Xwe bidin alî, XOF hat!

Nivîskarê me, xortê Qoserî, kilê çavê keç û jinên 17-90 salî, qeraseyê zilaman Devliken Kelogirî, terfî kir û derbasî fîlm û sînemayê bû.
pirkemal
Devlikenê me wek navê xwe Devliken e, û wek paşnavê xwe jî dilzîz, dilkeçik û Kelogirî ye. Ne dilê wî ji kesî dimîne, ne jî dilê kesî ji xwe dihêle. Piştî ku di nivîskarîya “Doxînsistîmz”ê de doxîna xelkê sist kir û di nivîskarîya erotîzma Kurdî de bû nivîskarê yekem, herweha di “Xwelîserîzm”ê de jî xwelîya ku Kurdan li serê xwe kiriye kir pirtûk û di xwelîserîzma Kurdan de dîsa bû nivîskarê yekem.

Êêêêê, ma Devlikenê me qîma xwe tenê bi nivîskarîyê tîne babam? Ma nivîskarî tenê têra wî û xirrê wî dike? Naaaaaa, welle û bille têr nake!
xof2

Divê dest bi fîlm û sînemayê jî bike. Ma star, senarîst û lîztikvanên sînemayên wek Yeşîlçam, Hollywood û Bollywoodê ji Devlikenê me çêtir û zîrektir in? Na yabo qurban, bi allahwekîl Devlikenê me bi jêhatîbûn û hunera xwe kare tirê ji wan berde, û xuyaye wê berde jî..

Axir…

Devlikenê me lotikek qerase û Qoserkî avêt û dest bi kurtefîlmek Devlikenkî kir û navê fîjmê xwe jî kiriye XOF.

Senarîstê fîlmê XOF Devliken Kelogirî bi xwe ye. Derhêner jî qeraseyê zilaman Mutlu Şahîn e.
xof4

Çîroka fîlmê XOF, tirsa ji ber zimanekî ye. Zimanek çawa kare bibe tirs û di hundirê dêyekê de veguhere xovê? Ma mirov ji zimanan ditirse? Di vê çîrokê de tirsa dêyekê ya ji ber zimanekî heye. Zimanek di dilê dêyekê de bûye tirsek mîna mirov ji mar têkeve xofê. Di vê çîrokê de serpêhatîya dê û lawekî heye. Fedekarî û dilsoziya dê û lawekî Kurd bi baweriyek nayê hilweşandin derdikeve pêş çavan. Bawerîya ji dozê… Berxwedanek mêrxasî… Û dêyeke canfeda û fedekar.
Çîroka fîlmê XOF, li ser serpêhatîya kesê bi navê Sebrî û dewletê ye. Li ser reva ji dewletê, terka welêt, koçberî û asîmîlasyonê ye. Sebrî li metropolên Tirkan xofek ji xofan mezintir dibîne. Ew jî asîmîlasyona zimên û bêdewletbûna Kurdan e.

Werhasilî kelam, Devlikenê me dest bi lotikek hêja û pîroz kiriye. Em hêvîdarin ewê di hunera xwe ya sînema û lîztikvanîyê de her serkeftî be û ji xort û ciwanên pêşerojê re bibe nîşan û nimûne.

xof

About The Author