navbera hêzên kurd. Dorpêçek mezin heye li ser heremên Cezirê û bi taybetî li ser her xaka Rojava. Mixabin herdu alî jî dikevin rikberiyê. Hewce ye herdu alî jî dev ji rikberiya siyasî û nakokiyên xwe berdin. Dema wê yekê hatiye ku herdu alî jî nêzîkî hevdû bibin û arîşeyên xwe çareser bikin rengekî nû di siyaseta xwe de derxin holê.

-Tê zanîn ku rayederên PYD’ê dijayetiya duristbûna dewketeke kurdî dikin. Herî dawî Salih Mûslim li Kerkûkê ragihand ku “dema netew-dewletan derbas bûye!” Cenabê te vê yekê çawa şîrove dikî? Çima PYD li dijî duristbûna dewleteke kurdî ye?

Beriya her tiştî divê em vê babetê hinekî vekin. Dewleta netewî namire. Çi li Ewropa be, çi li xaqa ereban, fars, tirk û efxanîstanê be, wê netewe hebe. Ez li Almanyayê me. Almanî gotinên almanî bikartînîn. Zimanekî dikin qebûl nakin û naxwazin tu bi wan re bi zimanekî din qise bikî. Fransî jî wisa nin. Dema tu bi wan re diaxivî eger tu gotinên biyanî yên ne di zimanê wan de heyî bikarbînî xwe aciz dikin. Naxwazin bi zimanekî din qise bikin. Ez bawer nakim ramanên Salih Mislum weke wan demokrat be û ew çend li mafê mirovan xwedî derdikeve. Tu caran demokrasî li Rojhilata Navîn peyda nebûye. Tirk û fars û ereb ji wan ramanên xwe yên nijadperest daneketin. Her bi nivîskarê xwe , rewşenbîrê xwe, kultura xwe û bi zimanê xwe şanaziyê dikin. Em ne gihanê wê ku em wek Evropiya gelek demokrat bin.

Wê Kurdistan çêbibe. Dewlet xewna me ye li her çar perçeyan. Kes nikare li ber xewna miletê kurd bisekine. Li ser vê xewnê xwîna 2 milyon kurdan hatiye rijandin. Ez di referanduma ne fermî ya sala 2005’an de li Silêmaniyê bûm. Min çavdêriya komelgehê dikir. Miletê kurd ji % 99 li referandumê û bi hebûna serxwebûn ye. Em dixwazin ku xewna miletê kurd li Kurdistana mezin û li ser xaka xwe bijîn.

BasNûçe

About The Author