Ji Kurdên bawermend û çepgir re

Di gel ku hin dîroknas, gelê Kurd ku ji hêla binyad û reh ve Arî û nêviyên Gotî, Kassît, Med û niştecihên-dimatiyên herêma Mezopotamyayê ne, hevdemê Asûr, Sumer û Babil jimartibin jî, lê kurd beriya vê dîrokê li vir bûne. Dibe ku van dîroknasan ev tez ji bo vê yekê gotibin, ango gelê kurd ji beriya Ereb û Pers li ser vê xakê jiyane… An na ev gotin dê li ber wan zanînên dê werin, bê wate bimînin. Jixwe Tirkên ku ji nijadek kok Moxolî ne; ku di serdema-sedsala yanzdeh, ji Asyaya Navîn derketine. Ji wir berbi vê xakê hatinê, bi saya gelê Kurd, derbazî Anatolyayê bûne. Ew hatin û li wir bicihbûn, jê hêla dîrokê ve xweş tê zanîn û zelal e. Ew dever wek bingeh girtine û li wir bicûh û war bûne.

Lê bi derketina Moxolan û hin bûyerên din, hemû hebûn û hêjayiyên gelê Kurd, nexasim şoptên nîşetiya li ser dîrok û dîrokiya dimatiya neteweya Kurd a li vê heremê dikir, hatin şewitandin an tunekirin.

Çi şop û berhemên dîroka gelê Kurd dida dest û nasandin, xwestin wenda bikin.

Çima?

Ji bo rewşek nenaskirî û nepenî were holê da serdest û dagirker li gorî xwe binivîsin-dagrin û bi hêsanî lê xwedî derkevin. Ji bo her serdest û dagirkerek vê neteweya rehkûr ji binyat û koka xwe bihejmêre an bike bazk û êleke xwe.

Tirkên nijadperest digotin; ‘Kurd, Tirkên çiyayî nin, koka nijada Kurdan ji koka nijada Tirkan tê. Dibêjin jixwe gelek hevbeşî û hevparî di nava çanda Kurd û Tirkan de heye û koka çanda Kurdan ji koka çanda Tirkan derketiye. Hin ji Ereban digotin; ‘Koka Kurdan ji reha Ereb tê. Farisan jî digotin; ‘Kurd, ezbetek ji Farisan peyda bûne. Ji bo ku Kurd nikaribin bi piştrastî bibêjin em neteweyeke serbixwenin. Lê kirinnekirin nedikariyan ku bibêjin ew tez sedîsed rast e.

Ji ber ku çend milyon kes hebûn û van kesan digotin; ‘Em, ne Tirk, ne Ereb û ne jî Faris in’.

Ev rastiyeke berbiçav bû. Dîrokek ji van kesan re pêwîst bû.

Dema ji bilî dîroka nijadperesên van hersê neteweyan, meriv li dîroknasên cîhanî ên objektîf-bêalî dinêrî, meriv ew dîrok didît.

Di dîroka gelê Kurd de gelek dîtin hene. Ji wan dîtinan ên hêjayî bilêvkirinê dudu ne.

Yekemîn ev e:

Kurd li bakûra Ewropayê, ji nav êlên Alman, ji aliyê welatên İskandînavyayê derketine. Ji wir hatine Qafqasyayê û ji Qafqasyayê jî hatine Rojhilata Navîn. Li Rojhilata Navîn, li Mezopotamyayê, di navbera çemê Dicle û Fırat de biciwar bû ne.

Mirov dikare bibêje ku ew dîroknasên ku; ‘Gelê Kurd di herema Mezoporomyayê de hevdemê Asûr, Sumer û Babilan jimartinin’ wan jî wek vê dîtinê ramyarî kirinin. Wan jî Kurd, ne niştecihê vê heremê jimartinin.

Duyemîn jî ev e:

Kurd dimatiyên Mezopotamyayê ne, ji ciheki din nehatine Mezopotomyayê ango Kurdistana îroyî.  Ne ku li deverne din derneketine û ji hatine ser xakî Kurdistan.

