DEWLETA ME

Şerefxan Cizîrî

Kak Mesut Barzanî bi minasebeta şehit Sait Çürükkaya ji birayê wî Selim Çürükkaya re gotiye; li ser axa gundeki dewleta me hebe, gelekî çêtire ku mirov li ser axa welatekî bê dewlet bijî. Ev dîtin hilbet amaje bi rewşa netewa Kurdistan dike. Amaje raste rast bi bêdewletbûna Kurdan dike. Kurd îro di welatê xwe de bêdewlet in. Ev tiştekî eşkere ye û nayê veşartin û gelekî şerm e.

serefxan-ciziri

Tiştekî dinî eşkere jî ev e; hemû sosretên ku di dîrokê de bi serê netewa Kurdistan hatine ji ber bêdewletbûna wana ye. Kujtin, nefîkirin, çewsandin, perçiqandin, qirkirin, bêrumetkirin, biçûkdîtin, înkarkirin, perçekirin hemû ji bêdewletbûna Kurda ye. Rastiya welatê me ev e. Ji bedela ku Kurd xwe bi xwe bi rê ve bibin, dewletên dagirker ev erk bi darê zorê girtine ser milê xwe. Lê dîsa eşkere ye ku divê hefsarê Kurdan bi serwerî di destê Kurdan de be. Ew ên ku hefsarê Kurdan bi darê zorê xistinê destê xwe “qaşo birayên” me yên Musliman in. Lê qirkirina Kurdan jî heta nuha ji hêla dîrokî de hergav bi destên wan dagirkeran lidarketiye.

Ew dewletên dagirker jî dibêjin ku ew Musliman in!
Dibêjin; Musliman tadê li Muslimanan nakin!
Xaltîka Hefso jî ji wan derewan îca nema bahwer dike!
Ji ber ku Xaltika Hefso jî nuha bûye Kurdperwer!

Em dizanin ku civat û jêhatbûna Kurdan hatiye qurmiçandin. Ruh û hişmendiya Kurdan dîl hatiye girtin. Ruhê Kurdan ketiye qefesa polayî, hişmendiya wana jı belawela bûye. Li çar aliyên me zebaniyên cehnemê hene. Zirekiya wan zebaniyan ya helî baş, bi rastî dijminayetiya wana bi Kurdan re ye. Di vir de ew baş zirek in. Mirovê Kurd jî di dawîya dawî de ji aliyê derûnî û siyasî de ketiye bin fişara wan hêzen biyanî û dagirker.

Potansîyela netewa Kurd, dînamikên ekonomik, mirovî, perwerdeyî, derûnî, çandî û huquqî, hêz û zîrekbûna mîrovê Kurd, heta nuha bi haweyekî azad derneketiye holê. Gava ku Kurd bibin xwedî dewlet, wê çaxê wê cewhera netewa Kurd bi haweyekî eşkere derkeve ber çavan û şênber bibe. Ev rastî wê bê sepandin û formata xwe ya netewî bigire.

Em dizanin ku pergala Cîhanî iro li ser bingehê dewletan bi rê ve diçe. Ew dewletên ku di vê pergala Cihanî de cihê xwe digirin, netewe dewletin. Netewe dewlet bi zimanê xwe, bi ala xwe, bi statuya xwe cîh di nava netewên Cîhanê de digirin. Huquq, bazırganî, spor, temsiliyet, sembol, leşker, huner, teknoloji, heta pere jî li ser wî bingehî nirxa wana bilind dibin. Çima ewê Kurd bi nasname û pasaportên biyanî li nav welatê Cihanê bigerin gelo? Çima ew ê 50 milyon Kurd li Rojhilata Navin bêdewlet bimînin gelo?

Ma Kurd ji Eyşika Ereb in?

Ma Kurd Bacolî ne?

Kurdên ku van rastiyên netewî, şênber û dîrokî nebîne, cihê xwe di pergala Cîhanî de zelal neke, netewa Kurd di pergala Cîhanî de bê maf û azadiyan bihêle, bila dev ji sîyasetê berdin û herin ber garanê!
Ewên ku bi siyaseta Kurdperwerî jî dakevin divê bi dildarî, weke helbestvanê hêja Biro Omerî ji dilê safî bibêjin;
“Tew lo dilo, tew lo dilo
Agir kete sênca çilo
Xelk û alem bûnê dewlet
Kurdistana me ma wilo”

Heçê ku Kurdistana me wilo bihêle, Xwedê ji wana re nehêle. Heger ew Kurd bin; Xwedê aqil bide wana, heger ew dagirker bin Xwedê aqilê wana biavêje ser sergoyan, heger ew dost bin Xwedê rêya rast pêş wana bike!

Bi rastî îro di siyaseta Kurdan de du xetên sereke hene; yên ku dewletbûna Kurdan dixwazin û yên ku Kurdan bi tiştik û miştikên xwaro maro dixapînin. Ew xeta Kurdên netewî jî bi xwe dewletxwaz in neteweperwer in û Kurdperwer in, lê Kurdên din nasname û pêşeroja wana ya siyasî ne baş diyar e. Li ser projên vingîvala xwe diwestînin…
Ma gelo mirov siyasetê tenê ji bona sîyasetê dike? Kurdperwer divê hergav ji Kurdên wilo re bibêjin û bipirse; ma hûn Kurd in çawa ne gelo?
Netewa Kurd divê ji bona xwe bibe netewe, ne tenê netewe be. Tenê netewebûnî di warê navnetewî de tu nirxên xwe yên bilind tunene. Netewe weke têgehek sosyolojîk heye, ev rast e, ew tenê di hundirê xwe de heye lê ew ne ji bona xwe ye! Ango hişmendiya wana ya netewî lawaz e. Em dizanin ku netewên ji bona xwe jî di encamê dawî de netewe dewletbûnê dixwazin û diparêzin. Divê em Kurd bibin netewe ji bona xwe, ne ji bona xelkê!

Ma têgiştina vê rastiya dîrokî û civatî ewqasî zehmet e gelo?

Nusaybinim.com

About The Author