Îcar bû rêberê mirovahiyê

Anuha li ser ekrana Ronahî TVyê weşaneke taybet heye. Li ser Kobaniyê bernameyek çêkirine; ji destê hovên Xwedê rizgarbûna Kobaniyê pîroz dikin.

devlik-kopie
Sar e, serma ye, lê gelek belengaz li wir hazir û amade ne.
Pirê wan ji sermê diricifin.
Pirê wan hewl didin ji kesên dipeyivin fêhm bikin.
Pirê wan jî di nav xwe de civatê digerînin.
Û du tiştan bala min kişand;
1-) Heta nuha Abdulah Ocalan rêberê gelê kurd bû, lê di vê merasimê de rutbeya wî bilindtir kirin; ji rêbertiya gelê kurd derbasî rêbertiya mirovahiyê bû.
2-) Wêneyekî Abdulah Ocalan bi dîwarê sahneyê ve daliqandî bû. Lê ew wêne bi min xerîb hat. Rêberê mirovahiyê bi bedil û qerewat bû. (Îhtimal e ev wêne nuh ji Îmraliyê şandibin)
3-) Peyva Kurdistanê hîç nehat ser zimên.
Û ji her çar hêlên dinyayê ji bo ji nû ve avakirina Kobaniyê bi kîs û telîsan pere hat ser hev. Kobanî hîn heman Kobanî ye, lê ew pere bi ku de çû gelo?

About The Author