Ma çawa çêbû bavoooo!

Tecawizcî Coşqûn

Lotikvana Tirk Meryem Uzerli xwe wek jina herî bedew a cîhanê dibîne. Tu dibê qey xanimê stêrka Hollywoodê ye, pare û heqê ku ew ji bo 3 deqîqeyan dixwaze, ne Angelîna Jolîe dixwaze, ne jî Madonna û Jenîfer Lopez.

Meryem Uzerli, piştî ku di çend rêzefîlmên Tirkîyê de lîzst û piçekî nav pê ket, xanimê xwe li ber perê ezmanên dibîne û bawer dike ku kesek jê mezintir, bedewtir û seksîtir tune. Lê nizane ku ji derveyî sînema Tirkîyê kesek pîvazekê pê nade.

Stranbêjê Ereb Fayez AlSaeed, xwestiye ku Meryem Uzerli 3 deqîqeyan di klîpa wî ya nû de bilîze, rol bistîne, piçekî qûna xwe virde wirde bibe. Çûne ev pêşniyaz ji Meryemkê re gotine. Meryemkê piçekî ponijî ye, xwe naz û giran kiriye û gotiye:

„Ji bo 3 deqîqeyan yek milyon dolar dixwazim hebîbî“ û zimanê xwe li dora devê xwe xistiye.

Hinek Erebên ku heyranên wê ne aciz bûne, wêneyên wê çirandine û gotine:

„Milyonek dolar ha? Û ji bo 3 deqîqeyan? Hey min kîrê bav û brê xwe di te kirê, ma tu bû stêrka Hollywoodê keçko?“ û pelûla germ pê de rijandine.

Ez serê we neêşînim qurkan, qelenê Meryemkê ji bo 3 deqîqeyan milyonek dolar e. Û helbet maç û ramûsan di nava wan 3 deqîqeyan de tuneye ha, ew milyon dolar tenê ji bo qûna xwe bihejîne porê xwe li ber bê xe.

Îcar bifikirin bê lotika wê ya nav livînê bi çend milyon dolar e….

meryem-uzerli5

meryem-uzerli2

About The Author