PKK doza çi li PYDê û PYD jî doza çi li Barzanî dike!

Endamên Konseya PKKa ku serê wê tirk û gewdeyê wê kurd, doza çi li PYDa ku serê wê, binê wê, gewdê wê û hemû tiştên pê ve kurd e dikin, hi? Helbet ji bilî mirîdan her kes dizane ku Konsey dixwaze PYDê jî bişibîne xwe. Yanî li Binxetê di warê serbazî, serwerî û sergeriyê de yekî zigurd, naşî, derewîn, bêbext, telaqreş û hwd li ku be bike serkêş, berkêş, qûşkêş û tirkêşê civatê; da ev gelşeya bêşexsiyet ji gotina wan dernekeve û bi rêya wan karibin zimanê tirkî di nav binxetiyan de bikin zimanê jîr û zanahiyê û fermana kurdî û kultura kurdî rakin!

lales Kopie

Ev Konseya ku ji malwêrankirina kurdan pê ve bi tiştekî din daneketiye, di warê siyasî de ji PYDê dixwaze ku di nav binxetiyan de sinif û tebeqeyên wek ”karker, proleter, gundî, burjuvazi, axa, mela, şêx, sofî û hwd. biafirîne û wan li ser, wek ku li bakurê welêt kiribûn,  çandiniya xiyar û bacanan, çêra pez û ziyanan, qerwerkên ser tenûran, berberiya nav gundan, ji ber ranebû û nekete temenê, doşek jê re ranexist û zemberîş nedan ber palê, hêkên romanî neqelandin, goşt li êgir nekir û hwd. bi navê cehş, guhbel, guhderz, mixbir, ajan, xilt, sîxur û cerbohan berde hev; da kurd qurquçî, keslan û birîndar bi ser xwe ve neyên û Kurdistan jî tim û tim jina tirkan, ereb û farisan bimîne!

Ev konseya ji me ketî û bi me hilketî, ji PYDa ku di nav dinyayê de wek şûrê li dijî kevneperestiya Islamê deng vedaye û dinyayê himbêza xwe jê re vekiriye, bi gotininê tirovirî wek ”emperyalîzm dixwaze kurdan bike dewlet û dewlet jî lebateke barbar e! Bi koç û mal li dijî emerîkiyên emperyalîst rabin; li ser sînoran çalakiyan li dar bixin; artêşa tirkan bikişînin nav pirik û hezaza Sûriyê…” û hwd. dixwaze PYD ji meqamê wê yê bilind bixîne û ew xelkê me ê jar û hejar dîsa bibe nêçîra teresbavên binên zemanan!

PYD doza çi li Barzanî dike?

Pêşî divê bibêjim ku bi rastî jî di siyasetê de em kurdên Serxet û Binxetê bi qasî kurdên başûr û rohilatê welêt qert nebûne; em ewqasî belengazin ku li ber çavên me bûyer dinicirin û em binyata bûyeran bê çawa û çima rû dane nabînin, yan jî dibînin, lê ji hev dernaxînin. Wilo: Êrîşa tirkan a li ser Cerablûsê bi Barzanî ve girêbide neheqiyeke mezine! Barzanî li ku Joe Bîlder, Françîos Hollande, Angela Markel û Pûtîn li ku! Ev mezinên dinyayê ne û wan bi xwe gotiye ku me destûr daye tirkan. Dîsa bi Barzanî  re neheqiyeke mezin ku mirov dema çûna wî a Enqerê û êrîşa arteşa tirkan a bi ser Cerablûsê de wek lihevkirinekê binirxîne. Di wê demê de Joe Bîlder jî li Tirkiyê bû.

Bi kurtî dikarim bibêjim ku tirkan emerîkî zorga kirin. Barzanî li dera han bihêlin, bûyara Cerablûsê ne bi dilê emerîkiyan bi xwe jî bû. Tirkan bi zêc û zar xwe di ber ku ”korîdora kurdî” çênebe pêşkêşî dinyayê kirin û rûsan jî ew kirîn. Emerîkî mecbûr man û ev tiştê îro qewimî. Îcar tiştê ku qewimiye jî ne tiştekî ku me ewqasî di çavên xwe de mezin kiriye. Emerîkiyan di stratejiya xwe de guhertin nekiriye, ji bê gavî taktîkeke piçûk guhertiye. Kurd ne firotine. Him bifroşe, ka kî ne ew ên ku kurdan bikirin? Heger mişterî tirk, ereb û faris bin ji xwe ji berê de kurd di bin destê wan de ne. Ma ji vê kambaxiyê mezintir wê hîn çi bi serê kurdan bikin!  Çi fêda Emerîka di firotina kurdan de heye? Hîç. Em carina ji bîr dikin ku tirk ji zû de pîyonê Emerîka ne û kurd jî nuh bûne piyon. Helbet xwediyê piyonan car carê wê piyonan bi vir de û wir de bibe û bîne.

Erê, emerîkiyan bi ”korîdora kurdî” ku wê temamê têkiliyên tirkan ji ereban qut kiribana, ji bo demekê bi dest tirkan ve berdaye. Rewşa kurdan baş e, û bi tevlêdana tirkan wê baştir jî bibe.

Gotina dawî: Kurd bi çavekî mezin çawa ku li PDKê dinerin wilo jî li PYDê dinerin. PYDê tiştê ku heta niha tu rêxistinên kurdan nikarîbûn barbariya tirkan bi vê ecêba kesnedîtî derxista holê, pêş dinyayê kir. Ji destê PYDê tirkan siyaseta dîplomasiya xwe a hevt sed salekî tevlihev kirin û mîna rêsî ha ha li hev geriyan. Her ji çend rojekî li vir bi rengekî û li wir bi rengekî tif kirin û tifa xwe alastin. PYDê ruyê tirkan ê çist pertav kir û îtibara tirkan di nav dinyayê de anî çerxiyekî. Ev hemû karên pir pir delal bûn ku PYDê kirine! Lê mixabin xwediyên wan karên bi rûmet, ji dêvla ku bi zarê maqûlane biajotana ser barzaniyan û bi rexneyên xwe ên di cih de ew fedîkar derxîstana, di masmedya xwe de bi gotinên çort û beloq bi barzaniyan daketine.

PYD êdî divê baş baş zanibe ku di siberojê de wê li başûrê welêt dewleta kurdî û li roavayê welêt jî nîv-dewleteke bi ser dewleta başûrê welêt ve çêbibe; PYD û PDK bibin cîranê hev û ji cîraniyê bi wirdetir bibin şirîkên hev. Bi hêviya ku PDK û PYD xwe xwediyê Kurdistanê bibînin û li himberî hev mezhebfireh tevbigerin, ewqas!

Rasterast

About The Author