Nezanî û zanebûn

ŞEREFXAN CİZİRİ

Pevajoya zanyariyê hergav ji nezaniyê berbi zanebûnê de diçe. Zanyarî çiqasî kûr be, çiqasî mirovan zeft bike, çiqasî karibe tekeve bin çermê mirovan û bi kesayetiya mirovan re bibe yek, nezanî wê gavê ji civatê bi dûr dikeve.
Ji xwe armanca zanyarîyê ya helî eşkere, zêdekirina zanebûne ye.

Di vir de şik tuneye.

Zanyarî li her deverê pirsan dike. Mirovan dide fikirandin. Bê pirskirin mirov nikare zanebûna zêde bike. Pirskirin destpêka pevajoya zanyarîyê. Hemû pirs dikarin bên pirsin. Lê em dizanin ku peywira zanyarîyê formulekirina pirsên baş e. Formulekirina pirsên rast e. Gava ku mirov pirsên rast û baş bike, mirov gav bi gav berbi zanebûnê diçe. Wê gavê rê li zanebûnê vedibe. Pirsên ku mirov dike divê bibê destpêka zanebûneke nû. Ji ber ku mirov pirsan li ser tiştên ku mirov nizane dike. Tiştên ku mirov zanibe li ser pirs nayên kirin. Weke ku bav û kalan gotiyê; mirov bi pirsê diçê Xursê! Ango di dawiya pirsan de divê mirov gelekî zelal karibê bibêje ku min zanebûnên nû bidestxistin.

Gava ku pirs şaş were formulekirin, bersiv jî şaş tê dayîn…

Mirov pirsan ji bona pirsan nake. Mirov pirsan ji bona ku zanebûn zêde bibe, zelal bibe û bibe bersiv dike.
Hemû warên metodolojî dixwazin ku rêyeke ji nezaniyê berbî zanebûne de pêş bixînin…

Ji xwe armanca sereke ya helî zelal di lêkolînên zanyarî de eve ku; mirov zanebûna xwe zêdetir bike û zanebûnê sîstematiktir bike…
Ev ramanên ku bi kurtasî li jor min formulekirin ji teorî û metodên Jurij Lotman min wergirtine. Jurij Lotman yek ji navdarên ekola formalizma Rusî ye û gelek xebatên hêja di warê zanyariya edebiyatê de kirine. Disa ji vê ekola Rusî navdarên weke Roman Jakobson di vî warî de xebat kirine. Wlademir Propp jî dîsa xebatên hêja di warê edebî de kirine…

Ji bona minak; heger em bixwazin civata Kurdan di tekstên Ehmedê Xanî fêr bibin, divê beri hemû tiştan em pirsên baş û rast ji berhemên Ehmedê Xanî bikin. Sîstem, ragihandin, zanebûn, nirx, pêwendiyên sosyal ûhw di nava tekstên Ehmedê Xanî de veşartî ne. Di van tekstan de xezineyên dewlemend hene. Ev dewlemendî divê ji gemara salan were dawşandin û mirovên Kurd sûde jê werbigire…
Berhemên edebî ji vî ali de kaniya ragihandin û zanebûnê ne.

Ma mirov dikare berhemên Ehmedê Xanî ji derdora wana ya sosyal, ekonomik, kulturî îzole bike gelo? Naxêr. Civata ku berhem tê de hatiyê afirandin mohra xwe li berhem dixinê û berhem bi xwe jî zanebûnên ku di civatê de veşartî ne derdixe der. Niviskar, civat û berhem hergav hevdu timam dikin û di pêwendiyên wana de dinamîzmeke zaniyarî ya afirîner heye. Di berhemên Ehmedê Xanî de jî stûnên civata Kurdan, orf û adetên wana, dilbijandin û exlaqê wana hemû di nava tekstên edebî de têne rêzkirin, têne raxistin û niviskar bêndereke zanebûnê pêşkêşî xwedekaran dike.

Ji ber wilo jî di hemû lêkolînên zanyarî de divê armanca sereke hergav pêşxistina zanebûnê be. Çiqase zanebûn zêde bibe, ewqasî cahilti durî civatan dikeve. Lê çiqasî civat ronak be, zanayên wêna pir bin, dîsa mirovên ku cahil dimînin hene.

Ji ber ku mesela zanabûnê helwesteke gelekî aktîf dixwaze. Mirovê ku bixwaze xwe ji cahiltiyê xelas bike û bibe xwedî zanebûn divê zanebûnê bi xebata xwe fêr bibe. Zanebûna belaş û bêked tuneye. Tiralayên Bexdayê nikarin bibin xwedî zanebûn. Gava ku mirovan zanebûn bi kesyatiya xwe re kir yek, wê gavê mirov li zanebûnên nû digere, zanebûnên ku bikêrî doza mirovan, xebata rojane, azadkirina mirovan were, ew zanebûn li kudere bin, mirov wana dibine.
Dîsa gava ku mirov lêkolînên dîrokî û civatî bike, divê mirov pirsên rast û baş ji materiyalê xwe bike. Materyalê bê pirs, weke hevirekî nestrayîye. Çiqase materyalê dirokê hene; weke belge, dane, statistîk, çavkanî, pirtûk, bermayî hebin, bi alikariya pirsên rast û baş mirov dikare barê lêkolîneran sivik bike.
Em çiqasî zanebûnê di civata xwe de zêde bikin, emê ewqasî doza welatê xwe pêş de bibin.

Ma ne bav kalan me gotine; Yê ku zane zan e. Yê ku nizane baqê nişqa ye.

Bi rastî di civata me de baqê nisqan pir in!

Nusaybinim.com

About The Author