Êdî bes e!

Nûrî Çelîk

Îro Başûrê Kurdistanê, kevirên dawî yê netewdewleta serbixwe datîne; hîmên pêşeroja serxwebûna Kurdistanê li wî beşî tê avêtin. Divê ev meşa miqades, serbilindî û kama dilê her Kurdekî be; her Kurdek destê alîkarî û piştgiriyê dirêjî vî beşî bike da ku rojek berî rojekê Kurd çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsin. Di demek wek îro de, ku dagîrkerên Kurdistanê bi her şêweyî êrîşî Başûr dikin û dixwazin destkeftinên heyî ji holê rakin, mafê tu Kurdekî tuneye ku ve aramî û ahengîya heyî ji bo berjewendîyên ol an herema xwe tev bide. Divê temamê partî û dezgehên Kurdistanê jî li gor heqîqet û berjewendîyên Kurdistanê xizmetê bikin. Di avabûna her dewlet û dezgehekê de xeletî û kêmasî çêdibin. Sazkirin û birêkûpêkbûna wê dewletê hewceyî bi zemanekî dûr û dirêj heye. Helbet divê ew xeletî yan kêmasîyên ku tên dîtin bi zimanekî brayetî û dostanî bên rexne kirin. Lê gava rexne ji rexnebûna xwe derket û bû çeka paraztina berjewendîyên heremî, an jî partîtî wê demê sînorên rexnekirinê ji holê tên rakirin û dijminatî destpêdike. Ev jî xizmeta dijmin û xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê ye.

Ez bawer nakim (ji bilî serok û hin rayedarên PKKê) Kurdek rabe bêje:“Ez Kurdistaneke serbixwe yan jî federe naxwazim“. Di dilê her Kurdî de xewn û xeyala Kurdistana mezin û yekgirtî heye. Lê şertan wisa kiriye ku em bixwazin û nexwazin, Kurdistan çar parçe ye, Kurd di welatên xwe de ji hev hatine tarûmar kirin. 4 heremên cuda û her yek ji wan dixwaze bi serê xwe bibe herema sereke. Gava em hejmara Kurdan bidin ser hev, Bakûrê kurdistanê beşê herî mezine.

Gava em li gora hejmarê bilivin, hinek karin bêjin divê Bakûrî seperiştiya Kurda bikin. Lê realîta heyî mirovan mecburî defactoya heyî dike ku, ew jî ew e go herêmek ji herêmên Kurdistanê azadiya xwe bidest xistiye. Divê em Kurd vê destkeftinê di qada navxweyî û navdewletî de baş bi kar bînin da ku herêmên din jî bi karibin wan destkeftina bi riyeke hiquqî texin rojeva cîhanê. Kurdê li herêmên ne azad kirî di vî warî de xwedî mafin. Lê wek me li jor jî behs kir, parçebûna Kurdistanê Kurd di her warî de tarûmar kirine. Ji ber vê jî, dive pencera ronahiya Başûrê Kurdistanê wek ronahiya çavan bê parastin. Û dive em ti ferqiyê nexin navbera netawa xwe. Divê îro temamê Kurdistanîya di bin al û rêberiya srokê Kurdistanê de, li dijî dewlet û partiyên terorist dest bidin hev û di avakirina Kurdistana azad de bibin xwe par. Çawa ku Serok Mistefa Barzanî di dema xwe de gotibû:“ Çi kesê ku ruhê neteweparêzî pê re çênebûbe, wê rojek ji rojan îxanetê bi gelê xwe re bike“ ev gotin ji bo îro û ji bo her demê jî derbas dibe. Îro pirsgirêka sereke ya di nav Kurda de, pirsgirêka PKKê û Kurdê dervayî PKKê ye. Her çiqasî hebûna PKKê ya li Qendîl û deverê din jibo hikûmeta Kurdistanê jî serêşandinekê bi xwe re bîne jî, divê ji başûrîyan zêdetir em Kurdên bakur serê xwe bi vê pirsgirêkê re biêşînin.

Di daxuyanî û helwestên hinek rayedarên PKKê de dixuye ku, şerê li dijî dewleta terorîst, çete û partiyên terorist de alîkariya navdewletî, alaqeyên herêma Kurdistan ye bi cîrana re ew nerehet kirine. Ger PKK karibe sebebê nerehetiya xwe li ser esasê Kurdayetî ji dewleta federe ya Kurdistanê re bîne ser zimên, ez bahwerim wê wek dewlet, herêma Kurdistan jî bikaribe çareseriyekê ji nerehetiya PKK re bibîne. Ji xwe beyanên serokê Kurditanê yê di wî warî de pir zelalin. Serokê Kurdistanê di her firsendê de çareseriyê di riya diyalog û riyên bêçekî bûnê û demokratik de tîne ser zimên. Divê em bakûrî ji niha de zanibin ku, heger sibê yan dusiba Bakurê Kurdistanê azad bû, wê ev pirsgirêka PKKê ku îro li Rojeva û Başûrê Kurdistanê bi şeklekî kîrêt xwe li ser miletê Kurd ferz kirin wê li Bakur jî destpêbike.

Pirsgirêka heyî pirsgirêka temamê Kurdistanê jî be, divê em Bakûrî ji îro de bi berpirsiyarî tev bigerin û xwedî siyasetek netewî bin. An na sibê emê jî bibin maruzê şîdeta PKKê. Û wê gavê emê jî têkevin rewşa ku niha li Başûr di navbera dagirkerên Kurdistanê û hemwelatiyê wede heyî derdikeve ortê. Pirsgirêka çareseriya PKK û xwedîlêderketina wê, ne erka Başûr e. Heger li Başûr pirsgirêka tunekirina PKK hebe, erka pêşîn dikeve ser milên Bakûrîyan bixwe û divê ew li xwe û li deskeftiyên xwe xwedî derkevin. Divê di serî de PKK, dev ji siyaseta tundî berde û bi rêyên demokratîk li çareserîya diyaloga di nav Kurdan de bigere. Lê gava PKK wan destkeftinên Kurda bike qurbana şexs an herêmekê (Karton an Kantonan) divê em Kurdên Bakur bi dengek bilind ne razîbûna xwe li himber helwstên PKKê yê ne di berjewendiya milletê Kurd de, biqîrin. Ew roj jî îro ye…. Bela PKK ji nû ve dest bi şerê destkeftinên Kurdistana azad kiriye. PKK bûye kelema çavê Kurdan. PKK ê dest û pist daye dagirkerên Kurdistanê û şerê PDK ê û rumeta miletê Kurd malbata Berzaniyan dike. PKK şerê hêjayiyên Kurdan dike. PKK zarukên sê salî dikûje. PKK bi navê heremên xweser perçe kirina Kurdistanê ji xwe re kiriye şîar. Bi kûrt kurmancî; PKK ê sunda tar û mar kirina Kurdistanê xwariye. Ji wê bone jî dive temamê Kurdan bi dengekî bilin biqîrin û bêjin êdî bes e ji zilm, û dek û dolabên PKKê re.

Dewletxwaz

About The Author