Lîza çû û Lîza hat

Sîmon Kurdo

Li ser bext û wîjdanê xelkê be, dibêjin jina Kurd a cihû Lîza Mûstear,li herêma Kurdistanê ji ber gef û zirtên mêrê xwe yê misilman reviyaye û bi zor û heft bela xwe gihandiye Israîlê nav xwedîyên xwe. Helbet mêrê wê jî Kurd e û xuyaye misilmanekî doxînsist e jî.

Li gor gotinên Lîza Mûstear, mêrê wê yê Kurd zor lê kiriye ku jina wî xwe wek misilmanên çarçefkirî girêde û li gor şert û şirûtên îslamê bijî. Û heke van şertên mêrê xwe bi cîh neyne, wê mêrê wê jina xwe radestî dolheram û zinêkarên DAÎŞ ê bike û qûşê lê biqetîne. Rebena Lîza Mûstear jî ji van zîtirkên mêrê xwe tirsiyaye, veciniqîye û reviyaye Israîlê, ji mirinê xilas bûye.

Xaltîka me û dêya çar zarokan Lîza Mûstear, ji çapemenîya Israîlê re bilandiye û gotiye: “ Zilamê ku ez li gel zewicî bûm Misilman bû. Bazirganek xwedan nêrînên sekûler bû. Lê piştre da dû hizrên dundrew ên Îslamî û gef li min xwarin da ku bi zorê ez jî wek wî bikin û bidim dû qûna quranê. Ji min re digot; heke tu nekî ezê te bidim destê DAIŞê” filan û fîstan.

Êêêêêêê, yanî çi xaltîka Lîza Mûstear?

Gava tu bi wî xiyarî re zewicî, kêfa te li cîh bû. Ji ber mêrik bazirgan bû, xwedan pare û desthilatdar bû, sekûler û mekûler û nizanim çi bû.

Qey te pare pêve nehiştin heta ku rebeno ket wî halî û da dû qûna quran û misilmantîyê keçko?

Heta pare hebûn mêrê te sekûler û germik û nermik bû.

Û niha jî bûye serkulê îslamê û mirîdê quranê.

Ma gelo sûcê te jî di vê lotikê de tuneye xaltîkêêêêêêê!

Telavîv

About The Author