Stêrka muzîka Xorasanê

Mem Boti

Ji Xorasanê bigire heta Qafqasya, Anatolya navîn û diyasporaya modern, dîroka kurdan û koçberiya wan hertim bûye sirûşt ji bo afrîneriya hunerî, xasma stranên ku bi kul û kederan hatine vehûnan. Taybetmendiyên jiyana kurdan ew ber bi dahîneriya keresteyan kelepûrî han dane û bi wî teherî kurdan ziman û çanda xwe bi van vegêranên devkî parastine. Stran û dengbêjî û bi giştî muzîka kurdan yek ji wan keresteyan e ku berceste û binavûdeng e. Herçend, jiber hokarên civakî û dînî stranbêjî û muzîkjenîn bi giştî ji bo jinan rewa nehatibe dîtin jî lê civaka kurdan hinekî vekirîtir û azadtir li hemberî vê diyardeyê tevgeriyaye. Gelek stranbêjên mezin û binavûdeng ên kurd jin in, ku Ayşe Şan, Nesrîn Şêrwanî, Meryem Xan û Gulbihar mînakên herî bariz in.

Banû Şîrwanî jî ku yek ji wan jinan e, bi dengê xwe yê zelal û resen di dilê hemû kurdan de cihekî taybet ji xwe re vekir. Hîn jî stranên Banû ji muzîka kurdên Xorasanê re weke pîvana hunerî tê nasîn.

Banû Şîrwanî ku navê wê yê rastîn Mahbanû Ebbasî bû sala 1929’ê li gundê Welîawadê di navbera Farûc û Qûçanê de ji dayîk dibe. Dema ku zarok e diya wê koça dawî dike û ew bi bavê xwe re mezin dibe. Ew dengbêjiyê û stranan ji bavê xwe hîn dibe. Bavê wê jî ji hunermend û dengbêjên navdar yê serdema xwe bûye. Banû sala 2003’ê li Meşehdê wefat kir û gelek stran û awazên kurdî ji bo kelepûra kurdan weke mîrateke giranbiha bi cih hişt.

Muzîka kurdî li Xorasanê dengê dûrî û koçberiyê ye. Dûrbûna wan ji hêlîn û niştimanê, soj û xemeke diltezîn xistiye di nava muzîk û dengê hunermendên wan de. Rengê xerîbiyê tenanet di lorîka dayîkên kurdên Xorasanê de jî tê dîtin. Di civat û şevbihorkên kurdan de dengê jinan hertim hebûye û heye.

Hesta xerîbî û xurbetê di nav kurdên Xorasanê de gelek hunermend û stranbêj afirandine. Hin ji wan ketine nava ruh û dilê xelkê û di dîroka hunera kurdan de mayinde bûne. Şîrwanî hunermendeke bêhempa bû ku dengê wê yê zelal tim û tim weke mînaka dengekî îdeal hatiye binav kirin. Dema ku xelkê Xorasanê dengê Banûyê ji radyoya kurmancî ya Meşhedê dibihîstin, dil û canê wan vedijiya. Kurdên Xorasanê dengê xwe dibihîstin û dengê Banû Şîrwanî weke lorîka dayîkan ji wan re xweş û şîrîn dihat.

Lêkolîner Kelîmullahê Tevehudî ku dîroka kurdên Xorasanê nivîsandiye di kitêba xwe ya bi navê ‘Hezar û yek şeva kurmanc’ de ji devê Banû Şîrwanî jiyana wê wisa rawe kiriye:

banu-shirwani

“Ez 20 salî bûm ku bi Elî Ekber Qehremanlo re zewicîm. Piştî du salan Elî Ekber nexweşiya zerikê girt û wefat kir. Wî ez bi kurê me yê du mehî re bi tenê hiştim. Piştî salekê min çend pez û dewarên xwe firotin û ji gund derketim. Êdî min nedikarî li gund stranan bibêjim. Xelkê digot: “hîn salek ji mirina mêrê wê derbas nebûye ku dîsa distrê.

Ez ji Welîawadê derketim çûme cem tîyê xwe û kesûkarên wî ku li çiyayên Qoçanê diman. Bi wî awayî min hem xwest ku ez kul û xemên xwe ji bîr bikim; herwiha min xwest ez çend pezan bikirim, xwe pê mijûl bikim û jiyana xwe û kurê xwe pê bikim. Lê li wir jî xizmên min alîkariya min nekirin û pereyê ku min ji bo pezkirînê bi xwe re anîbû hate xerckirin.

