Kurdên Xorasanê doza mafê xwe dikin

Hêmin Dildar

Xorasan weke parçeyeke biçûk ji axa Kurdistanê tê hesibandin. Teqrîben 2 milyon kurdên kurmancîaxêv li wê herêmê dijîn ku li 12 bajar û hezaran gundan bi cih bûne. Ji hêla cografî ve ji Kurdistanê dûr in lê weke civak, çand û ziman xwe girêdayî alema kurdayetiyê dizanin. Ji ber rewşa siyasî ya ku li Îranê serdest e, derfetên wan ji bo xebata çandî û siyasî nîne. Saziyên wan tune ne û bi awayekî ne fermî xebatên çandî-zimanî li wir qedexe ne.

Hin rewşenbîrên kurdên Xorasanê li London a Brîtanyayê bi navê Sazmûmana Xelkê Kurmanc rêxistinek ji bo kurdên Xorasanê ava kirine û bi her awayî ku ji destê wan tê alîkariya xelkê kurd li Xorasanê dikin. Dr. Efrasiyab Şikûfte Serokê Sazûmana Xelkê Kurmanc yê Xorasanê derbarê rewşa gelê kurd li Xorasanê û xebata sazûmanê hin agahî bi BasNûçe’yê re parvekirin.

Xebata çandî û siyasî bihevre tê kirin

Dr. Şikûfte qala xebatên xwe yên çandî û zimanî dike û dibêje ew gihîştine wê qenaetê ku ji bo kurdên Xorasanê re xebatên çandî têr nakin û divê ew xebatên siyasî jî bi awayekî bi rê ve bibin. Li ser vê esasê ew beşdarî Kongreya Netewên Îrana Federal bûne. Wî herwisa got ew li gel netewên din yên Îranê ji bo sîstemeke federal ji bo Îranê re hewl didin: “Em ji berê ve kar û xebatên çandî dikin, dema ku ez li zanîngehê bûm min dest bi xebatên çandî kir. Em li ser çand û ziman gelekî xebitîn. Piştre me dît ku ji bo du milyon kurdên Xorasanê tenê xebatên çandî têrê nakin. Em di serdema sefewiyan de ji Bakurê Kurdistanê şandine Xorasanê. Lê dema em qala ziman û çand bikin ji bo kurdan re hertim wisa ye, yanê eger em qala çand û ziman jî bikin hertim ev mijar dibe mijareke siyasî. Jiyana kurdan û rê û resmên wan hertim girêdayî siyasetê ne. Em karên çandî û zimanî û herwisa xabatên siyasî jî bi rê ve dibin. Yanê em ji bo devera Xorasanê mafên çandî, zimanî, siyasî û aborî dixwazin.”

Mîrektiyan kurdan 300 salîhikûm kirin

 

Sazûmana Xelkê Kurmanc (1)(1).png

Li aliyê din Şikûfte, amaje li ser wê yekê kir ku kurdên Xorasanê zêdetirî 300 salan li heremê xwedî mîrnîşîna xwe bûne û Xorasanê bi birêve birine. Herwiha Şikûfte balê dikşîne ser dîroka koçberiya kurdan û tekeziyê li ser wê yekê dike ku Şah Ebasê Sefewî ji serokên kurdan re gotiye ‘hûn werin Xorasanê erdeke vala heye û hûn li wir bi cih bibin.’ Şikûfte, behsa peywendiyên kurdan û Sefewiyan kir û wiha domand: “Şah Ebas bi vî rengî ji kurdan xwest ku ew li hemberî êrişa ozbekan bisekinin û hikûmeteke kurdî li wir ava bikin. Wê demê hin kurdan dixwestin vegerin Kurdistanê û hin kesan jî dixwest bimînin, lê Şah Ebas gotibû ’hûn li vir bimînin û em weke dewlet ji we bacê jî nastînin, hûn li wir bi xwe xwe idare bikin. Ev der jî Kurdistana we ye.’ Bi vî awayî zêdetirî 35 hezar kîlometre çargoşe li wir kete bin kontrola kurdan. Mîrektiyên xwe damezirandin û 300 salan heta serdema Riza Şah ev rewş berdewam bû. Sala 1911 heta 1922’ê li Îranê şer berdewam kir û hemû hikûmetên xwecih hatin jinavbirin. Riza Şah di sala 1915’ê mîrektiyên me jî ji nav birin. Em niha careke din hewl didin ku hikûmeteke xwecih ava bikin, lê em dixwazin vê tiştê di nava Îraneke federal da bigihînin encamê. “

Herkes zordariyêli bindestan dike’

