Girêka Carablusê

Selahedîn Çelîk

Komkujiya Dîlokê, êrîşeke nîjadperest bû. Lê bi planê ji bo sibê bûbû.

Ewilî hin pirs:

Çima êrîşen berê yên DAIŞê, nayên eşkerekirin?

Em bêjin bi rastî artêşa tirk, li DAIŞê dide. Çima DAIŞ, bersivê nade?

Çapemenî ji zû ve dinivîst, ku Dîlok bûye navendeke DAIŞê. Ka ne tedbîr?

Ên dîroka rêxistinên tundrew ên rastgir (kontrgerîla) ên Tirkiyê kêm zêde nas dikin, baş zanin ku benê hemûyan di destê dewletê de ye. DAIŞ jî wisa ye.

Şaredara Dîlokê Fatma Şahîna AKPyî, generalê li Kîlîsê fermandarê “Hêzên Taybet” Semîh Terzî sûcdar kir: “Wî, DAIŞ har kiribû!” Lê ew general, di “derbeyê” de hatibû kuştin û êdî “xayînê mirî!” ye.

Ma ew kes, ne fermandarê dewletê bû û wî, ne fermanên dewletê dianîn cih?

Şaredar, di aborî û dewlemendiya Dîlokê de qet qala para DAIŞê nake!

Ma ev gotinên serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim her tiştî nabêjin? “Li bakurê Sûriyê, Kurd dixwazin pêşve herin. Em jî dixwazin rê li ber wan bigrin.”

Carablus, komkujerê Dîlokê da dest

DAIŞê hêzên xwe li Carablusê kom kirin. Ma ev ne ketina xefikê bû?

Wê ew derbasî Tirkiyê bûbûna? Lê ji ber fişara nawdewletî, divê bihatana girtin.

Bi rêya Azezê dikarin derbasî nav El Nusra û yên din bibin.

Lê ma çima cilên Artêşa Azad, li wan nekin? Çima wan zexmtir nekin? Bi vê rê, ma korîdora

Carablusê li ber Kurdan nayê girtin?

Vêga ev fîlm dileyize.

Dibe Tirkiye hewl bide, hin Kurdan jî tevlî lîstikê bike. Hêvîdar im, Kurd nekevin xefikê.

Bûyer girtina Ocalan tenê bîra min. Tirkên nîjadperest, dîsa li himberî Kurdan ‘serketina xwe’ pîroz dikin!

Dewleta tirk, xwe zû bi zû naxe xeterê. Diyar e, Rûsya “okey” dayê.

Ma çi ji DYAyê hatiye? Tevî hemû ezameta wê jî, mirov dibêje qey yê herî ‘reben’, ew e.

PYD ji nû ve?

Ne hewqas, lê gavên nû yên dewleta tirk, wê bandor li rewşê û li hemû têkiliyên YPGê bike û qebûxwestinên nû derkevin pêşiyê.

Hûne bêjin jixwe ji PYD/YPG, ji bilî DYAyê, bi hemûyan re di nav pêvçûnan de ye. Li Hasekeyê qala çekdarên Hizbullaha Libnanê jî dikirin.

Di van encaman de para xeletiyên PYDê hebe jî, di rewşa nû de mijar qet ev e. Bûyer, giraniya doza Kurdistanê nîşan dide. Hûnê bêjin; “wekî ji ber Rojavaya biçûk van tiştan dikin, ka wê ji ber Başûr, Rojhilat û Bakur çi bikin?”

Şensekî girîng: Her kes baş zane û bi awayekî ditbarî dişopîne, ka Tirkiye çi dike. Ma divê wijdana mirovahiyê, serdestê namerdiyê nebe?

Ev jî heye: Li Tirkiyê toreke berfiref a DAIŞ/Cîhadiyan heye. Erê ew, li himberî gelê kurd kontgerîlaya nû ye. Lê ew ji bo Tirkiye û mirovahiyê jî, gefeke rojane ye. Û her kes zane ku destê dewleta tirk, di wê gefê de heye.

Wêneyê polîtîk ê guherî

Em ne tenê li Rojavayê, li tevahiyê Kurdistanê bi rewşeke nû re rûbirû ne. Têkiliya Enqere û Tehranê, bandor li hemû beşên Kurdistanê dike.

Lihevhatina Moskova û Enqerê, lihevhatina Enqere û Şamê yê.

Pêşî şerê li Qamişloyê û îro li Hasekeyê, talûkeya milîsen Sûriyê nîşan dide. Ew dikarin bibin sedemê şerê navxweyî.

Li bajarên Rojavayê kuştinxwazî, dibin bûyerên rojane. Kujer, ên Enqerê an ên Şamê ne, an bi hevparî dikin.

Enqere, ji ber pirsa kurd dide dûv bloka Moskova, Tehran û Şamê. Enqere, da ku di pirsa Rojavayê de DYAyê bînê ya xwe, wê têkiliyê weke gefê bi kar tîne.

Guherîn bi lez dibin. Bi kitekitî xwendina boçûnê zehmet e. Lê ev zelal e: Kurd di navenda guherînê de ne.

Divê em jî biguherin

Şarezayên bûyerê têde hemraman in: “Tirsa kurd, di rojeva herêmê de daye pêş ya Cîhadiyan/DAIŞê.”

Enqere, Tehran, Bexda û Şam, bi wê tirsê di hewldana dubarekirina hevkariya berê de ne.

AKP, CHP û MHPya ji hev re her tişt digotin, ji bo berjewendiyên dewleta xwe, bûne xwişk û bira.

Ka li têkiliya Şam û Enqerê binerîn. Ma Enqerê, her tiştên Sûriyê nedizî? Vêga li hev tên.

Lê em?

Zimanê me, peyamê me, têkiliyên me, şiklê hevkariya me, li boçûnê nayên.

Ewleyiya destkeftiyên me tineye, lê em ji quretiyê difirin.

Em li himberî hev heya bêjî “mêr” in, lê em ji tirsa Enqere û Tehranê nabin yek.

Em xwe zû nedin hev, emê gellek dereng bimînin. Ji ber ku dijminên me, ji me bileztir in û gellek bêbext in.

Rûdaw

About The Author