Welatê jinebîyan

Kevîn Kurdson

Yek ji welatên herî mezin, berfireh û xweş Awistralya ye. Lê sosreta mezin ew e ku li Awistralyayê hejmara jinan ji hejmara zilaman zêdetir e û jinên Awistralyayî piranîya wan bî ne, bê mêr in û têr xiyar naxwin.

Li gor lêkolîna şîrketa McCrînde, li 6 eyaletên Awistralyayê hejmara jinan ji hejmara zilaman zêdetir e. Eyaletên ku herî zêde qirra zilaman lê hatiye, eyaletên Tasmania û Victoria ye. Li gor lêkolîn û lêpirsîna şîrketa McCrindle, keç û jinên 20-35 salî zehmetîyek pir mezin dibînin heta ku ji xwe re mêrekî yan hevalekî mêr bibînin û gelek ji wan jî qet nabînin. Ji ber vê qir û qiyametê, jinên Awistralyayî ji welatê xwe direvin û berê xwe didin welatên din da ku ji xwe re xiyarekî bibînin û pê şad bibin.

Awistralya welatekî wilo ye ku gelek stêrkên sînemayê, model û mankenên navdar jê derketine. Lê çi ecêb be, li vî welatê bedew ku bi jinên bedew xemilî û tije ye, qirra zilaman lê hatiye û zilam bi zêran peyda nabin.

Îcar tembîya min li we be gelî lotikhezno, heke hûn dixwazin bibin mêrê 72 horîyên rasteqîn, germik û nermik, hewce nake hûn berê xwe bidin axretê û serê xwe bêşînin. Berê xwe bidin bihuşta horîyên Awistralyayê û kêfa li ser kêfê bikin wesselam…

Awistralya

awist2

awist3

awist4

awist5

About The Author