Nelson Mandela û Fîdel Castro

Nîmet Mumtaz Aydin

Tirkîyeyê xelata Ataturk da Nelson Mandela. Nelson Mandela ji ber Kemalîzm û kirinên dewleta Tirkîyeyê ya li hember gelê Kurdistanê xelata Ataturk red kir. Dema Nelson Mandela xelata Ataturk red kir serokkomarê Afrîka Başûr bû û loma dizanibû ev helwesta wî wê tesîreke neyênî li ser têkilîyên Afrîka Başûr û Tirkîyeyê bike.

Tirkîye dewlet e Kurd ne xwedîyê tu statuyekê ne. Ne mumkun e tu feydeyeke Kurdistanê bigihîşta Afrîka Başûr a Nelson Mandela. Lê wijdanê Nelson Mandela dest neda ku li hember wê neheqîyê çavê xwe bigre û here xelatê werbigre.

ataturk

Fîdel Castro heyranê Ataturk e. Li Hawanayê li ser riya Del Puerto heykelê Ataturk heye. Tê gotin ji serokên dewletên biyanî tenê heykelê Ataturk li Kubayê heye. Di axaftinek xwe de Castro dibêje: ”Kemal Ataturkê şoreşger him ji bo me û him jî ji bo gelên mazlum çavkanîya îlhamê ye”. Dîsa li dereke din dibêje: ”Tiştên Mustafa Kemal Ataturk kiriye minê tu carî nikaribûna pêk banîna. Şoreşgerê esasî Ataturk e. Min şoreşeke hewqas mezin kir, lê tiştên Ataturk kirine nikaribûna ser bixista”. Fîdel Castro dema bûyera Helepçe çêbû got ”ev meseleyeke navxweyî ya Iraqê ye”. Castro nexwest bibîne miletek bi navê Kurd li wir dijî ku navê wê Kurdistan e, Helepçe bajarê wan e. Helepçe ji ber Kurdistan bû bi çekê kîmyayî hate bombe kirin.

Fîdel Castro tenê bi refleksa Iraqê, bi dijminahîya DYA (Dewletên Yekbûyî yê Amerîka)yê tevgerîya. Dijminê dijminê min dostê min e. Digel bikaranîna çekên kîmyayî sûcekî mirovatîyê ye jî, lê Castro got, dostê min bikaranîbe, min qebûl e.
Bi min re reqem tune ne, lê tîcareta Kuba-Iraqê ji tîcareta Tirkîye-Afrîka Başûr divê zêdetir nînbe. Dostanî, lehengî dema mirov ji bo wijdanê xwe pêl berjewendîyê xwe bike, dixuluqe.

Dema Nelson Mandela xelata Ataturk qebûl bikira û biçûna Ankarayê, di çavê me de ew ê qîmeta xwe hinekî bixista, lê me yê jê re sûc û şermeke pir giran nedîta. Lê bikaranîna çekên kîmyayî û bi wan çekan bombekirina bajarekî miletekî bindest, mirov nebîne şermeke mezin e, sûcekî mezin e.

Herkes di pencereya xwe re li bûyeran mêze dike, şîrove dike. Dema ez di pencera Kurdistanê re mêze dikim, di çavê min de Nelson Mandela ji Fîdel Castro pirr mezintir e.

 Rûpela Nû

About The Author