Xanimê îcar jî dibe mamoste

Kevîn Kurdson

Ev lotikvan û doxînsistên Amerîkî ecêb in. Rebbê alemê bi zembîlê peran bi ser wan de dibarîne û kêlîyekê jî betal û zugurd namînin.

Piştî ku lotikvan û bedewa Hollywoodê Angelîna Jolîe wê li Dibistana Aborî ya Londonê bibe profesor û dersên aborîyê bide xeşîmên wek min, niha jî lotikvan û qemera çavbeloq Tyra Banks li Zanîngeha Stanford ê dibe mamoste.

Supermodel û mankena qemer û çavbeloq Tyra Banks, di salên 90î de supermodelek kesanedî bû. Gava li ser dik û li ber kamerayan diçû û dihat, agir bi dilêp zilaman dixist û doxîn li wan sist dikir, girêza dev û kîrê wan 25 metroyan diherikand. Piştî ku xêr tê de nema û jihevde ket, îcar di televizyonan de bernameyên Talk-Show an çêdike û dîsa xwe virde wêde dibe û tîne.

Xanima qemer û şekirlêvî Tyra Banks, ji televizyon û sînemayê bigrin heta bi dezgehên cilûbergan û kozmetîkê tiştek nema go neceriband. Û niha jî wê xanimê li Zanîngeha Stanfordê bibe mamoste û dersên „Afirandina Markayên Taybet“ bide şagirtên xwe.

Ez marka û virde wêde nizanim, lê tiştê ez zanim wê şagirtên Tyra Banks xanimê kêfa li ser kêfê bikin û hew.

Hem wê ji qemera xwînşîrîn dersên Afirandina Markayên Taybet bistînin, hem jî wê di ser û ber re bi xwe xweş bînin û girêza xwe biherikînin wesselam…

Amerîka

 

tyra-banks-59

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

tyra-banks-fat

About The Author