Heye neye mirina wî nêzîk bûye

Pişo Mihemed

Fîzîkger û zanyarê fîzîkê Stephen Hawking, tifa xwe alast û berî mirina xwe hebûna xwedê qebûl kir.

Stephen Hawking ê ku heta niha hebûna xwedê înkar dikir û pêkhatina dinyayê bi belgeyên zaniztî pêşkêşî awira gelemperî dikir, lotikek paşûpê avêt û xwe di çavê xwedê de şîrîn kir.

Stephen Hawking, van deman 70 salîya xwe pîroz dike. Hawking da zanîn ku „helbet çêbûna erd û ezmên (kaînat) xwe dispêre rastîya ilm û zanînê. Lê ev nayê wê wateyê ku xwedayê wan zagonên zaniztîyê tuneye“ û da lotikan.

Yanî, li gor Hawking efendî, çêbûna kaînatê girêdayî rastîyên ilm û zaniztê ye. Lê ev nayê wê wateyê ku zagonên ilm û zaniztê bê xwedî ne, helbet xwedayekî ku zagonên ilm û zaniztê jî çêkiriye heye.

Ê başe oxlim, seqeto, pûço, tawî û bawîyo!

Te bi salan hebûna xwedê înkar kir û te rêbertîya xwedênenasan, ango ateîsyan kir. Te ateîst rakirin ser tapana û te ew û xwedê kirin dijminên hev. Îcar ev çi lotikên bergîlkî ne oxlim?

Ma niha hebûna xwedê hat bîra te, kundir?

Yan mirina te nêzîk bûye û tu dibê „belkî xwedê hebe û li min bibore, bi kêmanî min neavêje nav agirê cehnemê“ ne wilo?

Kuro bi namûsa mêrê berê, xwedê te efû bike jî, em ateîst te efû nakin û xelas!

Amed

 

 

About The Author