Yekî bi namûs ji nav wan derket kuro

Abdûllah El Kurdî

Min digot qey yekî bi namûs ji nav Erebên qûnreş dernakeve. Lê xuyaye bi xeletî be jî derdikeve..

Li Emîratên Erebî, li bajarê Şarîka, kesê bi navê Zikredîn el Mukredin el Hemdillah el Erebî, 26 salî ye, zewicî ye, bavê du zaroka ye û ji jina xwe hez dike. Lê dê û bavê wî wek dîkê ser sergo bi şev û roj nikilan li nav serê wî dixin û jê re dibêjin: „Hey himar ibin himar (hey ker kurê kerê) jinik tenê ji te re hindik e, divê tu jina duyem jî bînî û dîsa bizewicî“ filan û fîsyan.

Ne rojek, ne du roj, ne sê roj, ne mehek ne du meh.

Dê û bavê lêwik her her mîrkutên zewacê li nav serê wî dixin û doza anîna jina duyem lê dikin.

Êdî lawik ji dê û bavê xwe tê heta bi qirikê. Ji bo gotina dê û bavê xwe di qirika wan de bihêle û ji pite pita wan xilas be, radibe radihije kêrek tûj û kîrê xwe di qurmik de jê dike.

Dê û bav dikin qîrîn û hewar û bi zor û heft belan wî radikin nexweşxanê. Doktor lê dicivin, bi kêr û meqesan dikevin ser kîrê wî û dîsa di cîhê berê de didirûn û pê ve dizeliqînin.

Di vê derbarê de Berdevkê Nexweşxaneya Al Qassimî Dr. Younis Al Shamsi gotiye: „Kiryarek pir ecêb e, em Ereb mirîyê kîrê xwe ne û tenê bi jinekê qîma xwe naynin. Evê bi namûs û ji jina xwe hezkirî çawa ji nav Ereban derketiye ez fêhm nakim allahwekîl, halla hallaaaaaa“ û serê xwe hejandiye.

Erê lo..

Ji qewla Dr. Younis Al Shamsi ve, evê bi namûs û ji jina xwe hezkirî çawa ji nav Erebên qûnreş derketiye ez jî nizanim allahwekîl…

Gelo ev jî ne nîşan û alametek ji yên qiyametê bin law…

 

Erebistan

 

About The Author