Ez di vê bratîyê nim!

Firildeq Elî

Bratîya ku bra brayê xwe bişewitîne.

Wey ez di wilo bratî nim!

Bratîya ku bra brayê din wek kurê jinbavê bibîne.

Wey ez di vê bratîyê nim!

Xortê Kurd ê Diyarbekirî Mehmet Aytaç (36 salî û bavê du zarokan), li cîhê ku kar dikir, ji alî hevalên xwe yên Tirk ve bi barbarî û hovane hat çewitandin û rehma xwedê kir.

Çima ku Mehmet Aytaç Kurd bû, dolheramên Tirk 6 lître benzîn pê dakirin û ew şewitandin.

Ew Kurdên ku xwelîya heft gundan bi serê xwe û 101 bavê dadikin û bratîya Tirkan dixwazin û dikin, bela fedî bikin.

Ew Kurdên ku Kurd û Kurdistanê dikin bi qurbana Tirkên dolheram û qûna wan dalêsin, bela fedî bikin.

Û ew Kurdên ku nêta bratîya Tirk, ereb û Eceman di dilê wan de heye, bela rojek berî rojekê tobe bikin û dev ji qûnalastin û bratîya dijminên xwe berdin û hûn sax..

Heke bratî kujtin, talankirin, wêrankirin û şewitandina Kurd û Kurdistanê be, ez di wê bratîyê de bimîzim!

Stenbol

seviti

About The Author