Kî mîr e, kî kizîr e?

Belê, sosyalîst, çep û serxweşên me dane dû qûna bratîya xelkên dewşîrme û çeqilmast û dev ji doza xwe berdane, paçik û maçikên xelkê wek ala Kurdistanê pêşkêşî mirîdên xwe dikin. Mislimanên me dane dû qûna ummeta xelkleran û dev ji doza xwe berdane. Lê çi ecêb e, ew îlkel mîllîyetçî, ango paşverû û netewperest, serokeşîr û axayê ku ew çep û serxweşên me behsa wî dikin, yanî Mesûd Barzanî, di dilê dagîrkerên Kurdistanê de ala Kurdistanê diçikîne û rayedarên dagîrkerên Kurdistanê di bin wê ala pîroz de rûdinên.

pirkemal

Serok Barzanî hat Enqerê û serdana rayedarên dewleta Tirko kir. Sedema hatina wî, naveroka hevdîtinên wî, ji min re ne xem e û belkî meraq jî nekim. Lê pêşwazîkirina bi ala Kurdistanê bes û zêdeye, watedar û manîdar e.

Îcar ka bêjin qurban, hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, kî paşverû, serokeşîr, axa û nizanim çi ye?

Law Barzanî qe nebe serokeşîr û axayê milletê xwe ye, bi wê axatî û serokeşîrtîya xwe xizmeta millet û welatê xwe dike, serokên dinyayê tîne ber lingên xwe û welatekî serbixwe dixwaze.

Lê hûn?

Hûn pêşverû, çep û axayên kê ne cîgerim?

Gelo ew xelklerên ku we kumê wan daye serê xwe, qîmet û buhayê pîvazekê jî didin we?

Ma henekê xwe bi we nakin?

Paşverû û serokeşîr (!) doza dewleta xwe dikin, pêşverû û axayên xelkê jî doza dewletên xelkê dikin.

Ê de bêjin kezebno:

Kî pêşverû û kî paşverûyê millet û welatê xwe ye?

Kî mîr e, kî kizîr e?

 

Enqere

barzani al2

About The Author