Başqan piçekî dilê me rehet kir allahwekîl

Pişo Mihemed

Piştî demek dûdirêj, xalê me Mehmet Ocalan serdana kantona Imralîyê kir û bi brayê xwe başqan Ocalan re hevdîtinek kir. Piştî kurtedaxuyanîya li Amedê, naveroka hevdîtina herdu brayan eşkere bû û dê weledê xwe avêt.

Li ser bextê xalê me Mehmet Ocalan be, dibêjin di vê hevdîtinê de başqanê me hem gilî û gazind kirine û hem jî bi mîrkutan rabûye ser serê şaredarên HDP û piçekî dilê me rehet kiriye. Herweha başqanê me biryarmendî û helwesta xwe nîşan daye ku ewê tucarî radestî kesekî nebe û heta bi mirinê li ber xwe bide.

Axir..

Li gor xalê me Mehmet Ocalan dibêje, başqanê me Ocalan gotiye: „Ez mirovekî demokrat û şoreşger im. Ez bi dehan sal li vir bi tena serê xwe bêm girtin jî ne teslîmî dewletê dibim, ne jî teslîmî hinekên din dibim. Ez karim heta dawîya emrê xwe bi vî rengî bijîm. Nakim of jî. Ez zelal im. Bila herkes vê baş zanibe. Binêre cîgerim, hem dewlet, hem jî tevgera me dema tengav dibin tên cem min. Yanî, herdu alî jî dixwazin min bi kar bînin. Ev ne ya qebûlkirinê ye babam“ û lehengîya xwe daye xuyakirin.

Lê ya xweştir jî, başqanê me bi mîrkutan rabûye ser serê şaredar û şaredarîyên HDP û gotiye: “ Bi allahwekîl, heke şaredarî bi gel re nebe yek, nikare li ber vê sîstemê bisekine. Li dijî erkdarkirina qeyûman, xwezî şaredarên me karîbûna bi gel re bibûna yek. Lê mixabin nekarîn bikin. Ev jî tiştekî rast nîne babam. Ev 17 sal in li Kurdistanê li gelek cîhan hûn di rêveberîyê de ne, we çi kir? We çi tirşik xwar? Heke şaredarî bi gel re nebûbe yek, bi deh hezaran kes neherikîbe ber şaredarîyan, wê çaxê şaredarîyan erka xwe bi cîh neanîne. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Emê çawa vê yekê qebûl bikin babam? Mewzîyên ku me bi vîna xwe qezenç kirine, şaredarî ne. Ew jî ji dest diçin. Û ew xwelîser çi dikin? Xwe kerr û lal dikin. Projeyên xwe bi cîh neanîne. Ew der kirine wek sîstema febrîqeyê û yê li nav jî li benda teqawîtbûnê ne“ filan û wekî din.

Werhasilî kelam, başqanê me vê carê piçekî dilê me li lotikvan û zîtirkvanên HDP û şaredarên wê rehet kir allahwekîl.

Birastî lo, ji qewla başqanê me ve:

Ew şaredarên ku şaredarî kirine wek febrîqeya xwe û li benda teqawîtbûnê ne, 17 sal in çi ji Kurdan re kirine û çi tirşik xwarine?

Xwaribin jî tirşika kê xwarine?

Amed

About The Author