Çawa ku Kurdên misilman bi libata ‘ometbûna naverok vala’ mijilbûn û ne ji misilmaniya xwe fêmkirin ne jî neteweya xwe têrkirin, her wiha Kurdên çepgir jî beriya ku xwe nasbikin, bibin Kurd, rewşa gelê xwe bibînin, doza gelê xwe bizanibin, ji bo gelê xwe têbikoşin û lê xwedî derkevin, bûn Sosyalîst, bûn Komînîst.

Berî azadbûna Kurdistanê, berî şikandina olq û zincîrên koletî û bindestiyê bûn dilbijê bîrdoziyan û xwe wenda kirin. Ji dêvla têkoşîna rizgariya welêt, dest bi kar û barên têkoşîna şoreşa Proleterya kirin. Kar û xebata ji bo rizgarbûna ji bindestiyê û xebat û têkoşîna rizgariya welêt kirin asta duyem heta sêyem. Wan di ramandin ku têkoşîna Sosyalîst û Komînîstê hemandemê de têkoşîna ji bo welête jî. Digel vê, ew misilmanên ji bo fikra ometbûnê têdikoşan rexnedikirin. Bi xwe nedihesiyan, xwe jibîrkiribûn û ji doza welêt gelek dûrva mabûn. Bêyî ku li xwe haybibin, bûbûn Enternasyonalîst, ji wêlet derbasî rizgariya cihanê dibûn û dixwastin cîhanek nû çêbikin.

Mirov dikare bibêje çepgirên Kurd bi rastî, rasteqîniya Enternasyonalizmê jî, (di wê serdemê de) bi zanistî nedizaniyan û tevgereke bi zanistî nedikir. Wan Enternasyonalizm li gorî felsa xwe analîz dikirin û mane didanê. Lê mixabin ne li gorî şîrovekirina wan bû.  Kurdên misilman bi duruşma ‘bijî biratiya misilmanan’ li defa ometbûnê dixistin, Kurdên çepgir jî bi duruşma ‘bijî biratiya gelan’ li defa Enternasyonalîzmê dixistin. Her dû hêl jî ji têkoşîna neteweyî bidûrketibûn û mixabin her du hêla jî bi tundî hev rexnedikirin ne tu kes.

Ne kurdên misilman têgihiştin ku welatê wî ji hêla hevometiyên wan ve dagirkiriye, ne kurdên çepgir têgihijtin ku ên destek û alîkariyê didin dijmin û dagirkerên wan ew Enternasyonalîst bixwe ne. Dijminê Kurdan gelek in, xurt û bi hêz in, lê yekîtiya kurdan û tifaqa kurdan çêbibe dê pirtir, xurtir û bi hêztir be. Çawa ku çi rast çi çep, dijmin û dagirkerên Kurd û Kurdistanê li çepîtî û rastîtiya hev nanêrin, ji bo tunekirin û wendakirina pirsa kurd û kurdistanê dibin yek û hevpar. Ji ber vê yekê, divê kurd jî bibin yek. Lê sed heyf û mixabin hêzên gelê Kurd ne yek in. Ev jî dide zanîn ku hin ji wan di daxwaziya rizgarkirina Kurdistanê de ne semîmî ne an jî ji bo birûbawerî, bîrdozî, berjewendî û rêzaniya xwe xebat dikin û wê daxwaza pîroz wek amûr bikar tînin.

Îroj ji bo xalên hevpar nayên ba hev û guh li hevûdu nakin, ji ber vê yekê jî yekîtiyek xurt, bratiyeke neteweyî bi rêk û pêk nabe. Lê ez ji pêşerojê ne bê hêvî me. Dê rojek were û rêberên hemû rêxistin û hêzin din, di bin sîdana yek serokî de bibin yek dil û yek dest.

Serokê OHAK-DERê M.Burhan Hedbî

About The Author