Piştî demekê ez mecbûr mam wê derê bi cih bihêlim; şeveke tarî bi solên gincir min ew der terikand û da ser rê. Min kurê xwe li pişta xwe girêda û berê xwe da Qoçanê. Li Qoçanê ez çûme karwanserayekê û odeyek girt. Paşê ez ji bo peydakirina kar derketim nava bajêr. Kurê min wan rojan nexweş ketibû. Çûme cem nojdarekî ku ji lawê xwe re çareyekê bibînim. Nojdar ji berê ve ez nas dikirim û bi dilovanî pêşwaziya min kir. Wî ez bi xwe re birim mala xwe. Ez li mala wî dixebitîm û piştre wî mala xwe bire Meşhehdê û ez jî bi malbata wî re çûm wir. Li Meşhedê kurê min hêdî hêdî mezin bû û ji bextê min lawikê min şûmîtî zehmetî çê dikirin; ji şerman min xatirê xwe ji wan xwast û mala nojdar jî terikand. Wê çaxê jinên kurd ji ber cilûbergên xwe li bajaran bi hêsanî dihatin naskirin. Ez li derdora herema Îmam Riza digeriyam; aware û bê kes mabûm. Min ji xwedê dixwast ku çareyekê ji min re bibîne û deriyekî xêrê li ber lingê min veke. Ez wisa tî û birçî li kolanan digeriyam, ji nişka ve jinek ber min ve hat. Paşê min nas kir ku ew Izzet Meqdem e. Izzet xanimê ez bi xwe re birim mala xwe. Mêrê wê berpirsê Rêveberiya Perwerdeyê bû. Wan ez birim cihê Darulterbiyeyê. Li wê derê baxçeya zarokan hebû ku wan navê kurê min li wir nivîsîn û ez jî li mala wan dixebitîm.

Wê demê radyoya kurmancî ya Xorasanê bernameyên xwe belav dikirin.”

Şîrwanî amajeyî radyoya kurmancî ya Xorasanê dike ku di sala 1956an de dest bi weşanên xwe dike û rojê saetekê bi kurdî weşanê dike. Li ser serpêhatiya xwe û radyoyê Şêrwanî wiha pêde diçe: “Li mala Şobêrîyê zelamê Izzetê radyo hebû û min jî her şev bernameya kurmancî guhdarî dikir. Dema ku min dengê kurdî ji radyoyê dibihîst rojên xweş yên Welîawadê dihatin bîra min û ez xemgîn dibûm. Hêdî hêdî ez difikirîm ka gelo ezê çawa xwe bigihînim radyoyê. Rojekê çûbûme bazarê û min berê xwe da stasyona radyoyê. Ez gihîştim ber stasyonê. Dergevanê ber deriyê îdareya radyoyê ez sekinandim û got: Li vir çi dikî?

Min got: Ez hatime stranan bibêjim.

Wî ez birim cem karmendekî radyoyê ku navê wî Emîr Mucahid bû. Ez yekem jin bûm ku ji bo dengqeydkirinê çûbûm wê derê. Ez kurd bûm û min farsî jî nedizanî. Wan ez birim odeya dengî û gotin ez xwe ji bo testkirinê amade bikim. Min li odeya tomarkirina dengan defek dît û min ew hilanî. Bi îşareta Mucahid min li defê xist û dest bi strana xwe kir. Dema ku stran xilas bû kêfa wan pir hat. Min got niha ku hûn ji dengê min razî ne, ka tomar bikin. Wan got ku jixwe tomar kirine û dengê min dê wê şevê bê belav kirin û ez dikarim bi radyoyê guhdarî bikim. Mucahid got: ‘Te bi dengê xwe kurd û xorasanî serbilind kirin.’ Min karê xwe li radyoyê domand û bi sedan stranên resen yên kurdî ji nû ve xwandin û îcra kirin…”

Tevehudî bi awayekî dûr û dirêj qala jiyana Banû Şîrwanî dike. Xelkê Xorasanê hertim qala hunera Banû û dengê wê yê xweş dikin. Dema Fereha Pehlewî jina Mihemed Riza Şahê Pehlewî tê Meşhedê, Banû Şîrwanî bi cilûbergên kurdî li hemberî wê distirê û Şehbanû ji huner û muzîka wê pir hez dike. Fereha Pehlewî 500 metre erd wek xelat pêşkêşî Banûyê dike.

Piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê muzîk ji bo jinan hate qedexe kirin û Banû Şîrwanî mecbûr dimîne karê xwe bi cih bihêle. Çendîn salan haya ti kesî ji wê tunebû.

Banû Şîrwanî bi dengê xwe yê zelal û resen di dilê hemû kurdan de cihekî taybet ji xwe re vekir. Hîn jî stranên Banû ji muzîka kurdên Xorasanê re weke pîvana hunerî tê nasîn. Banû sala 2003’ê li Meşehdê wefat kir û gelek stran û awazên kurdî ji bo kelepûra kurdan weke mîrateke giranbiha bi cih hiştin.

Hunermenda îranî Sîma Bîna ku li ser muzîka hemû deverên Îranê dixebite, gelek stranên Banû Şîrwanî ji nû ve îcra kirine. Sîma li ser folklora Îranê û muzîka netewên Îranê bi salan xebitiye. Ew dibêje: “Ez bi stranekê ber bi muzîka bakurê Xorasanê ve çûm. Ew deng dengê Banû Şîrwanî bû. Dengê Banû pir sirûştî bû…”

 

BasNûçe

About The Author