Ez çavê tirsê bixwim û hew..

Bavê Cengo

Dolheramên DAÎŞê dijminê jinan e. Li vê dinyayê qîmetê pîvazekê nadin jinan û wan wek kole û cêrî bi kar tînin. Lê heman dolheram, ji bo ku xwe bigihînin horîyên bihuştê, her gûyî dixwin û li ser navê xwedê her zalimkarîyê dikin.

Û gava zor li qûna wan tê çi dikin?

Ji bo ji destê pêşmerge û YPG rizgar bibin, cil û kincên jinan li xwe dikin, yanî dibin jin, û dixwazin birevin.

Kuro hey min di we kirino, madem hûn bi çavê insanan li jinan nanerin, çima hûn cilên wan li xwe dikin û xwe davêjin tor û bextê wan oxlim!

Ma melkemot jî ji destê pêşmerge û YPG xilas dibin xwelîserno!

Axir…

Ez tiştekî zêde nabêjim, ez çavê tirsê bixwim û hew.

Bi allahwekîl ne tirs be kesek bi van hirç û hovan nikare..

Sibe dusibe ev dolheram ji tirsa pêşmerge û YPG kurtanê keran jî li xwe kin, ecêbmayî nemînin wesselam

Qamişlo

isidd21

About The Author