Serbilindîya Kurdan, Nadiya Mûrad!

Kevîn Kurdson Keça Kurd a Êzdî Nadiya Mûrad, li cîhanê serê Kurdan bilind kir û ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wek Balyoza Niyazpakîyê hat diyarkirin. Nadiya yek ji...

Kevîn Kurdson

Keça Kurd a Êzdî Nadiya Mûrad, li cîhanê serê Kurdan bilind kir û ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wek Balyoza Niyazpakîyê hat diyarkirin.

Nadiya yek ji keçên Kurd ên Êzdî ye ku karîbû ligel gelek malbatên din ji destê çekdarên DAIŞê xwe rizgar bikin û azad bibin.

Nadiya, yekem kesayatîya Kurd e ku wek Balyoza Niyazpakîyê ya NY tê destnîşankirin. Û ev jî lotikek pîroz û bimbarek e, serbilindîya Kurdan e. Û herweha ev lotika pîroz, darbeyek jehrîn e ku di dil û cegerên dolheramên DAÎŞê de hat çikandin û tolhildanek taybet e jî.

Beriya niha jî Herêma Kurdistanê pûlek postê ya taybet bi wêneyên Nadiya çap kiribû.

Ê de li ser xêrê be rebbî!

De ma xwedê û qiweta Kurd û dostên wan, hêvîdarim rojek bê wê temamê Kurdên Êzîdî ji destê wan dolheram û zinêkarên DAÎŞê rizgar bibin û ahê Kurdên Êzîdî ji wan re nemîne.

Amerîka

balyoz

Beş
KadînKevîn KurdsonQuncik

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

Zêdetir

  • Hesab

    Xêrxwaza Dêrikî Dema em ji serboriyan sûde wernegrin têkçûyîn û windakirin ne dereng e, lewra heke em li xwe werneqilin û neponijin ji vebal, bedel û gunehan berpirsiyar em...
  • Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye

    Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye, sohbet û şevbuhêrk hemû li ser siyasetê û dîn e. Wê şevê em li malekê mêvan bûn. Ji xêndî me du...
  • Zikê têr hay ji zikê birçî tuneye.!

    Xêrxwaza Dêrikî Ezê qala salên borîn, zilm û zorê, bedel û têkçûyînê nekim, êdî qala peyvên qelew û kilasîk jî nekim. Çimkî ji dîrokê û virde bi hezaran şîret...
  • MAL NÎNE KERXANE YE!

    Cejna Remezanê derbas bû, çavên zarokan li şekir û peran bû. Dest maç kirin şekir û pere berhev kirin. Ev jî rengînîya cejnê ye. Kevneşopîya bav û kalane ku...
%d Bloggern gefällt das: