Antonîo Vêga
Mal û servet çavê insên têr nake. Her û her zêdetir dixwaze. Wek dibêjin, çavê meriv tenê ji axê têr dibe. Xuyaye timakarî di xwîna insên de heye.
Model û mankenê qerase Franco Noriega, wek model û manken têra xwe pareyan qezenc dike. Lê xuyaye çavê wî têr nabe, mêro di ber re jî bûye şef û gerînendeyê aşxaneyê û xwarina mişterîyan jî bi xwe çêdike.
Franco Noriega efendî li New York ê aşxaneyek bi navê Baby Brasa vekiriye û xwarinên Perûyê çêdike.
Lê taybetmendîya wî çi ye hûn zanin?
Mêro xwarinên xwe li pêş çavê mişterîyan çêdike, hem jî şilfî tazî û şût û rût.
Yanî, tiştekî li xwe nake û tiştik û miştikên wî hemû li meydanê ne, li ber çavê mişterîyan virde û wêde dihejin.
Aşxaneya Baby Brasa û aşpêj Franco Noriega niha li Ney York ê navdar bûye. Hem bi xweşîya xwarinên xwe, hem jî bi şût û rûtbûna aşpêj Franco Noriega efendî. Bi taybet jinên New York ê berê xwe didin aşxaneya Baby Brasa. Hinek ji bo xwarinên xweş, û piranî jî ji bo dîtin û temaşekirina xirik û gunikên Franco Noriega efendî.
Ne li ser bextê me be, li gor fitne û fesadên bajarê New York ê dikin piste pist, dibêjin xwedêgiravî gava Franco Noriega efendî xwarinên xwe çêdike, di ber re jî car caran tir û fisan jî dike û kêfa mişterîyên xwe zêdetir tîne.
Îcar qurban, heke rojekê berê we bi New Yorkê ket û hûn birçî bûn, nesekinin û berê xwe bidin aşxaneya Baby Brasa.
Hem hûnê zikê xwe têr bikin, hem jî hûnê çavê xwe têr bikin wesselam…
New York
More Stories
Serdana PWK û helwesta PDK
Dergevanên Bakurî, rewşenbîrî yan şelafî!
Xiyaneta herî mezin bêdewletbûn e