Şeraba sor, dermanê kerr û lal û kor

Ji demên berê de şeraba sor wek derman dihat bikaranîn. Kesên ku şeraba sor vedixwarin, zû bi zû nexweş nediketin, ji taqat nediketin, hem bedenî hem jî cinsî wek hespên har xurt û li ser xwe diman.

esrakes-ehme

Antîoksîdanên ku di nava tirîyê sor de ye hem bazên bedenê, hem jî xebata dil pêşdetir dixe. Li gor lêkolîna Zanîngeha Alberta yê, şeraba sor performansa bedenê zêdetir dike, baz û rehên bedenê xurttir dike û xwesteka zayendî zêdetir dike.

Zanîngeha Alberta, di lêkolîna xwe de eşkere kir ku antîoksîdanên di nava şeraba sor de heyî bandora sporê li merivan dike. Li gor lêkolînê, kesên ku şeraba sor vedixwin, yan jî kesên ku kêmendam in û nikarin sporê bikin, bi vexwarina şeraba sor karin erka sporê bi cîh bînin. Bandora şeraba sor wek bandora sporkirinê ye. Şeraba sor ne tenê bandora sporê li bedena meriv dike, herweha xebata hiş û mejîyê meriv xurttir dike, rê li ber nexweşîya penceşêrê (kanserê) digire û herweha ji nexweşîya çavan re (wek katarakt) re dibe asteng.

Îcar tembîya min li we be heyran, kesên ku naxwazin serê sibê zû rabin û sporê bikin, şeraba sor vexwin.

Kesên ku ji taqat ketine û di warê seksê de nikarin xwe û xanima xwe têr bikin, şeraba sor vexwin.

Kesên ku jihevdeketî û wek darê rizyayî ne, şeraba sor vexwin.

Û kesên ku virikî dibin û zêde tir û fisan dikin, dîsa şeraba sor vexwin û hûn sax…

sarab

About The Author