Amerîkî jî bûne mêrê du jinan

Kevîn Kurdson

Ma tenê misilman dibin mêrê du, sê û çar jinan?

Na canim, êdî Amerîkî jî dane du şopa misilmanan û wek Bavê Teyar dibin mêrê du sê jinana.

Jinika bi navê Rose Sullîvan berî ku bi mêrê xwe Buddy Sullîvan re bizewice, ji jinika bi navê Lauren hez dikir. Yanî, xanimek lezbîyen û jinhez bû. Piştî demekê herdu jin hevdu wenda dikin û ji hev diqetin. Piştî ku Rose Sullîvan mêrê xwe Buddy Sullîva dibîne û pê re dizewice, du zarokên wan çêdibin. Lê hişê Rose Sullîvan hîna jî li ser hevala wê Lauren e.

Axir…

Piştî demek dirêj, Rose Sullîvan û Lauren, ango herdu jin, hevdu bi rêya înternetê dibînin û ji kêfan re per û baskên wan çêdibin, dikin ku bifirin.

Rose Sullîvan mesela xwe ji mêrê xwe re dibêje. Dibêje ku ew û hevala wê Lauren ji hev hez dikin û bêrîya alastina wê kiriye.

Mêrê wê Buddy Sullîvan nabêje na û dilê jina xwe nahêle, Lauren jî tev li malbatê dike. Yanî, malbatek ecêb û kesanedî ji wan çêbûye. Buddy dibe mêrê du jinan û herdu jin jî dibin jin û mêrên hev.

Ez serê we neêşînim, niha kêf kêfa hersêyan e. Buddy hem jina xwe û hem jî hevala wê Lauren îdare dike, karê wa diqedîne, hem jî Rose û Lauren bi alastinê hevdu dinermijînin.

Werhasilî kelam, dinya bûye wek şorba nîskê û tirşika fasûlîyan. Hema çawa ji xelkê re xweş tê, wilo dikelînin û dixwin, nabêjin na.

Ma kî ji xêra xwedê direve canim…

Kalîfornîa

lauren1

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

lauren4

About The Author