Li ber sewta dengbêjekî

Li ber sewta dengbêjekî ji xwe re rûniştibûm. Çaya min, ava min li ber min min xwest çend rûpelan ji kitêba xwe bixwînim. Ha bera afîşa fîlmê Xof jî li ser maseyê bû.

devliken

Piştî bêhnekê camêrekî dilpak ku dilpakiya wî ji awirên wî difûriya hat li kêleka min hêla maseyê yî din rûnişt. Afîşa fîlm bala wî kişand. Ku çavên me li hev ketin, got,
„Ev fîlm ê te ye gelo?“
Min got,
„Erê, yê min e.“
Got,
„Tu Devliken î?“
Min got,
„Erê, ez im…“
Bişirî. Qederê cixareyekê bêdeng ma. Ez fitilîm ser min got,
„Em hevdu nas dikin gelo?“
Keniya got,
„Ez te nas dikim, lê tu min nas nakî. Min çend rûpel ji Doxînsistîzma te xwendin û ji hefsê derketim.“
Min got,
„Derbasbûyî be. Lê Doxînsistîzm û hefs? Ma tu ne girtiyê siyasî bûyî?“
Got,
„Belê, ez siyasî me. Ji doza PKKê ketibûm hefsê?“
Piçekî şaş piçekî matmayî min got,
„Apocî û Doxînsistîzm?“
Got,
„Hevalê Devliken, dema berê çû ji berê re. Êdî wek berê ne hişk in, em nerm bûne, nerm. Heta hevalan kitêba te xwend û li ser nîqaş jî çêbû. Herçend tu ne ji me bî jî em nikarin keda te û yên wek te biavêjin ser sergo.“ (Hindik mabû ez bibêjim ma hûn fikra Kurdistanê diavêjin ser sergo, îja keda min û yên wek min çi ye? Min nahletek li şeytanê neyartiyê dixe navbera me anî)
Axir, dengbêj, çaya qaçax û civateke kurmancî li hundirê kafeyê pêl bi pêl li hev qulipî. Û camêrê min î xweşmêr ku ji dilpakiya wî neketim şikê, dest bi felsefeya Apê Evdila kir.
„Serok dibêje, berê ehlaq, edep û azadiya takekesî, dû re şoreş û şoreşgerî. Bi ehlaqekî xweş, bi edebeke têr û bi azadiya takekesî şoreş mumkun e. Dem ne dema dewlet û dewletbûnê ye. Jixwe çi tê serê me ji ber hebûna dewletên heyî tê serê me.“
Serî li min bû tara bêjingê. Min got,
„Ya camêrê xweşmêr î dilpak, jixwe em xwelîser û belengazên kurd di nava hebûn û nebûnê de bê dewlet in. Ji apê xwe re bibêje bila ji pêxîla me bêdewletiyan bikeve, herin dewletên heyî xera bikin wey!“
Camêrê min î xweşmêr piçekî him hêrs, him aciz bû, got,
„Hevalê Devliken, tu çima bermeqlûb fêhm dikî û mirov paşpaşîko li kerê siwar dikî. Dewlet û welat ne heman tişt in. Em welatekî azad dixwazin, lê li dijî dewletbûnê ne.
Vê carê ez hêrs û aciz bûm û dengê min xwe li deriyê kafeyê qewimand. Min got,
„Heyran, dev ji lîstika peyvik meyvikan berdin! Îja em welatekî azad dixwazin, lê em li dijî dewletbûnê ne. Welat dewlet e, dewlet jî Kurdistan. Kurdistan di nav lep û diranên çar dewletên hov de perçeperçe bûye. Dev ji ehlaq û edeb û azadiya takekesî berdin. Ehlaq jî, edeb jî, azadiya takekesî jî di kurdî, di kurdayetiyê de ye. Heya hûn kurdan neafirînin li ser esasekî kurdî, heya hûn ji dagirkeran re nebêjin rahêjin xweliya xwe li serê xwe kin, ji welatê me biqeştin-bicehemin, hûn kurdan nekin kurdî û welatê wan-dewleta wan-Kurdistana wan azad û serbixwe nekin, ji me re qala çîrok û çîrçîrok û çîvanokên xeyalî-utopîk nekin. Rabin rûnin dua bikin ku kurd nezan in û apê te li ser vê nezaniyê împaratoriyeke nezaniyê ava kiriye.“
Çav di serî de qulipîn. Eniya wî xwê da. Germ bû, sar bû û xwîn ji rehên wî pejiqî. Got,
„Hevalê Devliken, ez zanim tu yê ji vê civata me nivîsekê derxî; lê vê peyva min jî lê zêde bike.“
Min got,
„Fermo…“
Got,
Heger kurd zana û xwende bûna, ev felsefeya ez ji te re vedibêjim nuha ji zûde rûniştibû.“
Keniyam. Min got,
„Heval! Heger kurd zana û xwende bûna hûn ê nebûna…“
Camêr rabû ser xwe, çû heqê çayên min û xwe da û derket.

About The Author