Dr. Efrasiyab Şikûfte siyaseta dewleta Îranê li ser kurdan û bi taybetî jî kurdên Xorasanê destnîşan kir û zext û fişara li ser xebatkarên çandî jî bi bîr xist û rewşa perwerdehî û medyaya li herêmê jî rave kirin. Dr. Şikûfte li ser rewşa perwerdehiya zimanê kurdî got ku niha fêrgehên zimanên biyanî hene ku bi awayekî taybet dersê didin lê ew ji bo zimanê kurdî vê yekê jî nikarin bikin û dewlet bi her awayî pêşiya wan digire: “Dema ku li welatekî zext û zor û serkutkirin hebe, hemû xelk dikevin bin bandora vê yekê. Ev zext û zora ku niha li Îranê li ser netewên din hene li ser me jî hene. Dema meriv bindest be û desthilata meriv tunebe, herkes bi her awayî dikare zordariyê li meriv bike. Niha 10-15 deqe bername ya kurdî di televîzyona Xorasana Bakurî de bi cih kirine ku ew jî tenê ji bo propogandayê û mijarên dînî û îslamî tê bikaranîn. Û wan çend deqeyan jî bêjer divê tenê pesna dewletê bidin. Û ji sala 1954’an heta niha di radyoyê de her şev saetek bernameyeke kurdî tê belavkirin. Wê demê ji ber îtîraza xelkê saetek bernameya kurmancî li radyoya Xorasanê zêde kirin. Ev bername niha jî berdewam e, lê di serdema Komara Îslamî de jî zêdetirî bernameyan mijarên quran û dînê îslamê ne. Ji hêla civakî ve jî gelek zext û fişar li ser me hene.Wek mînak jinên me dixwazin cil û bergên xwe biparêzin û wan li xwe bikin, lê dewlet pêşiya van tiştan digire û dibêje divê hertişt îslamî be.”

22156

Kurdên Xorasanêdaxwaza perwerdeya kurdîdikin

Li aliyê din Şikûfte dibêje ku kurdên Xorasanê daxwaza perwerdeya zimanê kurdî dikin û rejim rê li ber vê yekê digre û îcaze nade ku kurd li ser çand û zimanê xwe hin xebatan bikin. Şikûfte da zanîn ku bi awayekî fermî tu rêgirî li ber kurdî nîne, lê dewlet bi kiryarên derqanûnî perwerdeya kurdî qedexe dike û kesên li ser kurdî jî kar dikin deseteser dike: “Ji hêla zimên ve jî bi awayekî fermî pêşiya me nayê girtin lê bi her şikil û awayên din li ser me zilm û fişar heye. Dibistanên me nînin. Niha diçin nava koçberên me jî li wir dixwazin zimanê farisî hînî wan bikin. Niha xwestek û daxwaza xelkê ew e ku perwerdehî bi zimanê kurdî be lê pêşî li vê yekê tê girtin. Çend roj berî niha xebatkarekî kurd li Bijnordê hatin girtin. Û parê jî kesek dîsa ji ber ku kursa kurdî vekiribû hate girtin. Li Xorasanê fêrgehên taybet ji bo zimanê rûsî, înglîzî û almanî û zimanên din re heye lê nahêlin kurmancî bi ti awayî bê dersdayîn. Heta eger xebatkarên me bixwazin bi awayekî serbixwe û taybet jî kursên ziman ji bo kurd re vekin dîsa jî tên girtin. Yanê heta weke zimanekî biyanî jî bi me re nayê reftarkirin. Kurdistana Xorasanê ya me ye. Lazim e li gund û bajarên me perwerdehî bi zimanê kurdî be. Divê zinîngehên me jî bi kurdî bin. Lê pêşî li her tiştî tê girtin û xebatkarên me jî tên girtin. Em van tiştan weke rapor ji bo rêxistinên mafên mirovan re radigihînin lê ev yek têrê nakin. Yanê dewlet rasterast zilm û sitemê dike û ev yek jî bi her awayî bandorê li me dike.”

Li aliyê din Şikûfte, ragihand ku peywendiya wan ligel partî û rêxistinên kurdên Rojhilatê jî gelekî baş in û ew hertim di nava danûstendinê de ne. Şikûfte herwiha amaje li ser wê yekê jî kir ku ew xebatên xwe bi awayekî nehênî digihînên Xorasanê û wiha got: “Em li ser çand, huner, ziman û dîroka kurdan û tiştên ku ji me re weke nasname ne û hebûna me berdewam dikin dixebitin. Em di xebatên xwe de bi awayekî giştî giranî didin herêma Xorasanê. Em li vir hin tiştan amade dikin û bi rêyên elektronîkî em digihînin ber destên xelkê xwe. Em hemû kurd ji hêla civakî, çandî û zimanî girêdayî hev in. Em hemû xebatên xwe bi awayekî bi devera Xorasanê ve girê didin. Hemû partiyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê li ser ser û çavê me ne lê em ji aliyê siyasî û cografî da ji wan cuda ne. Em ji aliyê çandî zimanî û civakî de girêdayî hev in.”

Ciwanên Xorasanê berê xwe dane nivîsîna kurdî

Serokê Sazûmana Xelkê Kurd Dr. Şikûfte amaje bi rewşa nû ya xebata ciwanên kurd jî kir û ev yek weke hişyariyekê hesiband û got niha bi sedan û bi hezaran keç û xortên li Xorasanê dest bi qelem bûne û li ser çanda kurdî dixebitin. Dr. Şikûfte kêfxweşiya xwe anî ziman û xweşbîniya xwe jî ji bo siberoja kurdên Xorasanê re derbirî: “Gelek nivîsên min hene ku li ser malperan hatine belavkirin. Niha bextewerane gelek ji ciwanên me yên Xorasanê dest bi qelem bûne yanê dest bi nivîsê kirine. Niha bi kurmancî dinivîsin. Ez gelekî kêfxweş im ku niha hêdî hêdî barê ser milê min û kesên mîna min siviktir dibe. Xebatkarên me yên kurd li Xorasanê zêde bûne. Niha wextê min ji bo xebatên civakî û siyasî re zêdetir bûye. Xebatên çandî jî dikim, lê ev kar niha ketiye ser milê xebatkarên ciwan ku li Xorasanê dixebitin. Eger tiştek ji wan re jî pêwîst be em jî alîkariya wan dikin.”

BasNûçe

About The Author