Kurdî û bereketa nanê tenûrê

devlikenRojnamevan:

-Tu çima bi kurdî napeyivî, Selo başqan?

Selo Başqan:

-Ez bi kurdî nizanim.

Rojnamevanê Başûrî:

-Tu serokê partiyeke kurd î. Pêwist e te bi kurdî zanîbûya. Çima te xwe fêr nekiriye?

Selo Başqan:

-Ji bo ez kurdî fêr bibim, lazim e ez çel û heft nan ji tenûra mêrdîniyan bixwim; lê mixabin ji ber ku ez di parêzê de me anku di rejimê de me (ji bo qardêş xalqlar fêhm bikin) min xwarina nan li xwe qedexe kiriye. Lê hevalên me li ser vê mijarê lêkolîn dikin. Heger bêyî xwarina nanê tenûrê ji bo fêrbûnê rê-rêbaz, çareyeke din hebe bêguman çi ji destê min bê, ez ê texsîr nekim.

Rojnamevanê Başûrî:

-Birêz sayin başqan, dev ji parêz marêz anku rejim mejimê berde. Pêvajo anku sureç hesas e. Kurdî kurdî kurdî…

Selo Başqan:

-Ji bo biratiya gelan anku xalqlarin qardaşlixî serok anku başqanekî fît anku karîzmatîk divê. Te go erê canekam qurbanekam û heyranekam?

Rojnamevanê Başûrî:

-Birêz sayin serok anku başqan, heger pêvajo anku sureca aştî anku çareseriyê ji nû ve dest pê bike û erkanî dewlet ji te bixwazî tu xwe ferî kurdî bikî, tu yê çi bikî?

Selo Başqan:

-Weyla zalimî! Çi pirseke şaşirtmacakî pirsî. Bêguman, heger mesele bibe demokrasî û xurtkirina biratiya gelan anku xalqlarin qardaşlixî, ne çel û heft nan, ez ê çel û heft nanan tevî tenûrê jî bixwim.

About The Author